Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe berdewam dike. Tevî germa zêde jî şervanên QSD’ê li Dêrazorê li dijî çeteyan serkeftinên mezin bi dest dixin. Şervanên QSD ji ko parastina giştî herêmê hedef dikin ku hebûna DAIŞ’ê li herêma rojhilatê firatê bi dawî bikin.
Tevî bilindbûna pileya germahiyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hemleya Bagera Cizîrê berdewam dikin da ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê li giştî rojhilatê çemê Firatê bi dawî bikin.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di roja xwe ya 48’emîn de berdewam dike.
Şervanên QSD’ê li sehraya rojhilatê Dêrazorê bi ser komikên çeteyên DAIŞ’ê de diçin.
Bi armanca parastina giştî herêmê û sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de pêdivî bi rizgarkirina beyarê zêde ye. Li aliyê rojhilatê beyarê bajarokên El-Sor, El-Mergede û her du bîrên petrolê yên Tenek û El-Umer hene.
Ev herêm ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dubare keti nav rewşeke aloz û di encamê de rizgarkirina beyarê û girêdana bi bajaroka El-Baxoz a stratejîk ve gelekî girîng e.
Şervanên QSD’ê ji 3 aliyan ve derbasî beyara Dêrazorê dibin. Beşek ji aliyê sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de li ser hesabê çeteyan pêşve diçe û koordîneyê bi hêzên Iraqê re dike. Di beşa duyemîn de şervan ji bajarokê El-Mergede ve pêşve diçin û aliyê sêyemîn jî ji bajarokê El-Sor pêşve diçin û di van rojên borî de bêtirî hezar û 200 km ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgar kirin.






