Rojnameya Ronahî

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê ziman û wêjeya Kurdî vejand’

Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê  gelek destkeftiyên girîn bi dest xist, yek ji wan serkeftinan pêşketina ziman û wêjeya kurdî bû, Endamê yekîtiya rewşenbîran Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku ziman û wêjeya kurdî yek ji lingên esasî yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne.

Birûc Resûl/Qamişlo Facebook

Wêjeya Kurdî, wekî hemû wêjeyên Cîhanê bi derketin û pêşketina mirovahiyê re derketiye holê. Wêjeya Kurdî ya ku li ser çanda Neolotîk hatî avakirin, xwediyê gelek dewlemendiyan e. Ev wêjeya dewlemend beriya derketina Awestayê bi hezarên salan hebûna xwe bi awayekî devokî daye domandin.

Pîraniya berhemên wêjeyî yên wê demê, bi awayê hûnandî bûn. Bi derketina Awestayê re ev wêje bûye çavkaniya wêjeyên Rojhilata Navîn ya nivîskî, yanî Awestaya ku bi zimanê Medî hatî nivîsandin, bûye mînak ji gelên Rojhilata Navîn re.

Her çi qas wêjeya Kurdî nebûye wêjeya deshilatdariyê, lê ji ber dewlemendiya xwe bandorek mezin ya erênî di Rojhilata Navîn û Cîhanê de pêkaniye. Bi taybet piştî hatina Îskenderê Mekedonî û êrişa wî ya li ser nivîsînên wêjeyî yên Kurdî; wêjeya Kurdî birînên mezin girtine.

Ew wêjeya ku di leza xwe ya pêşketinê de bû, piştî wê demê bes kariye hebûna xwe bi awayek devokî biparêze. Vê rewşa parastinê, heya hatina Îslamê domandiye.

Piştî hatina Îslamê û Kurd bûn  Musliman, wêjeya Îslamî ya ku bingehê wê Erebî ye; herikiye nava wêjeya Kurdî. Ji ber ku wêjeya Kurdî pir kevnar û dewlemend bû; di gelek cihan de wêjeya Ereban û netewên din jî jê bandor dibe. Heya roja me ya îro  jî gelek peyvên wêjeya me di nava ziman û wêjeya derdor û Cîhanê de tên dîtin.

Bi hatina Îslamê re her çiqas wêjeya me jê bandor bûbe jî gelek wêjevanên me yên ku fêrî nivîsînên Erebî bûyîn gelek berhemên giranbiha bi tîpên Erebî, lê bi zimanê Kurdî nivîsîne. Yanî bi vî awayî wêjeya Kurdî dikeve qonaxek nû. Ew rewş heya avakirina Komara Tirkiye berdewam dike. Her çiqas Komara Tirk gelek êrişên hovane birin li ser wêjeya Kurdî jî lê ji ber dewlemendiya wêjeya Kurdî û bibiryarbûna wêjevanên wê, nekariye li pêşiya pêşketina wê bibe asteng. Li gel hemû astengiyan hebûna xwe hem devokî hem nivîskî parastiye.

Beriya şoreşê rojava a gelê kurd ku nikarîbû bi zimanê xwe yê dayika perwerdehiyê bibîne, qedexe bû ku fikir û hestên xwe bi kurdî binivîsin, li malê tenê bi dizî bi zimanê dayikê diaxivîn, lê bi şoreşê re perwerdeya zimanê dayikê ya kurdî, bi hêz bû û di demeke kin de pêngavek ber bi wêjeya bi zimanê dayikê ve avêtin.

Derbarê pêşketina wêjeya Kurdî piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, endamê yekîtiya rewşenbîran Ebdulmecîd Xelef JI Rojnameya me re axivî.

Ebdmecîd Xelef diyar kir ku ziman û wêjeya kurdî  piştî Şoreşa Rojava bi awayikî berbicav gelek serkeftin bidest xistin û wiha got: “Em nikarin bibêjin ku beriya şoreşê wêje tune bû. Dema mirov li pirtûkên wêjeyî yên kevin dinêre, mirov dikare yekser bibîne ku pênûs çiqas xurt e, lê hemû li ser kaxezê mane, her wiha piştî şoreşê bi awayekî azad hatine çapkirin û nivîsandin, bi awayekî azad di nava civakê de hatine belavkirin. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê  Îdî nivîskar, rewşrmbîr û her kes, dikarîbûn bi zimanê kurdî binivîsin , derî li ber wan vebûn, yek ji lingên bingehîn yê Şoreşa Rojava ziman û wêjeya Kurdî bû.”

 

 Pirojeyên zarokan

Ebdmecîd da zanîn ku yek gavên girîng yên ku di şoreşê de hatin avêtin,  projeyên wêjeyî yên  zarokan bû û wiha domand: “Heta ku wêje di pêşketineke domdar de be, pêwîst ku nifîên nû  li ser bingehên rast yên wêjeyî bên perwerdekirin , li ser vî esasî  ji bo zarokan gelek pirojeyên wêjeyî hatin lidarxistin; gelek pişbirkên wêjeyî ji bo zarokan hatin lidarxistin, her zarok bi zimanê kurdî çîrok û helbestan dinvîsin, ev jî ji bo nifşên nû gaveke pîroze, da ku zarokên ku li ser bingeha şoreşê mezin bûne, di warê çandî de jî, li ser bingehên rast ên civakî bên avakirin.”

` Rola nivîskar û rewşenbîran bi xwe şoreşk mezin bû `

Xelef wiha berdewamî da axavtina xwe û got:” Hunera çîrokî di van demên dawî de, gelek pêş ketiye û karîbû gavên hêja û mezin di warê afirandinê de bavêje, piraniya nivîskarên serdema me serkeftinek mezin bi dest xistine. Nivîskar û rewşenbîrên li Rojava, roleke mezin di şoreşê de  leyistin e, tevî rewşa  şer û êrîşên li ser Rojava ku tên domandin, her nivîskarekî bi erkê xwe yên exlaqî radibe û cihê xwe di nava şoreşê de digre. Pêşketina ziman û wêjeya kurdî bi serê xwe şoreşke çandî ye.”

Endamê yekîtiya rewşenbîran Ebdmecîd Xelef axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re, em ê destkeftiyên hîn mezintir bi dest bixin. Herwiha  em ê çanda xwe a resin biparêzin û dîroka kurdan belavî hemî cîhanê bikin. Hêviya me ye mezin jî, nifşên me yê nû ne, ku bi ziman û çanda xwe a resen ve hatina girêdan. Her wiha paşerojek e mezin li pêşiya wane.”