Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêdengiya li hember sûcên dagirkeriyê didome

15/08/2023
in NÛÇE
A A
Bêdengiya li hember sûcên dagirkeriyê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Koordînasyona Kongra Star sûcên tecawîzkirina jin û zarokan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li deverên dagirkirî şermez-ar kirin û destnîşan kir ku wan ew sûc belge kirine û şandine rêxistinên navneteweyî û yên jinan; lê belê ew rêxistin bêdeng in.

Der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û jinên deverên dagirkirî de, nexasim vê dawiyê ku endamê “meclisa xwecih” a navçeya Cindirêsê Zekeriya Bustanî û kurê wî Nesir Bustanî zarokeke keçîn revand û tecawîz lê kir,  endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed ji me re axivî.

Di çarçoveya van rêzesûcan de, berpirsên Tirk û serçeteyên wan tecawîz li 3 mamosteyên dibistaneke Cerablusa dagirkirî kir. Her wiha serçeteyekî “Ceyş El Şerqiye” gefa tecawîzkirinê li keçên welatiyekî navçeya Cindirêsê xwar heke pere nede wan.

Elîf Mihemed destnîşan kir ku hejmara sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin, ji yên ragihandî pirtir e.

Elîf diyar kir ku di Tîrmeh û Tebaxê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker tecawîz li zêdetirî 20 jin û 5 zarokên keçîn kirine.

Elîf wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn veguhastiye qada pêkanîna sûcan û navenda çêkirin û belavkirina nakrotîkê.”

Elîf diyar kir ku rêxistinên navneteweyî û yên jinan li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê bêdeng in û got: “Me gelek sûc belge kirin û bi rêya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye ji bo wan şandin, lê belê dîsa jî bêdeng man.”

Elîf di dawiyê de banga destwerdaneke lezgîn kir ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Efrînê  û hemû deverên dagirkirî bên rawestandin.   ANHA

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.