Rojnameya Ronahî

Mirov ji rûmetê kêmpar bibe jî, evqas bêpar nabe!

Zozan Cizîrî

Wekî gelê Kurd em kêliyên azadiyê dijîn van rojên di bin êrîşên giran ên zordar û dagirkeran de. Elbet di dîroka mirovahiyê de tu gelekî bi hêsanî serxwebûn û azadî bi dest nexistiye. Hemû di berdêla ked, berxwedanî û malwêraniyên mezin de pêk hatine. Em gelê Kurd jî, îro di qonaxek wiha re derbas dibin. Heqîqeteke din jî heye ku, di her şoreşekê de bi qasî berxwedêr û cengawerên welat xayîn-xwefiroş jî derdikevin, bi qasî welatperwer û çavnetirsan tirsonek û revok jî derdikevin. Îcar em jî yek ji wan demên watedar ên têkoşîna azadiyê dijîn. Bi taybetî van rojên ku hemû gelê Kurd tevî siyasetmedar, rewşenbîr û zane-şarezayên xwe li hemberî sed saliya Lozanê ya welatê me kirî çar parçe û dayî dagirkirin dibin xwedî helwest, naxwazin sed salên pêş me jî cardin di bin dagirkerî û zilmê de derbas bikin; tenê binemala Barzanî ya xwefiroş-xayîn di eniya dijmin de cih digire ku ev cihê şermezariyê ye.

Dunya alem dizane gerîlayên azadiya Kurdistanê tev keç û xortên gelê Kurd -li gel sedan keç û xortên enternasyonal ên Ereb, Tirk, Alman, Îngilîz û hwd.- ên herî azadîxwaz û pêşengên welat in. Hebûna gerîla li çiyayên Kurdistanê di kesayeta gelê Kurd de rûmeta mirovahiyê diparêze. Di vê wateyê de jiyan û têkoşîna her gerîlayekî/ê destanek e, nirxeke civakî ye.

Tê zanîn hêza gerîla ji destpêka sala 2018’ê ve ango bi êrîşa li ser bajarê Efrînê û heya niha li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst têkoşîneke bênavber û serkeftî dimeşîne. Bi taybetî sekin û şerkeriya hêza YJA-Star hemû qalibên cinsperest ên kapîtalîst hildiweşîne û rûmeta tevahî jinan diparêze. Li hemberî vê rastiya serbilind, îro dîsa hêzên xayîn-xwefiroş ên binemala Barzanî xwe digihînin hawara hêzên dijmin ên di Zap û Metîna de li hemberî vê têkoşîna gerîlayên Kurdistanê xitimîne. Ew gerîla ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi taybetî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di eniya herî pêş de tam du sal in xwarinek rihet nexwarine, şevek bêxew-rojek bêtopbaran û kîmyabaran derbas nekirine, ku dilê hemû gelê Kurd û xelkên azadîxwaz li ser wana ye. Binemala Barzanî ku axa Başûrê Kurdistanê ya bi xwîn û xwêdana hezaran qurbanî, ked û berxwedana xelkê me yê Başûr hatî rizgarkirin, kiriye meydana cenga dewleta Tirk a dagirker! Ev rewşa mala Barzanî, demxeyek reş e di dîroka me gelê Kurd de. Her kes baş dizane ku zorî û zehmetî çi dibe bila bibe, di encamê de wê têkoşîna gerîla ser bikeve. Lê gelo mala Barzanî difikire ku di rojên azadiyê de wê zarokên wana ji şerma nekaribin navê Barzanî jî li xwe bikin û bînin ziman? Wê çaxê wê bi çi rûyî derkevin pêşberî Kurdan? Her sê seriyên Barzanî (Mesût-Mesrûr-Nêçîrvan Barzanî), erê bi qedera gelê Kurd nafikirin, lê maqey bi qedera zarokên xwe jî nafikirin?

Hêja ye em bibêjin; mirov ji rûmetê kêmpar bibe jî, evqas bêpar nabe!