Rojnameya Ronahî

Nêzîkatiya rast ji heqîqeta şehadetê  re

Volqan Elî

Şoreşa Rojava, xususiyeta gerdûnî ya şoreşa Kurdistanê bi tevlîbûn û şehadeta mirovên ji gelek neteweyên din zêdetir xurt kir. Li ba Kurdan, gelên mîna Ereb, Suryan, Ermenî, Çerkez jî di nava refên şoreşê de gihiştin hev. Ev jî têrê nekir, ji welatên Ewropayê yên ku navendên modernîteya kapîtalîst in û ji gelek neteweyên din jin û mêrên ku bi azadiyê û heqîqeta civakî  bawer kirine di şerê li dijî DAIŞ’ê û li dijî curên wê yên dijminê mirovahiyê bûn yek. Têkoşîna ku bi baweriyeke mezin li dijî dagirkeriya Tirk û hovîtiya DAIŞ’ê hat meşandin her ku mezin bû, canên ku ketin hembêza xaka pîroz jî zêde bûn. Rastiya şehadetê bû parçeyek ji jiyanê. Hema hema her roj bîranîna şehîdan çêdibe. Her roj bi hezaran mirov soz didin ku wê berdevkiya şehîdan bikin. Bêguman, ji bo berdevkiya şehîdan berpirsiyariyeke mezin hewce dike. Mirov tenê bi bîranînên wisa, bi gotinên xweş û bedew nikare xwe ji berpirsiyariya dîrokî bişo.

Divê mirov vê xisûsê bi girîngî destnîşan bike û xwe bigihîne hisiyata wê ya kûr: Nuqteya hevpar a ku hemû şehîd tê de digihiştin hevdû baweriya wan a li beramberî îdeolojiya Rêber Apo bû, hezkirina wan a li beramberî welat û gelên wan bû, hêrsa wan a li dijî zilm, talan, mêtingerî û dagirkeriyê bû. Hêza wan ji rastiyên ku jê re îman dikirin, ji hêviya wan a jiyana azad dihat. Hemû îmkanên madî yên ku modernîteya kapîtalîst pêşkêş dikirin red kirin û li ser xaka xwe têkoşîna jiyaneke bi rûmet tercîh kirin. Dema ku ber bi bêdawîtiyê ketin ser rê jî şîara wan a hevpar ev bû; “Avakirina civaka azad a ku me destpê kiriye bigihînin serkeftinê.” Ji derveyî vê têkildarî tiştên ku li pey xwe hiştine tiştek ranegihandine. Wê çaxê em, ew kesên ku diwêrin li ser navê wan biaxivin, divê çi bikin? Ev rastî ye, me hêna şoreş nexistiye bin garantiyê.

Lê me, kesên dildarên şoreşê, malbatên wan, hevalên wan soz dan Wan. Me şiyar qêriyan û hêrsa xwe dijwar kir. Temam, lê çi bû ku piştî şehadeta wan bi demeke kurt ev hemû, bûn tiştên adî-normal û bûn objeyên jiyana jirêzê ya rojane? Çi bû ku me li ser Wan dest bi teserûfê kir? Eşkere ye, ev ê nebe nêzîkatiyeke exlaqî, nêzîkatiyeke bi esil. Wê çaxê divê mirov bisekine û ji nû ve bifikire, ji bo ku her şehadetek were fêmkirin divê mirov şerekî mezin bimeşîne. Divê em bi awayekî rast fêmkirina şehîdan wekî pîvana esasî ya mirovbûnê ji bo xwe diyar bikin û em li vê derê li azadî û serketinê bigerin. Divê em şerê azadiyê yê ku şehîdên me daye destpêkirin wekî gel bi giştî li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bisekinin, hemû civakê li dora vê rastiyê rêxistin bikin. Ev jî encax û encax bi avakirina civakeke azad mimkun e.

Rêber Apo dibêje; “Ti şehadet bêyî ku xwedî armanc û hinceteke jiyana pir mezin be nikare pêk were.” Mirov heta ku ne xwedî armanca jiyaneke pir mezin be nikare bigihîje asta xwe fedakirinê. Heta ku hincetên jiyana mezin tine bin ne mimkun e mirov karibe xwe bigihîne heqîqeta civakî. Ha, di vê nuqteyê de şehîdên me rêya ku em bişopînin nîşanî me dane. Bi taybetî jî kesên ku diwêrin li ser navê gelekî biaxivin, hedef dikin ku pirsgirêka azadiyê ya gelan çareser bikin divê bi awayekî vekirîtir û kûranîtir vê yekê fêm bikin. Divê heta şaneyên xwe yên herî biçûk xwe di çêbûneke wisa de birazînin. Deriyên ku mirovan digihînin azadiyê encax dikarin li ser vê bingehê werin zêdekirin. Avakirina civakî encax bi vî rengî dikare li ser bingehê rast pêk were. Ji ber ku şehîd şahidê hemû zemanê pêkhatî ne. Şehîd, îfadeya herî dijwar a heqîqeta mirovên bi hişmendî ne ku ketine nav liv û tevgerê. Ew, halên mirovatiyê yên ku herî zêde dikevin ferqê, herî bextewer pêşkêş dikin. Çi tiştên têkildarî başî, rastî û bedewiyê hebe bi wan dibe xwedî zar û ziman. Dilên wan welatê afirîner ê manedayînan e. Piştrast dikin, ku dema tê xwestin mirov dikare ji nav tarîtiyan ronahiyan bikişîne û derxîne, zemanên ku hatine qedexekirin tevlî kêliyên azadiyê bike.

Şehîd, sedema me ya jiyanê ne û biryara me yê têkoşînê ne. Bi ronahiya wan êdî siberoj zêdetir gengaz e. Mirov bîranînên wan bi xurtî pêşwazî bike û li ser vî bingehî tevlî jiyanê bibe ev ê rêyên ku digihêjin serkeftinê heta dawiyê vekirî bihêle. Li nuqteya ku serkeftin lê ye, şehîdên me hene. Her gava ku ber bi serkeftinê ve were avêtin wê me hinekî din nêzî rastiya şehadetê bike. Bêyî Wan (şehîd) hemû rêyên ji bo siberojê vedibin girtî ne, bêyî Wan tevlîbûna kêliyên azadiyê xeyal e. Ji ber ku şehadet ew halê pêkhatî yê azadiya civakî ye.