Rojnameya Ronahî

Kilînkên Gel navenda alîkariya tendurstî a gel e

Hemza Sêvo/Qamişlo

Ji pêşkêşkirina alîkariya tendurstî û dermankirina nexwşiyên gel, Kilînkên Gel ya bajarê Qamişlo bo cihê çareseriyê. Hevsroka Kilînkên gel a bajarê Qamişlo Şems Ismayîl diyar kir ku  armanca wan ya sereke alîkariya civakê ye.

Ji bo alîkariya welatiyên bajarê Qamişlo di milê tendurstî û dermankirinê de, di 28’ê Adar 2021’an de,  Navenda Kilînkên Gel li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Navenda Kilînkên gel 8 kilînkên ku beşên bijîşkiyî yên taybet di nava xwe de dihewînin, pêk tê; weke beşê nexweşiyên zarokan, gurçik, guh, sinir, diran, nexweşiyên hundirîn,hestî û nexweşiyên livikên tiryoyîd.

Di heman demê de ev navend odeya nexweşiyên awarte, odeya analîzkirina xwînê, firoşgeha dermanan,  odeya lênerînê ya îko û Odeya Eşi’a ya ji bo girtina wêneyên tîrêjî yên hestiyan di nava xwe de dihewîn e.

Kilînkên Gel ji bilî roja înê her roj ji demjimêr 8’ê sibehê heta 2’yê piştî nîvro welatiyan pêşwazî dike. Hejmara bijîşkên  di vê navendê de kar dikin jî, 54 bijîşk in. Herwiha hejmara endam û karmendên tendurstiyê yên vê navendê 23’ê ne.

Girêdayê kar û xebata Kilînkên Gel, hevseroka kilînkên Gel a bajarê Qamişlo , Şems Ismayîl û şêneyên kantona Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

‘Armanca me alîkariya gel e’

Şems Isma’îl diyar kir ku kar û xebata Kilînkên gel ji bo deastekdayîna gel e û wiha axivî: “Navenda me girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk e. Weke ku tê zanîn TEV-DEM kar û xebatên wê tev ji bo gel e. Navenda Kilînkên Gel, niha bûye cihê serke ji gel re. Tevî ku kilînkên bijîşkên tayebet hene, lê şêneyên kantona Qamişlo dîsa jî ji bo dermankirinê serdana  vê navendê dikin. Sedem jî ji ber ku derman û dermankirin li derve buha ne. Ji ber rewşa aboriya azehmet a welatiyan, em nirxên  lênerîn, taqîkirina xwînê û dermanan kêm distînin. Buhayê lênerîna her nexweşekî 6 hezar lîreyên sûrî ye, taqîkirina xwînê li gor cureyê wê dimîne, ji 6 hezaran heya 160 hezaran e. Derman jî di heman rewşê de ye. Em derman ji 5 firoşgehên mezin tînin û tenê 10 ji sedî feydeya xwe davêjin ser. Lê firoşgehên tayîbet yên din 25 ji sedî feydeyê davêjin ser her cureyekî ji dermanan. Ev tişt  dihêle ku welatî berê xwe bidin Kilînkên Gel.”

 ‘Astengiyên heyî, bandorê li awayê kar dike’

Şems da zanîn ku pirsgirêkên derdikevin pêşberî wan, bandorê li awayê kar dike û axaftina xwe wiha qedand: ” Rojane em pêşwaziya nêzî 500 kesî ji bo analîzkirina xwînê û nexweşiyên curbecur, dikin. Hejmareke wisa, li gor mezinbûna navendê jî gelek e. Lewma ev yek ji bo me û şêneyan pirsgirêkeke mezin e. Herwiha hinek astengî ji aliyê alavên tendurstiyê jî derdikevin. Hejmara alavên analîzkirina xwînê li gor fişar û zexta ji aliyê hejmara kesên ku tên xwîna xwe analîz dikin, kêm in. Kesên ku xwîna xwe li vir analîz dikin gelek in û alav jî kêm in. Lewma nexweş gelekî astengiyan ji ber derengmayînê dibîn. Di heman demê de ji bo her beşekî bijîşkiyê, pêwîstiya me bi hejmareke din ji alavên tendurstiyê hene. Weke alava Panorama,Tenzîr, Îko û hwd…  Herwiha pêwîstiya me bi gelek alavên tendurstiyê yên din heye. Ev astengiyê ku derdikevin pêşiya me bandorê li kar û xebata me dike.Em bang rêxistinên tendurstiyê yên navdewletî dikin ku destekê bidin me, da ku  em jî ji wiha zêdetir destekê bidin gel.”

‘Navenda Kilînkên Gel bi me re alîkar e’

Nexweşê bi navê ’Îmad Keytû’ yê ji bajarê Qamişlo diyar kir ku Kilînkên Gel bi nexweşan re alîkar in û wiha domand: “Min ji ber nexweşiya pişta xwe, serdana vê navendê kir. Ji aliyekî ve danûstandina karmendên tendurstî yê navendê ya ku bi awayekî baş pêşwaziya min û hemû nexweşan kirin. Herwiha ji aliyê din ve jî buhayê lênerînê, dermanan û dermankirinê jî hişt ku ez werim vê navendê. Bi rastî di navbera Kilînkên Gel û kilînkên din de, gelek cudabûn ji aliyê buhayê lênerîna bijîşk û analîzkirina xwînê heye. Di serî de buhayê dermanên ku li firoşgeha dermanan ya navendê tê firotin. Nexweş dermanên xwe ji firoşgeha navendê dikirin. Buhayê dermanên vir bi gelekî ji buhayê firoşgehên dermanan yên derve kêmtir e. Wekî din hinek derengmayîn di warê meşandina dorê de heye. Lê  ji hemû aliyên din ve, xizmetguzariya ji bo me tê pêşkêşkirin gelekî baş e. Herwiha navenda Kilînkên Gel ji bo me nexweşan gelekî alîkar e ”