Rojnameya Ronahî

‘Li ser girtiyan di nava tecrîdê de tecrîd tê ferzkirin’

 Xizma girtiyan Hatîce Akin bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan da, derbarê tiştên ku bûye şahid de got:“Girtî ji hemû mafên xwe bêpar in. Ji bo biçin nexweşxaneyê bi mehan li bendê dimînin.”

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirina mafan didomin, di demên dawî de jî girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin. Li girtîgeha Tîpa D a Hejmar 1 Amedê her dem davêjin ser odeyên girtiyan û girtî tên derbkirin. Cil û pereyê ku ji wan re tên şandin nadin wan. Têkildarî mijarê xizma girtî Hatîce Akin axivî û got ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne.

Hatîce Akin ragihand ku kurê wê Melîk Akin ji sala 2016’an ve girtî ye û got ku kurê wê bêyî tu delîlek şênber hebe hatiye girtin û ceza girtiye. Hatîce Akin got ku beriya kurê wê, hevjînê wê jî çend salan di girtîgehê de maye û diyar kir ku 20 sal in diçe girtîgehê tê. Hatîce Akin diyar kir ku li girtîgehan tu car zext bi dawî nebûne û bi gotinên “Di nava tecrîdê de tecrîd li girtiyan tê ferzkirin” rewşa heyî pênase kir.

‘Ji nava xwarinê kevir derdikevin’

Hatîce Akin agahî da ku kurê wê nexweş e û tevî ku gelek caran daxwaza dermankirinê kiriye jî piştî çend mehan wî birine nexweşxaneyê û da zanîn ku girtiyên rewşa wan lezgîn bûye jî piştî çend hefteyan birine nexweşxaneyê. Hatîce Akin wiha behsa kirinên li girtîgehan kir: “Cilên ku em dişînin, pêlavan nadin girtiyan. Pereyê em dişînin jî nagihîje wan. Dema ku yek nexweş be li girtîgehê nayên lê nanihêrin. Di hevdîtinê de li ba min jineke ku hatibû hevdîtinê ji ser hemdê xwe çû, piştî çend saetan hatin wê birin nexweşxaneyê. Nahêlin girtî bêhnê bistînin. Li girtîgehê tecrîd tê ferzkirin. Ji nava xwarinan tiştên ecêb derdikevin. Girtiyan diyar kirin ku gelek caran ji nava xwarinê kevir û cîsm derketine, pêdiviyên wan nayên bicihanîn. Tiştên ku dixwazin nadin wan.”

‘Li girtiyên ku dibin nexweşxaneyê îşkence dikin’

Hatîce Akin bal kişand ku ser girtiyan îşkence û zexta sîstematîk heye û got: “Her roj davêjin ser koguşan. Carek dema ez çûm hevdîtinê, dengê qîrînê dihat, min dît ku girtiyek bi lêdan dibin nexweşxaneyê. Li dijî vê îşkenceyê em nizanin bibêjin çi, tiştekî ku em bibêjin tune ye. Her tişt dikin, qet nasekinin. Li girtîgehan tiştek bi mirovan bibe saetek paşê ambulans tê. Wekî ku girtina wan nebes be, di ser de îşkence li wan dikin.”

Ji bo kujeran efû heye lê ji bo siyasiyan tune ye’

Hatîce Akin bang kir ku girtî werin berdan û bertek nîşanî zagona torbe ya ku tenê girtiyên edlî digre nava xwe da û wiha got: “Divê hemû girtî serbest werin berdan. Bila zarokên me werin malên xwe êdî bes e vê zilmê. Ne salek û du sal e 20 sal in diçim ber deriyên girtîgehan û têm. Tevî ku tu sûcê van mirovan tune ye jî bi salan girtî dimînin. Ji bo diz, tiryakfiroş û kujeran jî efûyê derdixin. Çima ji bo siyasiyan efû tune ye? Çima li dijî bi hezaran mirovan cudakariyê dikin?”. NÛ JINHA