Rojnameya Ronahî

Komîn bingeha rêxistinkirina civakê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Şaneya herî biçûk a civakê bi hevkariya gel li ser bingeha fikrê Rêber Apo ya derbarê jiyana civaka ku xwe bi xwe bi rê ve dibe hate afirandin. Ev fikir bi destpêka Şoreşa Rojava re ronî dît, di encamê de Komîna yekemîn li bakur û rojhilatê Sûriyê hate avakirin û dest bi kar û xebatên xwe kir.

Komîn saziyeke civakî, aborî, siyasî û xizmetguzariyê ye ku bi pergaleke demokratîk a komînal a li ser esasê demokrasiya rasterast, azadiya jinê û lihevhatina gelan a ji hemû kom û mezheban hatiye avakirin e.

Komîn yekîneya civakî ya herî biçûk û herî bi bandor e di civakê de; li ser esasê beşdariya rasterast a li gund û taxan hatiye avakirin. Komîn naverok û bingeha rêxistinê ye, li gorî şert û mercên civakî li gund, tax, bajarok û bajaran xwe bi rêxistin dike. Di vê çarçovêyê de Elî Sehdûn ji rojnemeya me re axivî.

Elî Sehdûn diyar kir ku bi derketina şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku bandora herî mezin li Rojhilata Navîn kir, gelek bûyer rûdan û got:” Li ser esasê prensîba serweriya gel, komînan di nava taxan de dest bi karê xwe kirin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re  û bi hêza gel rêxistin û binesaziya civakê hate avakirin, ev yek jî, bi riya komîn û meclisan pêkhat. Bi avakirina komînan re jî armanc ew bû ku gel xwe bi xwe rêxistina xwe avabike û pirsgirêkên xwe çareser bike.

‘ Komîna yekemîn ’

Elî wiha berdewamî da axavtina xwe û got:” Erka sereke ya komînê ew e, ku civakê li ser bingeha neteweya demokratîk, azadî, wekhevî û edaletê birêxistin bike. Li gorî vê yekê li her taxê komîn hatin avakirin û bi riya van komînan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civaka xwe rêxsitin kirin û pêdiviyên xwe ji hemû milîve pêktanîn. Yekemîn komîn li bajarê Qamişlo bi navê komîna Şehîd Leheng a li taxa rojava ya bajêr hate avakirin. Di sala 2011’an de komînan dest bi karê xwe kirin û bi navê (Mala Gel) hatin rêxistin kirin. Tişta ku komînê ji hev cuda dike jî, ew bû ku xwe li ser heşt hêmanên bingehîn birêxistin dike: Aborî, lihevanîn, tenduristî, çand, huner, perwerde, jin, hêzên bingehîn û ciwan.”

 

‘ Komîteyên di hindirê komînan de ’

Sehdûn da xuyakirin ku komîn 5 komîteyan digre nava xwe û komîteyên heye ev in. Komîteya Lihevanînê, Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Xizmetguzariyê û Komîteya Jinê. Gel bi ruhê beşdarbûna jiyana xwe û civakên xwe komîn ava kirin û armanca me bi serxistina vê projeyê pêk hat. Komîn di yekxistina civakê de, bi erkekî girîng dilîze û erka wê ya sereke parastina vê yekîtiyê ye. Komîn li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî gund û kampên penaberan, bi beşdariya hemû gelên herêmê, Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Êzidiyan hatin avakirin. Divê şênî jî bibin yek û alîkariya komînê bikin, komîn ji bo wan hatiye avakirin. Komîn dengê gel e, gel û endamên komînê divê bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Elî Sehdûn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di komînan de bê îhmalkarî û xemsarî di pêkanîna pêdiviyên hemû welatiyan de dixebitin û hêvî kir ku komîn wekî destpêkê vegere û hîn bi rengekî çalak xizmeta welatiyan bike û rêxstina civakê avabike.