Rojnameya Ronahî

Diyaneta tirkan dayika DAIŞ’ê ye

 Hafiz Ahmet Turhalli

Li dewleta Tirk a qirker û dagirker binavê doza Kobanî dozek hatiye vekirin. Ev doz doza tolhildanêye! Dewlteta Tirk bi desthilata Erdogan, stratejiyek nuh ava kir. Bi navê serkotiya misilmanan hemleyek da destpêkirin. Milletên rojhelata navîn heta efrika, zilmekî giran jiyan dikirin, bi navê bihara Ereban serî hildan. Serîhildana van gelan, ji bo azadî û aramiya wanan bû. Di van serîhildanan de, bikaranîna Îslama desthilatê ku rêbertiya wan Îxwanî muslimîn dikir, şoreşa gelan hate têk birin. Bi boneya van serîhildanan Dewleta Tirk bi polîtikaya zindî kirina Osmaniyan stratejiyek ava kir. Li gor vê stratejiyê hêz hatin rêxistin kirin. Ji van hêzan ên sereke hêza DAIŞ’ê bû. Divê ev heqîqet neye ji bîr kirin kû DAIŞ’ê çêjikê dewleta Tilrke. DAIŞ bi hişmendiya dîyaneta Tirk hatiye ava kirin û ev hişmendî bingeha xwe ji kuştin û talanê digre. Li gor plana dewleta Tirk divê DAIŞ bi serketa û osmanitiya nuh bihatana cî bi cî kirin. Lê ev xewn û xeyal di Kobanêde hatin têkbirin. Dewleta Tirkan gellekî pere, alavên leşkerî ji bo vê hêza xwînxwar terxan kiribû, hesab û stratejiya xwe jî, li gor vê hêza reş ava kir. Di Kobanîyê de têkçûna DAIŞ’ê bû sedem ku xewn û xeyalên dewleta Tirk jî têk biçin. Neyartiya Kurdan a dîrokî bê guman li cem dewleta Tirk kûr bû, lê têk birina DAIŞ’ê, ew har û dîn kirin. Ji ber wê Kobanê buye kulekî bê derman, li ser dilê dewletê û birêveberan.

Doza Kobanê ne dozekî qanûnî ye û ne rewaye, ne jî mirovîye, berûvajî dozekî tolhildana DAIŞ’ê ye.

Dewlet bivê dozê dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne. Ji bo wê kuştinên bixwe kiriye, dixe ustiyê sîyasetmedarên Kurd de.

Ecêba giran saziya diyanetê jî tevlî vê dozê buye û tiştên layiqê xwe pêş kiriye.

Diyanet dibêje tundî û tûjî hatiye bikar anîn, mirovên bê guneh hatine kuştin û mizgeftan zerer dîtiye.

Hey bê ol û bê bawerno! Ev kesên hûn behsa wan dikin hatine kuştin hemû Kurdin, yek zilamê dewletê têde nîne. Hûn navê xortekî kû malbata wî hevkarê dewletêye hatiye kuştin dikin; kesê hûn dibêjin ev kuştin pêk aniye, mehkemeyên we bi dîmen îsbat kiriye ku, ew xort:150 km ji herêma kuştinê dûr û wê demê di dawetekî de tembûr lê daye.

Ey Diyaneta qirêj: Pêncî hezar xortên Kurdan hatine qetil kirin, mezelên wan hatin teqandin, hestiyên wan hatin derxistin hûn li kêderê bûn? Jin, zarok û kalepîr hatin îşkence kirin û kuştin, hûn li kêderê bûn? Mizgeftên Kurdan hatin ruxandin, dibistanên wan hatin şewitandin, malê wan hate talan kirin, hûn li kêderê bûn?

Mele û Şêxên Kurdan hatin qetil kirin, mezelên wan ne diyarin hûn li kê derêne?

Berpirsên we, qumar, madeyên hişbir, zina, dizî, talan, derew, îftîra û xapandin kirine jiyan, hûn li kê derene? Na na: Hûn jî hevalên wan gunehbar û munafiqanin û hûnê bi hevre teşîr bibin. Hûn ji xwedê ne hez dikin, ne jî bawer dikin, hûn bawermendên dewleta nîjadperest û kemalîstin, hûn ne bawermendên Îslamêne.

Bawermendên Îslamê destûra wan eve:

‘Gelî bawermendan! Dijî we, dayik û bavên we mirov û dostên we be jî, ji bo dadê bibin şahidên rast û dirust’. (Nîsa 153)