Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Erka civaka navnetewî misogerkirina vegera xelkê ye’

09/08/2023
in ROJEV
A A
‘Erka civaka navnetewî misogerkirina vegera xelkê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Rasûl/Qamişlo

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo bang kir ku divê civaka navdewletî erka xwe ya exlaqî pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê di sala 2018’an de bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya niştimanî, dest bi êrişên xwe yên hovane li dijî herêma Efrînê kirin. Dagirkeriya tirk û çeteyên wê bi awayekî bê ser û ber êrişî seranserî herema Efrînê kirin. Li Efrînê hêzên dagirker û çeteyên wê ser û binê axa Efrînê tar û mar kirin û welatiyên wê bi darê zorê koçber kirin. Di sala 2018’an de, piştî êrişên dijwar û bi hemû rengên çekên giran yên ku di van êrişan de hatin bikaranîn. Gelê Efrînê piştî berxwedana 58 di bin êrişên giran û komkujiyên ku li ser gel hatin meşandin, gelê Efrînê hate koçberkirin.

Êrişên ku li ser Efrînê hatin meşandin bi desteka hêzên mîna rûsiya û emrika û li ber çavê cîhanê hatin kirin. Ji roja yekem a dagirkeriya dewleta Tirk, li Efrînê kiryarên dijmirovî û hovîtiya dagirkerên tirk destpêkir. Piştî dagirkirina Efrînê roj bi roj û bi taybet li dijî kurdan, sûcên dagirkeriyê û çeteyên wê yên nayên jimartin hatin meşandin û heyanî roja îro jî û piştî 5 salan ji dagirkeriya Efrînê hîn ev hovîtî li ser gelê Efrînê tê meşandin. Piştî êrişên dewleta Tirk a qirker û faşîst li ser herêma Efrînê, bi sed hezaran şêniyên Efrînê bi darê zorê ji cih û warên xwe hate koçberkirin.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku armanca êrişên ku li ser Efrînê hate meşandin, falekirina Efrînê bû û bi cih kirina malbatên çeteyên girêdayî xwe di şûna wan de. Bi dirêjiya 5 salên dagirkirina Efrînê rastiya planên dewleta tirk a qirker û faşîst bi guhertina demugrafîk a ku li seranserî Efrînê dayî meşandin bi rengekî hîn baştir derkete holê.  Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî di nava 5 salên dagirkirinê de dayî meşandin, hemû saziyên mafê mirovan yên ku dengê xwe nakirn hevkarê van sûcan e.

Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got:“Li gorî çavkaniyan zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê derbider bûn û hatin koçberkirin û hîn ev koçberiya bi darê zorê berdewame.

Guhertina demografîk

Derbarê guhertina demografiya Efrînê de jî Şêxo anî ziman ku: “Dagirkeriya Tirkiyê ev 5 sal in ku bi guhertina navên deveran, meydan, navendên giştî li Efrînê hewl dide nasnameya Efrînê û taybetmendiyên wê biguherîne û nasnameya Tirkiyê li ser gelê Efrînê ferz bike. Planên guhertina demugrafîk li Efrînê ji hemû milî ve tê meşandin. Di serî de xewgihên mîtingeriyê yên ku bi pereyên Qeterî û saziyên Kuweîtî û felestînî têne avakirin. Ala Tirkî û wêneyên Erdogan li her derê û li ser tabelayên li ser riyan û di ketina gundan, navçe û navenda bajaran hatiye bi cih kirin. Herwiha li dibistanan hînkirina zimanê Tirkî ferzkirina ziman û çanda tirkî li ser welatiyên Efrînê.

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin, ku bêdengiya xwe bişkînin û erka xwe ya mirovî û exlaqî ya parastina herêmê bi cih bînin. Herwiha em bang li Rêxistina Navneteweyî ya UNICEF ya têkildarî zarokan dikin, ji bona parastina zarokên Sûriyê. Daxwaza me ji UNICEF ew e, ku xwedî li gel û dîroka Efrînê û heremê derkevin. cihên dîrokî û derfetê nedin ku ji milê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve werin talankirin û firotên.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.