Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Cotkaran û Sewaldariyê

Ronaz Silêman/Qamişlo                                                              

Ji bo rêxistikirina cotkar û sewaldarên herêmê, di 19`ê Cotmeha 2019`an Yekîtiya Cotkaran û Sewaldariyê li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Bi armanca alîkariya cotkar û sewaldaran li tevahiya herêmê  kopratîfên hatin vekirin.

Gelên bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî sereke bi çandinî û sewaldariyê debara jiyana xwe dikin. Bi armanca destekdayîna cotkar û sewaldarên herêmê,  herwiha pêşxistina rewşa aborî ya civakê, di sala 2019`an de Yekîtiya Cutkara û Sewaldariyê li bajarê Qamişlo hat avakirin. Di nav yekîtiye de jî jin bi awayekî çalak cihê xwe digrin û tevdigerin.

Derbarê kar û xebatê Yekîtiy Cotkara û Sewaldariyê, hevserokê Yekîtiya Cotkara û Sewaldariyê ya bajarê Qamişlo Nûrdîn Ebdullah ji rojnama me re axivî.

Nûrdîn Ebdulla balkişand ser kar û xebatê Yekîtiya Cotkara û Sewaldariyê û wiha got: “Di destpêka avakirina Yekîtiya Cotkaran û Sewaldariyê de, tevgera kar û xebatê cotkaran bi awayekî kêm bo, lê bi demê re asta kar û xebatê me berfireh bûn, bi taybet di aliyê rêxistinî de, ji ber bingeha kar û xebatê me rêxistinkirina cotkara ye. Herwiha Yekîtiya Cotkara û Sewaldariyê bi beşê çandiniyê ya Rêveberiya Xweser re hevgirtiye. Kopartîfên Yekîtiya Cotkara û Sewaldariyê li 7 herêman hene mîna herêma Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Dêra Zorê, Qamişlo û Hesekê  ye, kopratîvên Sewaldariyê weke ya Deveyan, Hespan û yên çandiniyê jî mîna kopertaîfa darê Fêkî ye. Tevahî kar û xebatên herêma bi heve girêdayî ne, eger lawazî dikeve aliyekî bandorê li aliyên din jî dike.”

 ‘Dema Çandinî nebe Sewaldarî jî nabe’

Nûredîn Ebdullah da xuyakirin ku bi sedema Kêmbûna barîna baranê di salên bûrî de, li pêş kar û xebatê cotkariyê astengî derketin û wiha got: “Di 4 salên bûrî de, bi sedema kêmbûna barîna  baranê li herêmên Rojava, di her dû aliyên çandinî û sewaldariyê de, ziyanek gihişt cotkaran, ji ber sewaldarî bi çandinêyê ve girêdayî ye, dema çandinî nebe sewaldarî jî nabe, lê rêjeya çandiniyê ya îsal baş bû. Debara civakê bi giştî li ser çandinî û sewaldariyê ye, ev jî ji  Yekîtiya Cotkaran re barekî girane. Di riya kopratîf û perwerdeyan de em kar û xebatên cotkaran birêxistin dikin, asta kar û xebatê her bajarekî ji hev cudaye. ”

‘Bingeha çandiniyê jin e’

Nûredîn Ebdullah bal kişand li ser rola jinê di Yekîtiya Cotkaran û Sewaldariyê de û wiha got: “Rola jinê di çandinî û lawirvaniyê de, bi civaka xwezayî re destpêkiriye û heya niha berdewame, ji ber di destpêka civaka xwezayî de berhemên çandinyê û kedîkirina lawiran cara yekem li ser destê jinê pêk hatiye. Herwiha jin di hemû qadên civakê de cihê xwe girtiye û di aliyê tevlîbûn û pêşketina kar û xebatê kompratîfên Yekîtiya Cotkatan de jî gavin baş avêtin e. Lê mixabin em heta niha jî neghiştine asta ku em pirojeyan ji bo jinan ava bikin. ”

 

‘Êrîşên ser Rojava li hemberî pêşketina çandinî û sewaldariyê dibe asteng’

Hevserokê Yekîtiya Cotkara û Sewaldariyê Nûredîn Ebdulla axftina xwe wiha qedand: “Êrîşên dagirkeriyê yên ser Rojava bû sedema derketina gelek astengiyan li pêş  çandinî û sewaldariyê; wek kêmbûna semad û dermanên sewaldariyê.

Herwiha êrîşê dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ziyaneke mezin gihand cotkaran,  di salên borî de, gelek zeviyên cotkaran yên nêzî sînor ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin şewitandin. Ji bo çaresekirina tevahiya pirsgirêk û astengiyên ku derdikevin pêş cotkar û sewaldaran, pêwîstiya me bi hevgirtineke xurt ya di navbera cotkar û sewaldarên herêmê de heye. Eger em karibin rewşa çandinî û sewaldariyê li hermê pêş bixin, wê ji bo civakê bibe bingeha aboriyê.”