Cotkarên kantona Şehbayê ya dorpêçkirî piştî gelek zehmetiyan di çandina pîvazan de ji ber dorpêçê, berhema xwe ya pîvazan berhev dikin. Dorpêç, nebûna madeyên pêwîst ji bo çandiniyê û bihabûna wê, bandor li berhemê kir ku îsal kêm hate çandin.
Berhema pîvaz yek ji berhemên herî girîng a kantona Şehbayê ye ku şêniyên kantonê bi giranî debara xwe pê dikin. Her wiha ew berhem ji bo cotkaran jî ya herî baş û bi sûd e.
Li kantona Şehbayê 2 cûreyên berhema pîvaz hene; pîvazê zivistanê anku frensî û pîvazê şêrîn.
Pîvazê zivistanê di destpêka meha Çileyê de tên çandin û di mehên Tîrmeh û Tebaxê de tên çinîn. Pîvazê şêrîn jî di meha Îlonê de tê çandin û di meha Gulan an Hezîranê de li gor rewşa hewayê tê çinîn.
Li kantona Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê û rêgirtina li ber derbaskirina madeyên sereke, zehmetiyên şêniyên kantonê û koçberên Efrînê zêdetir dibin.
Cotkarên kantonê ji ber dorpêçê gelek zirar dîtin ku nirxê semad û dermanên çandiniyê gelekî zêde bû û ji bo pêxistina matorên avdanê jî mazot nedihat peydakirin.
Komîteya Çandiniyê ya Desteya Aborî ya Kantona Efrîn û Şehbayê destnîşan kir ku wan ji ber dorpêça hikumeta Şamê nekarî pêdiviyên cotkaran wek mazot ji bo avdanê û semad û dermanan peyda bikin ku di encamê de rewşa çandiniyê li kantonê paşve çû û di serî de jî çandiniya pîvazan.
Komîteyê diyar kir ku îsal 700 hîktar pîvaz hatin çandin ku sala borî rûbera çandinê zêdetirî 800 hîktarî bû û ev rûber ji ber dorpêça hikumeta Şamê kêm bû.
Tê payîn ku mewsima îsal dê zêdetirî 35 hezar ton pîvaz berhem bide ku herêm dê bigihîje asta xwetêrkirinê û nirxê her kîloyek li gor cûreyê pîvazê ji hezar û 300 heta 3 hezar û 600 lîreyên sûriyeyî be. ANHA