Rojnameya Ronahî

Dayîka Sultan dildara têkoşîna azadiyê ye

Siltan Hisên a ku bi salan e ji bo têkoşîna doza Kurd liberxwe dide û dildarê têkoşîna doza xwe ye anî ziman ku ji bo azadî û siberoja gelê Kurd ew ê berxwedana xwe bidomîne.
Jina Kurd a bi navê Siltan Hisên derbarê têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de diyar kir ku ew ê heta dawî têkoşîna xwe bidomîne.
Siltan Hisên bandora Tevgera Azadiya Kurd a li ser wê wiha rave dike: “Di destpêkê de hevala Salîha hat mala me, zarokên min ji min re gotin ev hevalek ji Tevgera Azadiya Kurd e. Piştî ku lawê min wiha got ez gelekî di bin bandora wê de mam û min alîkariya xwe ya ji bo tevgerê hîn zêdetir kir. Wateyek cuda li jiyana min hat barkirin.”
Dayika Siltanê anî ziman ku ew bi rengekî fermî tevlî nava Tevgera Azadiyê bûye û wiha dewam kir: “Me wekî malbatî ji dil û can xebat dikirin. Şeş lawên min jî tevlî kar û xebatên Tevgera Azadiyê bûn. Ez bajar bi bajar geriyam gelek dijwarî min kişand lê min dev ji xizmeta ji bo Tevgera Azadiyê berneda.”
Dayika Siltanê çûyina xwe ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha vegot: “Ez sê caran çûm cem Rêber Apo. Cara yekemîn li Libnanê min ew dît û herdu carên din jî, min ew li Şamê dît. Dema ku min serok dît ez gelekî bi kelecan bûm. Min ji xwe re got, ger ku serok bipirse, ez ê çawa bersiva wî bidim. Ji ber ku bi heybeta xwe ewqas bandor li ser mirovan dikir. Di warê hêza ji bo Tevgera Azadiyê min gelek feyz ji Rêber Apo girt.”
Dayika Siltanê diyar kir ku xebat û xizmeta wê ya ji bo Tevgera Azadiyê didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha jî ez karê Rêveberiya Lijneya Silhê dikim û endama Saziya Malbatên Şehîdan im. Ji bo ez zimanê xwe pêş bixim jî ez dixebitim. Ez tu carî dev ji xebatê bernadim. Em bi keda xwe ya ji bo welatê xwe û Tevgera Azadiyê serbilind in. Em ê heta dawî li dû şopa şehîdên xwe bin. Em ji tiştekî natirsin û em ê heta dawî dev ji doza xwe bernedin.”…Şêrîn Zêrevan /Qamişlo