Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​​​​​​​​Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayekê dest pê kir

31/07/2023
in NÛÇE
A A
​​​​​​​​​​​​​​Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayekê dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayek da destpêkirin.

Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya kampanyaya KJK’ê ya ji bo jinên Şengal û Efganistanê ku dê 3-15’ê Tebaxê bê destpêkirin, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê û hate gotin: ”9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas dibe. Komkujiya ku bi êrişa DAIŞ’ê li ser gelê Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, bi hovîti û barbariyeke mezin li dijî gelê Êzidî hate kirin. Li pêşiya çavê tevahî cîhanê jin, zarok, pîr, kal bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi deh hezaran hatin koçberkirin  û ji cih û warê xwe hatin derxistin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li sûkên koledaran hatin firotin. Zarok bi qirkirineke çandî, nasname û ola xwe re rû bi rû  man û di nava çeteyên DAIŞ’ê de di şerê çetecîtiyê û terorê de hatin bikaranîn. Di sedsala  21’ê de li pêşiya çavê tevahî cîhanê hemû kiryarên dermirovî ji kuştin tecawiz û tûndî rastî hemû rengên siyasetê qirkirinê hatin kirin . Bi hezaran jinên ku hatine revandin hîn wenda ne.”

Di dewama daxuyaniyê derbarê rewşa jinên Afganîstanê wiha hate nirxandin: “Heman siyaseta qirkirin û hovitî li dijî jinên Efganîstanê di Tebaxa 2021’an de bi riya Talîbanê ku piştî vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê hate kirin. Plana teslîmkirina jinên Efganîstan ji terora Talîbanê re û teslîkirina jinên Şengalê ji DAIŞ’ê re siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi pîlanên qirêj ji hêzên hegemon li ser jinê tê meşandin û dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin û jinê vegerînin serdema koledariyê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew kampanyaya xwe ji bo jinên Şengal û Efganîstanê dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafrînin”, bi navê rêxistin û tevgerên Jin li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên berxwedana Şengal û Efganîstanê bi bîr tînin. Jinên Şengal û Efganîstanê hêviya xwe di şoreşa jin ya Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin, em ê bi hemû hêza xwe bibin bersiv ji hêvî û daxwazên wan re. Di çerçoveya pişgiriya kampanya ku Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3-15’ê Tebaxê de destpê dike bi rêzeçalakî û xebatên pişgiriyê li beramberî hemû siyasetên qirkirin û dijîtiya ku bi jinan re di sedsala 21’an de tê kirin. Wê jin bi berxwedanî û têkoşînê dîroka xwe bi tîpa zêrîn binivîsîne û hemû pîlanên qirkirinê ku li ser jinê tên kirine, vala derbixîne.”

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

-Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çalakî bên lidarxistin.

-Di 2’yê Tebaxê dê li tevahî qadên jinan mûm werin pêxistin.

-Di 7’ê Tebaxê de wê bi navê rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forumeke were lidarxistin.

-Di10’ê Tebaxê de wê çalakiyieke protesoyê werin lidarxistin.

-Li parkên giştî wê sînevîzyon li ser Şengalê werin pêşandan.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.