Rojnameya Ronahî

’Şitla îro dara pêşerojê ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Yek ji çalakiyên Çandê yên ji bo pêşxistina zarokên xwedî raman, Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya zarokan ne. Endamê Desteya Çandê, Alan Ebdullah diyar kir ku armanc ji pêşbirkê pêşxistina çand û wêjeya zarokan e.

Desteya Çandê a  Herêma Cizîrê Pêşbirka 4’emîn ya bi navê nivîskarên pêşerojê li dar dixe.

Ev pêşbirika  çandî û wêjeyî ya zarokan e, her sal li ser asta kantona Cizîrê tê li darxistin. Desteya çandê yekem pêşbirk di sala 2019’an de li dar xist. Îsal jî di 6’ê Tîrmehê de, bi durşmeya “Şitla îro dara siberojê ye” hate destpêkirin.

Herwiha Kesên ku tevlî vê pêşbirkê bûne li ser 2 beşan hatine belavkirin. Beşa yekê zarokên ji tmenê 10 heya 14’e salî dihewîne û beşa din jî ji temenê 15 heya 18’e salî ne. Hejmara zarokên di pêşbirka îsal de beşdar bûne jî, 160 zarok in.

Desteya Çandê a Herêma Cizîrê 3’ê pêngav ji pêşbirkê re destnîşan kirin e. Zarokên ku navên xwe tomar kirin e di van pêngavan re derbas dibin. Di dawiyê de jî xelat ji bo kesê asta yekem, 2’yem û 3’yem derketine, tên dayîn. Xelatên kesa/ê asta yekemîn derdikeve, 20 pirtûk, 250 hezar leyreyên Sûriyê û sipasnameyekê werdigire. Herwiha ya/ê ku asta 2’emîn derdikeve, 15 pirtûk, 200 hezar û bi sipasnameyekê tê xelatkirin. Di heman demê de jî ya/ê ku asta 3’yemîn derdikeve 10 pirtûk, 150 hezar û sipasnameyekê werdigire. Ji bo ku vîna zarokan xurt bibe desteyê biryar da ku sipasname li hemû zarokên ku di vê pêşbirkê de beşdar bûne werin belavkirin.

Zarok bi zimanê kurdî û erebî  berhemên xwe tevlî vê pêşbirkê dikin . Niha jî pêşbirk gihaştiye pêngava xwe ya dawîn û hejmara beşdaran bûye 95 zarok û hîna jî berdewam e.

Derbarî pêşbirkê de endamê Desteya Çandê a herêma Cizîrê, Alan Ebdellah û zarokên beşdar ji rojnameya me axivîn.

Alan Ebdellah da zanîn ku sedema lidarxistina pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê, bilinkirina asta çandî û wêjeyî ya zarokan e û wiha axivî: “Tişta ku bala me kişand heya ku em dest bi çalakiyeke wisa bikin, asta nivîsê ya li cem zarokan bû. Mamosteyên dibistanan bi riya lêkolînên ku şagirtan amade dikirin, asta nivîsa wan nas dikirin. Me jî dît ku divê ev şagirt sûdê ji navbera havînî bigirin. Em dibînin ku civaka me û di nav de jî zarok bi rahiştina mobailan mijûl dibin û çanda xwendin û nivîsê li cem wan kêm bûye. Ev bandorekê neyênî li wan dike û divê çareser bibe.  Ji ber vê yekê jî bi riya lidarxistina Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojî hin bi hin çêdibe û çareser dibe. Mebesta me bi vê pêşbirkê pêşxistina çand û wêjeya van zarokan e. ”

‘Pêşketineke ber bi çav çêbûye’

Ebdellah destnîşan kir ku asta xwendin û nivîsandinê li cem zarokan ji salên derbasbûyî bilndtir bûye û wiha domand: “Me ji sala 2019’an de, bi hejmareke ji zarokan pêşbirka xwe ya yekem li dar xist. Derfet kêm bûn, herwiha zarok jî ne di wê astê debûn ku karibin berheman binvîsin . Lê bi domana demê re pêşketineke berbiçav bi zarokan re çêbû. Hem ji aliyê beşdarbûna di pêşbirkê de, hem jî ji aliyê naveroka berheman de. Piraniya berhemên van beşdaran sirûd, şano û çîrokên zarokan in. Hêjayî gotinê ye ku hin zarokên di van pêşbirkan de beşdar bûne, roman nivîsandine û romanên wan hatine  çapkirin jî. Carcaran komîteya nirxandinê ji naverokên berhemên van zarokan matmayî dimînin. Ji ber ku bi xeyaleke berfireh û asteke wêjeyî ya zengîn ramanên xwe hûnandine.”

 ‘Pêşbirk  ramanên zarokan geş dike’

Nivîskarê pêşerojê yê bi navê Dilar Derwêş  yê 13’e salî diyar kir ku pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê geşedanê bi wêjeye û çanda  re zarokan çêdike û wiha axivî: “Ez ji navçeya Amûdê me û ev cara yekem ku tevlî vê pêşbirkê dibim. Ez ji nivîsandin û xwendina çîrokên zarokan hez dikim, ji ber vê yekê ez îsal bi saya destekdayîna mamosteyên xwe  tevlî vê pêşbirkê bûm. Min çîrokek ji bo vê pêşbirkê amadekiriye, ev çîrok ji bo zarokan e û bi zimanê kurdî ye. Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê rê li ber her zarokekî vedike ku tê de beşdar bibe û jêhatiyên xwe pêş bixe. Hem jî geşedaneke wêjeyî û çandî bi zarokan çêbike. Bang û hêviya min ji zarokan ew e ku zarok gelekî mijûlî xwendin û nivîsînê bibin. ”

Pêşbirkê hêz da min ku ez hestê xwe bînim ziman’

Hîro Ehmed keça kurd ya 17’salî ku ji Serê Kaniyê ye anî ziman ku pêşbirkê derfet û hêz da min ji bo hestên xwe bînim ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku Serê Kaniyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve hate dagirkirin em bi malbatî koçbeî Qamişlo bûn. Min perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanên Qamişlo berdewam kir. Heskirina min ji zimanê dayikê re bê hempa ye. Lewma gelekî ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe hez dikim. Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê rê li ber min vekir ku hest û ramanên xwe bînim ziman û binivîsînim. Min gotarek li ser rewşa civak û erdîngariya Serê Kaniyê ya ku berî were dagirkirin, nivîsandiye. Min wek keçeke ciwan xwest ku ez ne bedbîn bim û hêviya gelê Serê Kaniyê xurt bikim  û wan kêliyên xweş û geş bînim bîra wan.  Kesê ku destek da min jî bavê min bû. Ji ber ku wî bi hûrbîniyên girêdayî mijara ku min li ser dinvîsand, dizanîbû. Ez hêviya serkeftinê ji hemû kesên beşdar re diwazim û di heman demê de jî em dixwazin ku vegerin warê bav û kalanên xwe. “