Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa 2’emîn a Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li darxistin

16/08/2023
in NÛÇE
A A
Konferansa 2’emîn a Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li darxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya 2’emîn li bajarê  Qamişlo, bi beşdariya zêdetirî 72 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe û wê konferans  2 rojan dewam bike.

Bi beşdarbûna 72 parêzerên ji bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2’emîn Konferansa xwe li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo da destpêkirin.

Di roja yekemîn a konferansê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, MSD′ê, TEV-DEM′ê, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Destpêkê endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El Neîmî bernameya konferansê ya du rojan aşkera kir.

Piştre li ser navê  Saziya Malbatên Şehîdan,TEV-DEM, Meclisa Giştî ya Bakur û Rojihlatê Sûriyê, axaftin hatin kirin. Herwiha ji aliyê Meclisa Cîbicîkar ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa  Dadmendiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve axaftin hatin kirin.

Piştire jî piransîpên Rêberê gelê kurd  Abdullah Ocalan bi zimanê erebî û  kurdî hat xwendin.

Herwiha raporên Meclisa Rêvebirina Yakîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Herwiha piştî wê endam ên Dîwana Yekîtiyê hatin hibijartin. Di heman demê de rapor û çalekiyên Yekîtiya Parêzeran hat arastkirin û di ber çavan re hat derbaskirin.

Li gorî bernameyê wê di dawiya roja yekem ya konferansê de, rêziknameya Yekîtiyê Parêzeran bê xwendin û ji aliyê kesên beşdar ve bên niqaşkirin.

Têkildarî lidarxistina konferansê , endamê desteya amadekar a konferansê Mişlib Turkan ji rojnameya axivî û wiha got: “Em di serî de wateyeke girîng didin 2’emîn konferansa parêzeran  û bi dilekî şad tevlîbûna xwe destnîşan dikin.”

Mişlib Turkan di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku ew ê wekî parêzer herdem di xizmeta civaka xwe,saziyên Rêveberiya xweser, hêzên leşkerî û hwd… de karê hiqûqî bikin.

Li gorî bernameyê, dê di roja duyemîn ji konferansê  de nîqaşên li ser rewşa rêxistinî werin temamkirin û piştre hevserokên yekitiyê, endamên komîteya darayî, endamên dîsîplinê werin hilbijartin û bi encamnameyekê konferans bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku di 13′yê Nîsana 2019′an de li Kobanê Konferansa Damezirîner a Yekitiya Parêzeran hatibû lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.