Rojnameya Ronahî

EGÎDBÛNÎ

 Cîger Dilşad

Niha gelek kes dibêjin em Egîdin “ez Egîd im” dibêjin, ango xwe bi têgîna egîtiyê  pênase dikin. Ji beriya PKK, kê xwe bi wê têgînê pênase bikira,belkî ji boyî hin kesan rast bû. Çimkî pîvaneke EGÎDBÛYÎNÊ tune bû. Bi gotineke din; egîdiya wan deman ne xwedî pîvaneke civakî bû, ango ji rêzê bû. Li hemberî hevûdin ,li hember hevsera xwe, “egîd” bûn Lê gava dijber dibû zilamekî dewletê yê herî  jêr ew kes dibûn pisîk. ya rast, ji pisîkê jî xerabtir dibû rewşa wan. Çimkî qet nebe pisîk gava dikeve rewşekî zor xwe bi nepirçikên xwe bi xwe diparêze. Ew kes bi temamî bêdeng û teslîm dibûn. Tişta ji wê jî xirabtir ew bû ku ew sekna xwe wekî kêmasî nedidîtin bû. Te bi gotinên derew ser wê serîdaxistina xwe digirtin.

Egîdbûnî bi parastina û pêşxistina civakê ve girêdayî ye. Egîdbûneke nirxên civakî neparêze û  bi pêş nexe wê li dijî civakê be. Ji lewra jî nabe egîdbûnî.

Niha hinek kes wê bêjin;”çawa wisa dibe? Ma her tişt divê civakî be?”

Bi yek gotineke tenê; ERÊ Divê her tişt civakî be. Çimkî;

1- bêyî civak kes,mirov tune ye! mirov bi civakbûyînê re gihaye asta mirovbûna xwe. Ne   kes,mirov bê civak ne jî civak bê mirov,kes heye.Di vê mijarê de em rastî du mînakên balkêş tên

A-Pergala Kapîtalîst civakbûnê dikuje, da ku bikaribe mirov,kes  tam ji xwe re bike kole. Egîdbûna pergala kapîtal Rambo ye. Lê gava em li Rambo dinêrin ;malmêratî bi tenê serê xwe diçe Vîetnam’ê û artêşa Vîetnamê tarûmar dike! Lê di rastîyê de em dizanin ku DYA revorevo ji Vîetnam’ê bixweyî ku li paş xwe binêre revîya. Heger egîdbûna Rambo rastîye,wê demê çima DYA ew nebir Vîetnam’ê.

B-Pergala sosyalîzma pêkhatî jî, di bin navê civakbûnê de kes fetisand di encamê de civaka bê kes hatibû hiştin bi demê re rizîya û piştî 70-80 salî  pergal ji binî ve hilweşîye. Ji lewra Rêber Apo pîvana wê yekê wisa diyar kir;”mêzîneke optîmal di navbera kes û civakê de pîvana herî rast e”

2-kesê/a ku li hember neyaran bê deng bibe,welat û civaka wê/wî di bin nalên dagirkeran de dinale ,wê çawa û bi çi rûyî qala egîdbûna xwe bike?

3-serî daxistin li ber neyaran tê wê wateyê ku mirov dev ji hebûn û xwebûna xwe berda ye. Kesê/a ku xwebûna xwe wenda kirî bê vîne û kesê/a bê vîn jî nabe egîd.

Egîdbûnî xwebûn e!

Di kesê/a  ku xwebûnî pêknaniye,an jî gav ber bi xwebixwînê ve neavêtî û neketîhewla pêkanîna xwebûna xwe, negengaze ku mirov qala hebûna vînê di kesayeta wî/wê de bike. Ma bêyî hebûna vînê mirov dikare qala kesayetê bike?Em ji mînakên dîrokî dizanin ku  Egîdbûnî li ser vîneke azad zîl dide û roj bi roj geş dibe. Her wiha bi mezinbûn, dewlemendî û firehbûna zanebûna kes ve girêdayî ye. Bi koranî çûyîna ser neyar de jî nabe egîdbûnî. Di destanên  lehengtiyê yên  dîrokî yên gelan  di şer û têkoşîna wan kesan a li dijî serdest, an jî li dijî dagirkeran de derketine holê. Hemû kesên ku ji bo welat û civaka xwe têdikoşin,ji bo parastin û pêşxistina nêrînên civaka xwe û mirovahiyê egîd in û egîdbûna wan hatiye peyitandin. Çimkî;

1-xwebûyînî bûyîna ya xwe ye Kesê/a ku nebe yê xwe nabe yê tu kesî û her wiha nikare bibe egîd jî.(di vir de di navbera kevanê de vê bêjin; jin-mêrtiya egîdbûyînê tune ye.Kî karê xwe bigihîne rastiya civakî ew egîd e! Bi gelemperî wekî ku egîdbûnî bi tenê pênaseyeke ji boyî mêran tê kirin hatiye rûniştandin. Halbûkî ew pênaseyeke baviksalarî ye .Di dîrokê û roja me ya îro de jî bi hezaran jinên ku bi sekin û têkoşîna xwe egîdbûnî pêk anîne hene.Mînak;Rebîa,Zarîfe, Besê,Rindexan,Leyla QASIM û di dîroka yavgera azadiyê de hijmar ewqas zêde ye ku mirov nikare bihesbînê;Besê,Rûken,Rehîme,Zekîya,Zîlan,Bêrîtan,Barîn,Avêsta û bi hezaran jinên ku xwe gihandine asta egîdbûnê hene.

2-wan di serî de xwe gihandî vîneke xurt. Vîn bi zanebûna civakî xurt e. Çimkî hêza civakî li pişt kê be,ew xwedî hêz e,bi vînê xwebûnî pêk tê,.

3-ew gihane zanebûna ku, bêyî  civak ew ne tu tişt in û bi civakê re ew dikarin xwe bigihînin rastiya xwe,ango bûyîna xwe di hebûna civakê de dibînin.XWEBÛNA civakî xwebûna herî zexm e. Yê/ya xwe dinase dikare bizanibe ka  dike û wê çi bike.Zanebûna kes xwe zanebixwe na herî bi bandor e.Belkî pirsa felsefî ya herî kevnar “Ez kî me?” mirvahî her li bersifa wê pirsê digere.Yên ku piçekî nêzî   bersiva rast bûne,karîne ku xwebûna xwe pêk bînin.

4-xwebûna xwe bi bûyîna civakê temamdikin.

5-Zanebûna xwe bi çanda gel dişon,şûştine(di civakan de tişta herî berxwedêr çand e! Çimkî her civakek bi çanda ku bi demê re diafirîne dibe civak û ji ber ku di zemanekî dirêj de diafirîne û pê civakbûna xwe ji her tişta dervayî xwe diparize,xurt û qewîm e.Neyarên civakê jî di serî de êrîşî çanda gelan dikin. Di vê mijarê de mînaka Napolyon di hewldana dagirkirina Misirê tê zanîn.her wiha ya Fransa gava Cezaîr dagir kirî. Lê ya herî ber bi çav  polîtîkaya dewletên dagirkerên Kurdistan’ê ye.)

6-Egîdbûnî xwebûn ye,her wiha îsrarbûna di parastina bûyîna xwe li gorî rastiya xwe ya netewî û civakî ye.Pişaftin sîyaseta hemû dewletên dagiker û emperyal e. Çimkî pişaftin guhartina cewhera hebûna ye .Serdest bi pişaftinê gîyana kes diguherînin ,da ku bedena kes di xizmeta xwe de bi kar bînin. Mixabin li Kudristan’ê em dibînin ku dagiker çiqasa di wê sîyasetê de bi ser ketine. Li Kurdistan’ê hezkiriya/ê qatîlên xwe wek polîtîkayekê hate pêşxistin û mixabin  giha asteke ku kesên civaka Kurd ji dijmin pirtir Kurdîyeta xwe înkar bikin û di xizmeta celedên xwe de bixebitin.

Di civaka Kurd egîdbûnî!

Pîvanên egîdbûyîna rast bi derkrtina Rêber Apo re derkrtin û bi têkoşîna ku Rêber Apo bi pêşxistî egîdbûna rastîn di nava civaka Kurd de belav bû. Em ji bîr nekin ku Rêber Apo ji ber jina ku pê re zewicî bû ji mala xwe bazda ye.Belkî Rêber Apo wê rojê derbeya herî giran li egîdbûna kilasîk da û rêya egîdbûna rastîn vekir!

Berîya PKK, kesên ku xwedî mal û milk bi zirtên xwe yên vala û derewîn xwe wekî egîd pênase dikirin û ji ber hêza wan jî kesekî/ê nediwêrî  bigota”na,tu ne egîdî”,ango egîdbûneke hundirê wê vala û di xizmeta neyar de hebû. Wê egîdbûna derewîn jî heta 15’ê Tebaxê rê li ber derketina egîdên rastîn digirt. Doh jî îro jî yên herî pir êrîşî PKK û Rêber Apo dikin kesên ku di xizmeta neyaran de ne.Ango objektîf an jî subjekîf ajanetiya dewletên dagirker dikin e;xayînin!

PKK  tevî hemû şaşitiyên xwe (ku Rêbertî di paraznameyên xwe de vekirî vedibêje) bi têkoşîneke bêhempa  rasiya Kurd û hebîna gelê Kurd xist çavên neyaran. Her wiha bi Kurdan re da qebûlkirin ku bê nasname negengaze ku bibe yê xwe û şertê xwebûn bûna yê/ya xwe derxistin holê.

Tu kes wekî kesên xayîn tisonek tune ye! Ji ber ku ji vîn û xwebûn bûna şoreşgeran ditirsîn,bi her awayî hewl didin ku xwe bi neyaran bidin qebûl kirin. Kesên xayîn ji ber ku pir zêde ditirsîn û timî ditirsîn ku neyar wan bikujin,dikevin hewladanên xwe qebûlkirina bi neyaran.

Lê şoreşgerê/a ku bi felsefaya Rêber Apo xwe gihandî astekî, bi tenê ditirse ku nebe bersiv ji daxwazên civakê re. Egîdbûyîna ku bi Rêber Apo re derket holê ji xwe pirtir bi civakê, bi ekolojiyê,demokrasiyê û azadbûna jinê difikire û ji bo ew armanc pêk werin di gîyan,raman û vînê de xwe digihînin asta egîdbûnê.Yên ku xwe nagihînin wê astê,piştî demekê xwe di hembêza neyaran de dibînin. Ango egîdbûnî ne bi tenê şerkirina êkdarî ya li hember neyarin! Ew jî di nav de bûyîna xwedî helwesteke birdozî,  civakî û gelêrî ye.

Mirov çiqasa li dijî her feraseteke   dewletê têdikoşe ewqasa egîd e!

*Jina ku ji mal nikarî derketa ,îro bi pergala hevserokatiyê pêşengtiya şoreşê dike!

*Kurdê/a ku navê wan li dinyayê tunebû û tu kesî ew nasnedikirin,îro li çar alîyên cîhanê têne nasîn.

*Çanda ku ber bi mirinê ve bi lez û bez diçû û di bin toza dîrok û xwe nenaskirinê de fetisî bû,vejîn bû û îro ketiye riya pêşketinê.

Bê guman ev û yên din tev jî bi egîdbûna ku Rêber Apo derxistî holê derkrtine meydanê.

Ji lewra jî neyar herî pir êrîşî  kesên  ku xwebûna xwe pêkanîn e,dike;wan bi awayên herî xirab pêşkêşî civakê dike. Tu kes wekî Rêber Apo rastî êrîşa neyaran nehatiye. Çima? ji ber ku ew Egîd’ê herî mezin e  ku Kurd û mirovahî dinase ye. Ne wisa ba hemû hêzên dagirker û emperyal nedibûn yek û ew bi komployekî navdewletî dîl nedigirtin û bi dehê salan ew di zîndaneke yek kesî de nedigirtin. Rêber Apo bi tenê riya egîdbûyîna rastîn li Kurdistan’ê bi pêş nexist,ji komlp jî baş tê fêmkirin ku Rêber Apo di nava gelên din de jî bi pêş dixist.BI SEDAN EGÎDÊN mezin ji nava civaka Ewropa derxistin. Ji lewra jî di serî de dewleta Alman PKK’ê wekî Tevgereke terorîst ragihand. Ev rastî di pêvajoya berxwedana Koban’ê de pir vekirî derket holê.

Xaleke balkêş ya egîdbûna ku Rêber Apo bi pêşxistî  jî ew e ku egîdbûneke kolektîf û civakî ye.

Heger fermandarê mezin Mahsum KORKMAZ xwe negihandiba rihekî kolektîf û civakî negengaz bû ku pêngava 15’ê Tebaxê biavêta.

Egîdbûna Rêber Apo bi xwe re derxistina egîdên nû ye!

Egîdbûna ku bi xwe re egîdên nû neafirîne ne egîdbûna Rêbertiyê ye!

Egîd’ê mezin Rêber Apo bi xwe re egîdên mîna Mazlûm’an,Kemal’an,Mahsûm Kokmaz’an,Zîlan’an,Barîn’an,Bêrîtan’an, Mam Zekî’yan û deh hezaran egîd  afirand!

Îro bi wê egîdbûnê xîma Konfederalîzma Demokratîk  tê raxistin,çanda demokratîk ya civakên heremê bi rengê jina azad û  li gorî rastiya dîrokî ya civakan tê birêxistkirin!

Îro heger diruşme ya JIN JIYAN AZADÎ    li çar aliyên cîhanê belav bûye û ji hêla gelan ve hatî qebûl kirin,ev encama egîdbûna ku Rêber Apo afirandî û ew kirî malê gelan.

lewra bi dilekî rihet em dikarin bêjin ku egîdbûna Rêber Apo wê serkeftina konfederalîzma Demokratîk bîne.