Rojnameya Ronahî

Xezîneya nivîs, çapemenî û weşangeriya Kurdî: Hisên Huznî Mukuryanî

Rewanduz

Beriya sed salan rewşenbîrê Kurd Hisên Huznî Mukuryanî durî berjewendiyên takekesî, tenê di xema nivîsîn, çapemenî û weşangeriya Kurdî de li ser pişta hêsitir û erebaneyê amêrek a çapê tîne li bajaroka Rewandiz bi cih dibe. Li gel Helbestvanê Kurd Pîremêrd dest bi weşandina rojname û nivîsên Kurdî dike.

Di sala 1925’an de nivîskar, rojnamevan û dîroknasê Kurd Hisên Huznî Mukuryanî ji Rojhilatê Kurdistanê li ser pişta hêstirê yekem car çapxane tîne bajaroka Rewanduz a ser bi îdareya Soran bi cih dike. Navê çapxaneya xwe jî dike ‘Çapxaneya Zarê Kurmancî’ Piştî salek jî govara ‘Zarê Kurmancî’ derdixe.

Mukuryanî navekî diyar yê cîhana nivîs, wêje û dîroka gelê Kurde. 17 salan li Rewanduzê jiyan kiriye. Heta niha jî bandora wî li ser wêje, huner û rewşenbiriya li deverê maye. Bi hatina Mukuryanî li deverê re serdemek nû ya rewşenbîriyê destpêkir. Wêjeya şer û leşkerî guherî ya wêjeya nivîsîn, huner, şano, pirtûk û xwendinê.

Di beramberî xizmeta ku vî dîroknasê Kurd ji bo bajarê Rewanduzê kirî de, Hikûmeta Herêmê di sala 2013’an de biryar da malek bi navê ‘Mala Mukuryanî’ li cihê niştecihbûna Mukuryanî ya li Rewanduzê ava bike. Lê deh sal borîn ne proje hatiye çêkirin nejî berê bingehîn ê projeyê maye!

Mamostayê Beşa Kurdî li Zanîngeha Soran Helmet Bayiz derbarê bandora wêjeya Mukuryanî ya li ser bajarokê Rewanduzê axivî û got:“Rewanduz û Hisên Huznî Mukuryanî ji hev nayên qutkirin. Ji ber ku bi hatina Mukuryanî ya Rewanduzê re, serdema pirtûk, rewşenbîrî, şano û hunerê destpêkir û ji berê zêdetir bipêşket. Salek piştî bicihbûna Mukuryanî ya li Rewanduzê, govara Zarî Kurmancî derket û 244 hejmar jê hatin çapkirin. Piştî wê jî pirtûkxaneya Kurdî li ser destê wî pêşket û hunera şanoyê jî serîhilda.”

Helmet Bayiz destnîşankir ku bandora Mukuryanî li ser perwerde û hişyariya civakê zêde bû û wiha dom kir:“Ji bo mînak, carek kesek xelkê gundê Gerewan tê Rewanduzê û hinek tirî ji Mukuryanî re tîne. Dema ew kes vedigere, Mukuryanî hinek kovar û rojname dide wî û jê daxwaz dike wan bibe li gund belav bike, daku xelkê gund bixwênin û rewşenbîr bibin.”

Di dewamê de Mamosta Helmet Bayiz da zanîn nêzî sed sal di ser nameyên Mukuryanî re derbas dibe, lê mixabin niha rojnamegeriya Kurdî di rewşek gelek xirab de ye. Bayiz got: “Mirov şerm dike rojnamevaniya niha ya Kurdî li gel yên wêdemê bîne berhev. Yên niha ne xema netewî, ne hişyariya civakê nejî mirovahî têde nayê dîtin. Silav û hurmet ji dîroknas û rojnamegerên Kurd yên binemala Bedirxanî û Hisên Huznî Mukuryanî re.”

Hisên Huznî Mukuryanî di sala 1890’an de li bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê li taxa Hacî Hesenan ji dayîk bûye. Li Hucre û Tekyeya Xaneqan dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye. Di temenê 21 salî de koçber dibe û li gelek welatên wek Rusya, Efganîstan, Suriye, Lubnan, Misir Hîcaz û Fransa geriyaye.

Mukuryanî li hemû Kurdistanê geriyaye û di sala 1915’an de li Helebê çapxaneyek biçûk avakiriye. Di sala 1925’an de hatiye Rewanduzê û Çapxaneya Zarî Kurmancî vekiriye. Di sala 1926’an de kovara Zarî Kurmancî derxistiye û heta sala 1943’yan li Rewanduzê maye. Piştre di 20’ê Îlona 1947’an de li Bexdayê koça dawî dike û li bajarê Hewlêrê tê spartina axê.