Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘15’ê Tebaxê pêngava hêvî û biryardariyê ye’

15/08/2023
in NÛÇE
A A
‘15’ê Tebaxê pêngava hêvî û biryardariyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin û gerîlayê HPG’ê Seydo Destîna 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin û gotin, Pêngava 15’ê Tebaxê rêyeke ronî nîşanî gelê Kurd da.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan AYdin û gerîlayê HPG’ê Seydo Destîna bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin bi pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku îro li çeperên berxwedanê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî dijminê dagirker şer dikin.

Zîlan Aydin ragihand ku gerîlayên HPG û YJA Starê berdêla xwe çi dibe bila bibe li dijî êrîşên dewleta Tirk ti carî serî netewandine û got, “Li gel berxwedana gerîla, têkoşîna gelê me yê fedakar gelekî girîng e. Gelê me xwedî li gerîla derdikeve, li dijî dagirkeran têdikoşe, berdêlên giran dide. Em 15’ê Tebaxê careke din pîroz dikin ku cejna vejînê ya gelê Kurd e.

‘Em sekna serok Apo ji xwe re dikin esas’

Pêngava 15’ê Tebaxê ji berê ve ji bo me bû hinceta bilindkirina têkoşîn û berxwedana me, rabûna li ber teslîmiyetê. Êrîş çiqasî giran dibin bila bibin, çekên kîmyewî çiqasî têne bikaranîn bila bên bikaranîn, em ê ti carî paşve gavê neavêjin. 40 sal in em têdikoşin, em ê 40 salên din têbikoşin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em xeta mîrateya hevalên Egîd, Zîlan, Bêrîtan ji xwe re dikin esas û di vê rêyê de dimeşin. Em berxwedana xwe roj bi roj mezin dikin. Niha li her qada Kurdistanê operasyonên ji bo tunekirina gerîla dewam dikin. Gelê me bila zanibe ku zarokên vî welatî wê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Di van operasyonan de me berdêlên giran, nirxên mezin dan. Gelek hevrêyên me yên leheng heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe dan, şehîd bûn. Bi vê wesîleyê hevrêyên me yên şehîd careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku hêjayî mîrateya wan a berxwedanê bin. Em sekna Rêber Apo ji xwe re dikin esas.”

‘Em ê tola şehîdên xwe hilînin’

Gerîlayê HPG’ê Seydo Destîna destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelên bindest û azadîxwaz gelekî girîng e û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê rêyeke ronî nîşanî me da. Hevalê Egîd piştî Pêngava 15’ê Tebaxê nîşanî me da ku gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk, li hemberî dagirkeran çawa dikarin biparêzin. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji sala 1984’an û vir ve li ser vê xetê meşiya. Di serî de li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi her cûreyî çekan bi kar tîne, lê belê tevî teknîk û teknolojiya xwe jî bi gavekê nikare bi pêş ve biçe. Ev têkoşîna gerîla xwe dispêre

Pêngava 15’ê Tebaxê. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û tola şehîdên xwe hilînin.” ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.