Rojnameya Ronahî

Şoreşa çandî û wêjeyî li Rojava

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo civakê guhertin û veguhertinên mezin ji hemû milî ve pêkanîn. Wêjeya kurdî ya nûjen jî yek ji wan aliyên ku bi agirê şoreşê hat vejandin, helbestvanê kurd Necim Ebdullah(Elî Roj) diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû bingeha pêşketina xebatên wêjeyî û çandî.  

Ciwana Mûsa/Tirbesipiyê

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re asta wêjeya kurdî û bi taybet jî helbesta kurdî ya nûjen pêşxist. Gelek helbestvanên nû derketin û bi awayekî afrîner di wêje û helbesta kurdî de pêşketinên ber bi çav pêkanîn. Di derbarê pêşketin û rewşa helbesta nûjen a kurdî de helbestvan Necim Abdullah bersiva pirsê rojnameya me da.

-Tu wekî helbestvanekî kurd ku di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jiyan kiriye, pêşketina helbesta kurdî ya nûjen çaw dinirxîne ?

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek pêşketin çêbûn û gelek şoreş di hundirê şoreşê de pêkhatin; Şoreşa wêjeyî, çandî û civakî ev hemû beşên girêdayî hevin bi taybet şoreşa wêjeyê ku em li ser wê dixwazin rawestin. Berî şoreşê çiqas nivîskar û kesên ku bi zimanê kurdî ve mijûl dibûn jî hebûn, lê ji ber rewşa desthilatdarî, zilm û zordariya heyî, kesî nedikarî bi hesanî bi zimanê kurdî biaxive, binvîsîne û bixwîne. Heta di aliyê navlêkirina zarokên xwe de jî, navên kurdî qedexebûn. Gelek nivîskaran bi rengekî veşartî xebata xwe ya nivîskî dikirin, yan jî bi rengên cuda kar û xebatê xwe didane meşandin. Lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re rihetî û serbestbûnek çêbû û dibistan, zanîngeh û peymangehên bi zimanê kurdî hatin vekirin. Gelek derfet ji bona nivîskarên ku dixwazin binvîsin, bixwînin û berhemên xwe çapbikin vebûn. Êdî gelek berhem û xebatên wek çîrok, roman, helbest, rojname û kovarên bi zimanê kurdî hatin çapkirin û belavkirin. Di warê helbestê de jî, gelek helbestvanan helbestên kilasîk û yên nûjen jî nivîsandin. Weke ku em dizanin bingeha helbesta kurdî ya kilasîk gelekî resen û kûr e. Di serî de helbesvanên me yê bi nav û deng mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyra, Cegerxwîn û gelek helbestvanên din ên ku kedekî wan a mezin di warê pêşxistina ziman, wêje û bi taybet jî helbesta kurdî de heye.

Celeba helbestvanên dema dawiyê jî, sûdeke mezin ji helbesta kurdî ya kilasîk girtine û li ser wî bingehî dest bi wêjeya nûjen kirine û di vî warî de ew jî xwedî kedeke mezinin di warê pêşxistina wêje û helbesta kurdî ta roja me ya îro. Bi pêşketina helbesta nûjen re jî, nayê wê wateya ku dema helbesta kilasîk derbas bûye, an jî êdî kes helbesta kilasîk ve mijûl nabe, berûvajî vê yekê gelek helbestvanên nû jî hene ku  ji rêbazê  xêzkirina helbesta kilasîk hez dikin û dixwazin pêşketinekî di vî warî de pêkbînin

Nûjentî jî ne bi rengê ku tu guhertinekê pêkbîne û ew guhertin berûvajîkirina helbesta klasîk be û wê ji reseniya wê derxîne. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek berhemên wêjeyî derketin û piraniya wan girêdayî rastiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, rastiya berxwedanê, şehîdan û gelek aliyên din jî digirte nava xwe. Li beramberî helbestvanên me yên kilasîk û yên ku bi riya wêjeya kurdî çi ya devokî be an jî nivîskî be, ziman û çanda kurdî bi dirêjiya dîrokê parastin û pêşxistin. Ji ber vê yekê helbestvanên dema neha pêwîste ku helbesta kurdî ya kilasîk bixwînin û jê sûdê bigrin. Ger ku em bixwazin helbesta kurdî ya serbest û nûjen jî pêşbêxin, pêwîste ku li ser bingeha wêje û helbesta kurdî ya kilasîk be û ji cewherê xwe yê resen qut nebe.

Bandora Şoreşa 19’ê Tîrmehê û derfetên ku çêbûn e, gelek li ser wêjeyê heya ku em îro behsa helbest, nivîskarî û zimanê kurdî dikin. Tenê nirxandina wêjeyî kêm dimîne, anku asta helbestên ku îro têne nivîsandin, çapkirin û berhemên ku têne belavkirin, ast û naveroka wan çawe ye? Ger ku em şêwaza ku pê tê nivîsandin binirxînin, gelek aliyên wê yên kêm û yên ku pêwîste were nirxandin û sererastkirin hene.

Sedema hilbijartina te ji nivîsandina helbestê re çi bû?

Nivîsadina helbestan ne ku mirov di destpêkê de hildibjêre, lê bingehê hin behreyan di dema zaroktiyê de bi mirov re nîşaneyê wê xuyadikin û piştî ku mirov mezin dibe ew behre jî bi mirov re mezin dibin.  Hîn ez zarok bûm dema ku min berx li çol û beyaran diçêrandin, wê demê min xwe parçeyek ji xwezayê didît û ez bi ajalan re hevalbûm, bandora vê yekê heyanî roja îro jî li ser min heye. Civaka gundan jî, newekî ya bajaran ne. Ji ber ku mirov xwe li gundan bêtir azad û rehet dibîne û ji xwezayê re bêtir nêzîke.

Piştî ku em tevlî kar û xebatên Tevgera Azadiyê bûn û derbasî qadên çiya bûn, ji bona min mîna destpêka jiyaneke nû bû. Ji ber ku di jiyana gerîla de û di nava kûratiya erdîngariyê de mirov hîn bêhtir bi xwezayê re dibe yek. Di nava bedena xwezayê de û li serê çiyayên ku bilindiya wan dighêje ezmanan, jiyana bi wate û azad li wêderê mirov bi giyanê xwe hîs dike. Dûrî qerebalixa bajaran û ji sîstema desthilatdarên ku jiyana mirovan kirine dojeh û zindan. Li serê çiyayên azadiyê û di nava kûrahiya xwezayê de, jiyaneke nû tê afrandin, hevaltî, heskirin, şerê ji bona jiyanê, rastiya jiyana bi wate hîn baştir mirov bi çavê serê xwe dibîne û ji kûrahiya dilê xwe hîs dike.

Min di destpêkê de, dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê erebî kir. Ji ber ku heyanî sala 2007an jî min nivîsandina bi zimanê kurdî nedizanî. Wê demê tenê min bi tîpên erebî yên ku me jêre digotin sormancî û yên ku ne dişibiyan zaravê soranî jî dizanîbûn binvîsin. Ji ber wê yekê dema ku derfeta fêrbûna bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî ji bona me vebû, yekser min berê xwe da dibistana fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî. Wê demê û di nava rewşa şer û êrîşan de, herçiqasî dem teng bû jî, lê em di navbera 2 heyanî 3 mehan de fêrî xwendin û rastenivîsa bi zimanê kurdî bûn. Ji wê demê û şûn de min xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî kir û heyanî roja îro jî ez hîn bi zimanê kurdî û erebî nivîsên xwe dinvîsînim.

Ji bona ku mirov bikaribe hestên xwe bi rengek ji rengên nivîsandina wêjeyî xêzbike, pêwîste ku di milê aso û hestên xwe de mirov pir kûr be û tişta ku her kes nabîne û hîs nake, tu bibîne û bi kûrahiya dilê xwe hîsbike.  Ji ber ku helbestvan di demên asayî de nikare helbestan binvîse. Tenê di zirweta demên kêfxweşî, xemgînî, êş û rewşên xeternak de helbest têne nivîsandin. Di hindirê her mirovekî de kêm an jî zêde xalên ku hîs bike û binvîse hene. Anku di hindirê mirovan de gelek behreyên veşartî hene û pêwîste ku mirov wan nasbike û derxîne ronahiyê û wan pêşbêxe û bi derdorên xwe re parvebike. Li gorî vê yekê mirovê ku bi wêjeyê ve mijûl dibin, meyzandin û nêrîna wan ji bona hemû aliyên jiyanê tê guhertin. Mîna kesên din yên ku bi wêjeyê ve mijûl nabin, nêzî civak, jiyan, xweza û gerdûnê nebin. Meyzandina wan ji her tiştî re xwedî wateyeke cudaye, ew dixwazin ku bi helbestan teşeyê bidin her tiştî û di wesfê hûrguliyên jiyanê de her tim zimanê helbestê bikartînin. Ger ku derfet hebe jî wêjevan û helbestvan dixwazin di jiyanê de hemû axaftinên ku bilêv dike, bi rengekî helbestî bin.

-Helbest ji bo te tê çi wateyê?

Di serî de mîna ku Rêber Apo gotî: ‘Helbest rengek ji rengên azadiyê ye’. Ji ber ku di helbestê de her gotin û peyvên ku têne bilêvkirin û xêzkirin, ji ber xwe û bi rengekî serbest dikevin ser asoyê bîriyê û bi helbestî têne xêzkirin. Di nivîsandina helbestê de, mirov çi hîs dike dinvîse. Lê divê helbest û rastiya helbestvan hev bigre û hev temam bike. Helbest jî ji bo min lûtkeya hevaltî, ked, xweşikbûn, mirovahî, çand û dîrokê ye, û van hemûyan di nava xwe de digre. Helbest jî ne mîna cureyên din ê nivîsê ye, ji ber ku tu gotin û peyvên ku tu di helbestê de bikartîne, yek bi yek dineqîne û hildibjêre. Mirov nikare helbestê mîna gotarê bihesanî binvîse.  Ji ber ku nivîsandina helbestê mîna fêkiya ku bi rengekî baş disewe û dem tê ku tu wê ji darê jêkê û bixwê. Helbest jî bi zora ku mirov bide ser xwe nayê nivîsandin û mîna fêkiya ku baş negihiştibe û tu wê jêbike, wê gavê wê neyê xwarin.  Anku hizir, hest û aso  dema ku hev temam neke nabe helbest.

– Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî erkê ku dikeve ser milê helbestvanên ciwan?

Tişta ku ji me kurdan tevan tê xwestin çi helbestvan, nivîskar û rewşenbîr bin em zimanê kurdî bi pêş bixin. Ji ber ku zimanê kurdî bi lêkolîn, xwendin û nivîsandinê bi pêş dikeve. Tevî ew derfetên ku piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê derketine, lê hîn gelek ji me di bin bandora zimanên biyanî de mane. Bingehê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku me nêzî 12 hezar şehîd di oxira wê de dan, pêwîste em jî wek nivîskar, helbestvan bi erkê ku dikeve ser milê me rabin û di nava şoreşê de wekî pêşengê civakê tevbigerin. Pêwîste ku em vê yekê bi riya semîner, civîn û çalakiyan teşwîq bikin û di her beşê jiyana xwe de girîngiyê bidin zimanê kurdî. Ji ber ku gelek zimanên cîhanê yê ku zêde nedihatin bikaranîn û kes xwedî lê dernediket windabûne. Eger em xwedî li çand û wêjeya xwe dernekevin wê zimanê me jî xeterî li ser çêbibe ku were ji bîrkirin û ji holê rabe.