Rojnameya Ronahî

Xwendin Zanîn e Zanîn Hebûn e

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi armanca pêşxistina çanda xwendinê, Bexçeyê Xwendinê di sala 2019’an de li bajarê Qamişlo hat vekirin. Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso diyar kir ku bi vekirina bexçeyê xwendinê çanda xwendinê pêş ket.

Piştî lidarketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê, gelên Rojava di tevahiya milan de, destkeftî bi dest xistin. Yek ji van destkeftiyan jî, pêşxistina çanda xwendinê li cem gel, bi vê armancê Yekîtiya Rewşenbîrîn Herêma Cizîrê di sala 2019’an, Bexçeyê Xwendinê li bajarê Qamişlo vekir. Di Bexçeyê Xwendinê de çalakiyên çandî yên cûr bi cûr tên lidarxistin, herwiha ev bexçe ji bo hezkerên xwendina pirtûkan bû derfetek.

Derbarê avakirin û armanca vekirina Bexçeyê xwendinê, hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso ji rojnameya me re axivî.

‘Sala 2019`an de bexçeyê xwendinê hat vekirin’

Ebûd Meqsû diyar kir ku di sala 2017`an de, ji bo avakirina pirojeyê bexçeyê xwendinê amedekarî dihat kirin û wiha got: “Desteyên Rêveber û Yekîtiya Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara avakirina bexçeyê  Xwendinê bi Rêveberiya xweser û Şaredariya bajarê Qamişlo re giftogo kirin, herwiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve erêkirin li ser vê pilanê hat kirin. Ji sala 2019`an de bexçeyê xwendinê  hat vekirin. ”

‘Bexçeyê Xwendinê bexçeyê hemû gelan e’

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqsû bi vî rengî behsa Bexçeyê xwendinê kir: “Di hundirê bexçeyê xwendinê de Nivîsgeheke Pirtûkan heye. Mîna pirtûkxaneyekê ye, pirtûkên renge reng bi zimanê kurdî, erebî û tirkî tê de hene.  Herwiha holeke çalakiyan jî di Sibata 2020`an de ji bo giştî çalakiyan di hundirê bexçeyê xwendinê de hat vekirin. Asta xwendinê di salên destpêkê de kêmbû, lê sal bi sal asta çûn û hatina bexçeyê xwendinê ji aliyê gel, nivîskar û rewşenbîran pêş ket. Bexçeyê xwendinê, bexçeyê hemû gel û rewşenbîra ne, bi armanca pêşxistina xwendinê hatiye avakirin.”

 

 ‘Bi xwendinê çanda mirovan pêş dikeve’

Mexso diyar kir ku armanc ji vê pirojeyê kombûna rewşenbîr û nivîskaran Rojavayê kurdistanê li bajarê Qamişlo ye û wiha domand: “Bexçeyê Xwendinê danûstendina di navbera nivîskaran de, herwiha di navbera hemû beşên civakê pêş dixe. Çalakiyên di bexçeyê xwendinê tên lidarxistin, nivîskar, rewşenbîr û mêvanên ji derveyî Qamişlo jî, berê xwe beşdar dibin. Di bexçe de çar peyker hene; peykerê Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Şêrgo Bêkes û Apê Mûsayê Enter re, bexçe ji bo hemû kesî û saziya ne. Bi taybet niha ciwan pir berê xwe didin bexçe, ji bo pêşxistina xwendin û çanda xwe, ev gaveke başe. ”

 

‘ Em hewl didin ku bexçeyê xwendinê li hemû bajaran ava bikin’

Ebûd Meqsû di berdewamiya axftina xwe de wiha got: “Yekîtiya Rewşenbîran, Desteya Perwerdê, Çapxaneya Şilêr piştgiriya bexçeyê xwendinê dike, hin nivîskar jî berhemên xwe diyarî bexçeyê xwendinê dikin. Herwiha li bajarê Hesekê jî  me bexçayekî xwendinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir, di vî bexçeyî de jî pirtûkxane û hola çalakiyan heye.  Niha jî em hewl didin ku pirojeyê bexçeyên xwendinê ji bo bajarên din jî vekin, piroja niha ku li pêşiya me ye; vekirina bexçeyekî li Girkê Legê ye.”

‘Xwendin riya pêşketinê ye’

Ebûd Meqsû axftina xwe wiha qedand: “Ez bang ciwanên nûjen dikim ku berê xwe bidin bexçeyê xwendinê û çanda xwendinê pêş bixin. Ji ber ku xwendin mirovan jîr û zane dike. Hêviyên min ewe ku zimanê kurdî zimanê dayikê zêde li pêşxin û bi giştî nivîskarê me cihê xwe di bexçeyê xwendinê  de bigirn. Herwiha di destpêka vekirina  bexçeyê xwendinê de, kesên dihatin bexçe zêdeyî xwe helbest dixwendin, piştî wê çanda xwendina roman, çîrok û nivîsên cûda jî pêş ket. “