Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Herêma pîşesaziyê ji nûve tê ava kirin

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Herêma pîşesaziyê ji nûve tê ava kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Herêma Pîşesaziyê ya Girkê Legê ku di nava taxan de cih digire û bûye cihê rê li ber nerazîbaûnê vedike. Li ser daxwazên pîşesazan û şêniyan wê cihê pîşesaziyê bê guhertin. Niha cihek nû hatiye dîtin û xebatên avakirinê dewam dikin.

Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi projeya herêma pîşesaziyê (bajarê sînayî) kir. Dê di herêmê de 280 dikan werin çêkirin.
Herêma Pîşesaziyê ya Girkê Legê niha di nav taxan de cih digire û bûye cihê tengezarî û nerazîbûna şêniyên herêmê. Li ser daxwazên pîşesazan û şêniyan ji sala 2015’an ve dest bi nirxandina projeya veguhastina herêma pîşesaziyê ya derveyî bajêr kir. Lê ji ber nedîtina parçeyek erd, proje paşde hate xistin.
Piştî xebatên şaredariyê û bi hevkariya komîn û meclisan şaredarî parçeyek erd di navbera bajarê Girkê Legê û gundê Gir Ziyarat Cûlî yê li başûrê Girkê Legê de peyda kir.
Projeya avakirina bajarê pîşesaziyê li ser beşdariya pîşesazan hatiye avakirin. Mehane pîşesazan pereyên ku ji aliyê şaredariyê ve berê hatine eyarkirin didin û ev pere ji bo avakirina bajarê pîşesaziyê tê xerckirin.
Li gorî rayedarên şaredariyê, bajarê pîşesaziyê ku dest pê kiriye, 280 dikan û werşeyan dihewîne. Her wiha firehiya kolanên bajêr 25 metre ne û bilindahiya avahiyan 4 metre ye. Di bajêr de baxçeyek fireh li aliyê pêş ve û xetên kanalîzasyonê û xetên ava vexwarinê. Ceyran, telefon û înternet jî dê tê de hebin.
Proje hê jî di asta destpêkê de ye. Niha werşeyek taybet dest bi kolandina bîrekê kiriye. Her wiha dest bi plankirina kolanên bajêr û kolandina xetên kanalîzasyonê kirine. Tê payîn ku dê xebatên avakirinê di çend mehan de bi dawî bibin.
Endamê Rêveber ê Komîteya Teknîkî ya Şaredariya Gel a Girkê Legê Şahîn Besrî diyar kir ku li gorî navçeya Girkê Legê projeya bajarê pîşesaziyê mezintirîn û girîngtirîn projeyan e û tekez kir ku bajarê pîşesaziyê ji aliyê xedemî ve dê were amadekirin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvegera komkujiya taxa Xerbî a Qamişlo
CIVAK Û JIYAN

Salvegera komkujiya taxa Xerbî a Qamişlo

27/07/2026
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.