Rojnameya Ronahî

ÇARESERÎ NE BI DEWLETAN RE YE, BI GELAN RE YE

Zekî Bedran

Gelê Sûriyeyê di binê mercên giran ên jiyanê de difetise; di binê xizanî û pêkutiyan de dinale. Rewşa heyî, ji van gotinan jî girantir e. Mirov li Sûriyeyê bi awayekî şênber dibîne ku gel çawa tune dibe. Her wiha ev welat di rastiyê de bûye sê parçe. Dewleta Tirkiyeyê jî ji aliyekî ve welat dagir dike, çeteyan kom dike û bera ser gel dide û ji aliyê din ve jî li Astanayê bi Rûsyayê re civînan li dar dixe û dibêje “Em yekitiya siyasî û yekîtiya axa Sûriyeyê diparêzin”. Li gorî wan, hêzên ku yekîtiya Sûriyeyê dixin xetereyê jî gelên Ereb, Kurd, Aşûrî, Tirkman û Ermenî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn in. Ango li gorî wan, hemwelatiyên Sûriyeyê vê xetereyê ava dikin. Weke ku tê dîtin, di berovajîkirinê de sînoran nas nakin.

Rûsya û Îran, rêveberiya heyî diparêzin. Heger alîkarî û destwerdana wan tune bûya, wê Beşar Esed li ser piyan nemabaya. Rûsya hemû hevpeymanên xwe yê stratejîk, bi hikûmeta Şamê re dike. Îran jî wiha dike. Heger rêveberiyeke nû ava bibe, wê Rûsya û Îran nikaribin weke niha tevbigerin. Rêveberiya fermî ya Şamê jî dixwaze weke berê welat bi rêve bibe. Ji ber ku guhertinên sereke, gavên demokratîk û guhartina makezagonê ji xwe re weke xetereyekê dibîne. Ew jî dibînin ku heger hilbijartineke demokratîk çêbibe wê ew nikaribin bibin rêveber û wê desthilatdariya xwe winda bikin. Rêveberiya Şamê dixwazin heta demekê ev rewşa aloz û parçebûyî ya welat berdewam bike.

Dewleta Tirk jî hewl da li Sûriyeyê rejîm were guhertin û Sûriye bikeve bin bandora wê. Bêguman hêza wê tenê têr nake ku vê bike. Lê belê hewl da ku aloziya heyî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di wan deman de gelê Ereb rabûbû û êdî rejîm dihejiya. Li Misirê Husnî Mubarek ji desthilatdariyê dûr ketibû û hatibû girtin. Bi destwerdan û êrîşên dewletên rojavayî û NATO’yê re Qeddafî hatibû kuştin û rejîma li Lîbyayê hatibû hilweşandin û ji bo İxwanî Muslimîn derfet ava bûbûn. Tirkiye difikirî ku wê heman tişt li Sûriyeyê jî pêk were û bi lezûbez xwe avêt nava Sûriyeyê. Tirkiye, bi welatên weke DYA’yê re dest bi projeyên perwerdekirina çeteyan kirin. Hêzên ku hatin perwerdekirin û çekdarkirin, di demên bê de bi piranî tev li rêxistinên weke DAIŞ’ê bûn. ev yek ne xema Tirkiyeyê bû. Jixwe hişmendiya Erdoxan jî weke ya wan bû. Tirkiye bi El Nusra û DAIŞ’ê re hevkarî kir û hewl da pêşî ji Kurdan xelas bibe. Dema dît ku ev hêz têr nakin, vê carê ew bi artêşa xwe axa Sûriyeyê dagir kir.

Hevperymana bi pêşengiya DYA’yê jî şerê li hemberî DAIŞ’ê danî pêşiya xwe. Ketina wan a Sûriyeyê jî li ser vê bingehê bû. Piraniya welatên Ereb jî tev li vê hevpeymanê bûn. DYA ji aliyekî ve jî hewl da ewlehiya Israîlê mîsoger bike û li Sûriyeyê bandora Îranê lawaz bike. Di rewşa heyî de DYA hewl dide li Rojhilata Navîn hebûna xwe bidomîne û bandora xwe ava bike. Ji ber vê jî hewl dide li herêmê hêz û bandora Îran û Rûsyayê asteng û sînordar bike.

Li Sûriyeyê ewqas dewlet û hêzên cîhanî hene. Her wiha biryarên NY’yê û saziyên din ên navneteweyî yên di derbarê Sûriyeyê de jî hene. Sûriye careke din tev li Yekitiya Ereban bû. Li gel van tevan jî çareseriya Sûriyeyê hêj ne diyar e. Kes nizane ku wê çareseriyeke çawa pêk were. Li aliyê din herkes dizane ku gel çawa tune dibe. Birînên Sûriyeyê giran in û wê ev birîn çawa derman bibin? Kes vê yekê ji xwe re nake derd. Di encamê de berjewendî û siyasetên dewletan derdikevin pêş û çareserî pêk nayê. Dewletên heyî di çarçoveya berjewendî û desthilatdariyê de siyasetê dikin. Ji ber vê jî guh nadin berjewendiyên gel û êşên gel.

Şerê li Ukraynayê jî vê yekê bi awayekî zelal dide nîşandan. Di vî şerî de gelên Rûsya û Ukraynayê tiştekî bi dest naxin. Ukrayna tê hilweşandin. Bi milyonan mirov koçber dibin. Bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Tu kesî vî şerî ji gel nepirsî. Pûtîn û derdora wî ev biryar girt û ji bo ku ragihandin jî di destê wan de bû, li gorî xwestekên xwe gel beralî kirin. Di dawiyê de jî gel têk çûn. Heger bixwestana wê şer derneketiba û niha jî bixwazin dikarin şer bisekinînin.

Heman tişt ji bo Sûriyeyê jî derbasdar e. Heger dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê were û hêzên pêwendîdar biryarê bigirin, wê di demeke kurt de pevçûn bisekinin û deriyê çareseriyê vebe.

Weke ku li Sûriyeyê jî hate dîtin, bi dewletan re çareserî nayê. Pêwîst e gel çareseriyê ji dewletan hêvî nekin û xwe bispêrin hêza xwe. Pêwîst e gelên Sûriyeyê û rewşenbîrên wê, çareseriya xwe deynin holê û ji bo ev pêk were jî xwe birêxistin bikin. Ji bo ku dewlet jî neçarî çareseriyê bibin û çareserî were mîsogerkirin, pêwîst e gel bibin xwedî hêz. Pêwîst e kes ji dewletan hêviya çareseriyê neke û gel serê xwe ji bo çareseriya xwe biêşînin.