Rojnameya Ronahî

Turnuvaya futbolê tê birêxistinkirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê lîstikeke futbolê di navbera tîma El-Sed a Tebqayê û Tîma El-Şerîf a Minbicê de bi rêxistin kir.
Maç li stada Gaz a navenda bajarê Tebqayê hate lîstin. Bi dehan hezkiriyên herdu tîman temşeya maçê kirin.
Maç ji aliyê saziyên ragihandinê ve hate şopandin.
Endamê Rêveber ê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihemed El-Nair têkildarî mijarê got, “Ev maç wekî gava destpêk ya amadekariyên turnuveyeke futbolê li ser asta bakurê Firatê ye. Ji herêm û bajarokê Tebqa, Minbic, Reqa, Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî wê beşdarî turnuvayê bibin.”
Di lîstikê de tîma El-Sed bi ser ket.
Tê payîn wê turnuvaya Bakurê Firatê di meha Tebaxê de were lidarxistin…ANHA