Rojnameya Ronahî

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanîk hat dayîn

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê û Nivîsgeha Jinê a  TEV-DEM’ê û Kongira Sitar, li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, daxuyaniyek dan.

Li dijî tecrîda girankirî  ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê ,Nivîsgeha Jinê a TEV-DEM’ê  û Kongira Sitar li pêşiya Encumena Dadmendiya Civakî a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda girankirî dewama komploya navneteweyî ye û wiha hat gotin: “Tişta ku di şexsê Rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan de tê kirin, berdewamkirina  Komploya Navneteweyî  ya 1999’an e. Sedem ji vê yekê jî ji ber ku fikr û felsefeya Rêbertî herwiha pirojeyên wî ji bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn ku nakeve xizmeta berjewndiyên van deweletên serdest. Niha jî Rêbertî di bin tecrîdeke giran de ye. Herwiha derheqê wî de kiriyarên îşkencekirinê yên herî giran û dûrî mafên mirovan yên rewa tên kirin. ”

Herwiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya navneteweyî û wiha hat domandin: “Ev bû 2 sal û nîv ku dewleta Tirk nahêle malbata Rêber APO û parêzerên wî têkiluyan pê re çêkin. CPT’yê ya ku  dibêje erkê min lidijîderketina îşkenceyê ye, êdî derbasî Îmraliyê bû, rewşa Rêber APO jî naskirin, lê bi hevkariya Tirkiyê rastiya girêdayî rewşa Rêbertî veşartin. Ev yek jî tê wateya ku dewletên navneteweyî çiqasî hevkariya dewleta Tirkî ya faşîst dikin. “

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê tokoşîn berdewan bike û wiha hate gotin: “Îro em bi qenaeta berxwedan û vîna gel a xurt ji bo têkbirina tecrîda li ser  Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî, xebatan dikin. Herwiha bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku bandorê li gelên Rojhilata navîn kir û hişt ku serî li hember desthilatdariyê hildin. Ev yek kete rojeva wan gelan de, nexasim jinên azdîxwaz yên ku bi hêz û vîna xwe li bakur û rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Di heman demê de jinên azdîxwaz ji bo azadiya Rêbertî û têkbirina tecrîdê têkoşînê dike. ”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek jinên parêzer yên girêdayî Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê û bi hevkariya Nivîsgeha Jinê ya TEV-DEM’ê û Kongira Sitar îro ji bo derxistina rastiya tecrîdê kar dikin. Di heman demê de ji bo doza azadiya Rêbertî ti carî gavan naavêjin paş. Di dawî de jî, em bang civaka navnetewî dikin ku bi erkê xwe rabin. Herwiha divê azadiya fîzîkî  ya Rêbertî  û rakirina tecrîda derhiqûqî ku ji mafê Rêber Apo yê rewa ye, bi awayekî lez were pêkanîn. ”

Derbarê tecrîda li ser Rêber  Apo hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Nisrîn  Usman  ji me re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin,  derveyî zagonên dadmendiyê û dûrî sincên mirovahiyê ye.

Nisrîn di dawiya axaftina xwe de  tekez kir ku parêzerên bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevahî ji bo azadiya Rêbertî kar dikin, herwiha têkiliyên xwe bi parêzerên Rojhilata Navîn û cîhanê re xurt dikin.

Herwiha endama Nivîsgeha Jinê a TEV-DEM’ê Cîhan Hisên ji me re axivî  û da zanîn ku bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda ku li ser Rêber Apotê kirin destekdayîna dewleta tirkiyê ye û wiha got: “Dem dema azadiya Rêbertî û têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye.”