Rojnameya Ronahî

Nirx

Cîger Dilşad

   Wekî pênasekirina sinc(axlaq),ked,azadî û gelek têgehên din yek pênasekirinek ji bo têgeha nirxê jî tune ye. Gelo ew pênasekirinên cur be cur dewlemendî ye, an ji dijwarbûn û giringiya têgehê tê, an jî bingeha wan cudabûna pênasekirinan ji dîtinên birdozî yên ren reng tê?  Ev cudahiya pênasekirinan ji ku tê? Çima lihevkirinek li ser pênasekirina têgehekê tune ye?

Bêguman cudahiya di pênasekirinan de ne bi tenê şekliye,di hinan de şekliye lê, bi gelemperî di cewher de cudabûnî heye.Ev e, ev cudabûna di cewhera pênasekirinan de mijarê şolî dike û rê ji netêgihandina naveroka têgehê re vedike.

Di serî de em dikarin bêjin ku, du awayên nirxan heye;nirxên madî, ku bi keda mirov derdikeve holê, yên manewî jî her tişta ku giyana mirov bi jiyanê ve girê dide ye.

Sedema cudabûnên di navbera pênasekirinan de birdozî ye.  Ango her bîrdoziyek li gorî dîtinên xwe têgehan pênase dike. JI lewra bi dehan pênasekirin derbarê her têgehekê bingehîn de heye. Wek mînak, li gorî îdeologên çîna serdest; nirx her tişta ku kar(qezenc) ji wan re tine nirx e. Li gorî Marksîzmê, zemanê ku keda ku ji bo derxistin-bidestxistina heyberekê tê xerc kirin e. Pênasekirina Marksîzmê ya herî nêzî rastiyê ye, lê kême.

Di vir de ev pirs serî radike di hişê mirov de; pîvana nirxadina kedê çî ye û li gorî kê ye? Gelo kîjan pîvan û li gorî çi dikare keda dayîkekê ya neh mehên ducanîbûna wê bipîve? (ji xwe di pergaleke ku bi tenê bedena jinê-ew jî heta dikare kêrî mêr were ye- dibîne,wê çi nirxê bide jin ê?)Bêguman ji xeynî wê dayîkê, tu kesek nikare keda wê  bipîve. Halbûkî jin-dayîk afrînera jîyana civakî ye û mêr domahîka jinê ye,ji lewra jî jin-dayîk xwedawenda nirx-kedê ye. Ji boyî wê ye pergala baviksalarî pêşiya pêşîn jin-dayîk xist û bi ti carî derfet neda ku jin-dayîk serê xwe rake û nefesê bikişîn e.

Heger em bizivirin ser mijara xwe ya pênasekirina nirxê,em dikarin wisa bêjin û wê rastir be. Nirx;her tişta madî û manewî ku hebûna mirov a civakî xurt dike,ji pêkhatina  bûyîna mirovî re rê vedike û ahengtiya xwezaya yekemîn û xwezaya duyemên xera nake û hebûna mirov a bi bûyîna hebûneke civakî bi kedê bilind dike û mirov-civakê bi hemû pêkhatiyên wê ve azad dike an jî ber bi azadbûnê ve dibe,û her tişta di xwezayê de heye nirx e. Ango her berhemeke ku çi ramanî û çi jî fîzîkî derketî holê û rê nade ku mirov bibe kole,ji azadiya bêdawî re rê vedike û mirov wekî berdewamiya xwezayê digire dest,mirov ne di ser xwezayê re digire,berevajî wê mirov wekî perçekî xwezayê dibîne,em dikarin bêjin nirx e. Lê her berhem-navgîna ku xwezayê û bi xwezayê re jî mirov tune dike an jî tune dihesibîne,an jî ber bi tunebûnê ve dikişîne-dehf dide ne nirx e,dijminê nirxa ye. Wekî mînak,em nikarin sarûxan,firokên şer,tang û topan wekî nirx pênase bikin.

Di ferasta liberal de tu nirxa xwezayê tune ye,bi tenê xweza ji bo  kêfxweşiya mirov e. Mirov bixwaze çi û çawa bike azad e! Lê gelo tiştek (kiryarek-dîtinek-felsefeyek) ku îro kêfxweşiyê bide û sibe bibe sedema tunebûna mirovahiyê, mirov dikare wekî nirx bigire dest? Dîsa tişta-felsefa ku mirov ji azadiya civakî bi dûr dixe re em nikarin wek nirx bigirin dest. Wekî mînak; dîtinên ku hebûna jin tune dihesibînin,tiştên ku rê ji tunebûna civakî re vedikin ne nirx e,ew,dijberiya nirxê ye.

Bi kurtasî;di serî de xweza û her tişta ku bûyîna mirov di hebûna civakî de dikemilîne û bûyînê di hebûna xwezayê de digihîn e, rê ji lihevhatin û ahengiya xwezaya yekemîn bi ya duyemîn re vedike û bi kedê hatî afirandin û di gel wê rastiyê, her hebûna ku di xwezayê de heye; nirx e!

Nirxa mirov çî ye ya axê û her tişta ji axê welidiye-diwelide,avê û her tişta jji avê  derketî-derdikeve,agir û hebûna jê û pê çêbûye-çê dibe jî ew e! Ne kêmî wan û ne jî zêdeyî wan e! Bê guman ji bo pejrandina van rastiyan di serî de hişmendiyeke ku xwe ji hemû qirêjiyên dewletê û pergala baviksalarî xelaskirî şertê bingehîn e. Ji boyî wê jî di hişmendiya mirov-kes de guherîneke redîkal pêwîste. Çimkî dîtina “mirov di ser her tiştî re ye û di navenda her tiştî de mirov heye,ku ev dîtin ji Zîgoratan derketî û di hemû olan de bi awa û vebêjên cuda cih girtî û bi pêşketina Modenîteya Kapîtalîst re; bi taybetî jî bi bîrdoziya liberal re di nav hemû civakê de belav bûye, zehmetiyên mezin li pêşberî guhartin-veguhartina hişmendiyê de derdixe. Divê em wek mirov fêm bikin ku li gorî zagona gerdûnê û heqîqeta xwezayê ti cudahiyek di navbera hebûnan de tune ye. Hemû hebûnên hene wekhevin.

Ji mirovê/a ku xwe di ser her tiştî re dibîne zehmete wekheviya hebûn û bûyînê xwe bi hebûn û bûyînên din re bibîne. Lê, heta ku ev rastî neyê qebûl kirin û neyê jînkirin,ne gengaze ku mirov bigihîne wateya rastîn a nirxê û nikare azad bibe. Mirova/ê ku dixweze azad bibe di serî jê tê xwestin ku bibe miroveke/î demokrat û wekheviyê bipejirîne!

Bi kurt û kurmancî; nirxa herî mezin gerdûn û  xweza bi xwe ye û  her berhema ku mirovan  bi keda xwe derxistiye holê ye.Di navenda nirx de ne mirov, xweza û her tişta ku azadbûna jiyana hemû hebûnan misoger dike,heye. Cewhera nirxê ked e. Lê kedeke çawa? Rast e,ked mirov azad dike,lê gava mirov di zanebûna keda xwe de be azad dibe,wekî din koletiya dijî kûrtir dibe!

Her gelekî di rêwîtiya xwe ya dîrokî de hinek nirx afirandine! Di serî de jî civakbûyîn gelekî nirxeke mezin e.

Bêyî nirx civak,bêyî ked mirov û bêyî azadî jî xweza tune ye!..

Gelê-mirovê/a ku xwedî li ked û nirxên xwe dernekeve nikare azad bibe û mehkûmî jiyana  koletiyê ye!

Ji boyî her mirovekî/ê nirxa herî mezin û watedar welat e,çand e,ziman e û civaka wî/wê ye.