Rojnameya Ronahî

Siwarê Helbesta Resen

Ebûdê Mexso

Nivîskar,wêjevan û helbestvanê bejinbilind û qedirgiran,xemxurê zimanê kurdî, afrîner û behremendê demê. Bi koça xweyî dawî te em kuldar û birîn kirin, bi êş û xemgîn kirin, bi koça te çand,kelepor û wêjeya kurdî stûneke bi hêz û bandor winda kir. Lê tê zindî di dilê miletperwer, welatparêz û hezkirên wêjeya kurdî de bimîne, oxir be helbestvano, oxir be hezkirê wêjeya kurdî helbestvanê nemir Lorî yê Tildarî.

Lorî yê Tildarî berdevkê nivîsgeha bajarê Dêrikê û endamê encumana giştî ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bû. Di sala 1957 an de li gundê Tildarê yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko ji dayîk dibe. Di sala 1964 an de li gundê Endîwarê xwendina xwe ya seretayî dixwîne, li Dêrikê dest bi xwendina amadeyî dike. Bawernameya xwe ya refa dunzdehan li Dêrikê destîne û li zanîngeha şamê beşê mafnasiyê dixwîne, lê mixabin ji ber hinek pirisgirêkan berdewam nake. Piştre dibe mamoste,derd, êş, birînên civakê bandorê lê dike, lewra bi hestên xweyî nazik û gewre di dawiya sala 1974 an de dest bi nivîsa helbesta kurdî dike. Aşiq û evîndarê helbesta resen a kilasîk bû û helbestên nûjenî jî dinivîsand. Di helbestên xwe de giranî dida êş û azarên milet, şoreş û serhildanên herçar parçeyên welat, berxwedana zindana û lehengiya serê çiya. Bi hişmendiyeke saxlem û bi zîrekî doza azadiya gelê xwe dikir. Gelek caran li ser rûreşiya çeteyan nivîsand û şoreşa Rojava ji helbestên wî bê par neman. Gelek kar û xebat di ber çand û berhevkirina folklorê de belge dike, bitaybetî yên herêma koçeran. Ew ji malbateke welatparêz û hezkirê çand û hunera kurdî bû. Birayê wî Mihemed Elî (Dilovan) jî helbestvanbû. Yek ji damezrînerê Mihrecana helbesta kurdî bû,duyemîn mihrecan li gundê xwe Tildarê li dar xist, li gel helbestvanê nemir Imerê Lalê û çend kesên din, herweha yek ji damezrînerê tevna çand û hunerê li Dêrikê bû. Gelek komên folklor û hunermendên wê demê sûdê ji helbestên wî digirtin û gelek caran awaz jî didane wan, ji wan jî wek Cemal Seedûn, kanîwar, şadî Tildarî, Bilind Ibrahîm, Azad Feqe û hwd. Li gel nivîsa helbestê 700 heta 800 stranên folklorî berhevkirine û bi awayekî wêjeyî radixe û şîrove dike. Du dîwanên wî yek bi navê Halan û ya din jî bi navê Tildar hatine çapkirin.

Çend berhemên din bi rengê reşnivîs jî hene, yek ji wan li ser folklora herêmê ye. Nêzî 16 xelatan girtiye wek: Xelata Seydayê Cegerxwîn,Osman sebrî,Tîrêj,mihrecana helbesta kurdî…  Nemir Lorî yê Tildarî ked û xebateke mizin di derbarê çand û wêjeya kurdî de birêve dibir. Herweha wî di dilê hemî welatparêz, dilêş û xemxurê çand, ziman û wêjeya kurdî de bimîne, di 29/7/2023 roja şemiyê li nexweşxaneya Aştî li bajarê Qamişlo koça dawî kir. Sersaxî ji bo kuflet, malbat, miletperwer û hemî dost û hevalên wî re. Gorra te behişta rengîn be.

Nêrgiz, rîhan û yasimîn be