Rojnameya Ronahî

BÊBEXTIYA LOZANÊ

Hafiz Ahmet Turhalli

 

Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas bû. Êş û azarên kurdan û kêmenetewan kûrtir û girantir bûne. Bêbextiyek navdewletî û rûreşiyek giran li serê me kurdan bitaybetî û niştecihên Kurdistanê bi giştî hate kirin. Sed sal berê ji hêla desthelatên cîhanê ve,  kurd û Kurdistanî ji fermiyeta dewletên dunyayê hatin durxistin. Gelekî  xwedan rabûrduyeke 15 hezar salî, bizanebûn û plankê  ji fermiyeta sîstema nû ya cîhanî hate dûrxistin. Ev biryara navdewletî biryara tunekirina erdnîgariyek ku, derguşa mirovahiyê di hemêza xweda lorandibû. Pirtûkên pîroz jî behsa vê xakê dikin. Tewrat dibêje Bihuşt û Quràn jî jê re dibêje xaka pîroz. Bi vê peymana zaliman, hem xaka welatê me hate perçekirin û hem jî tunekirina gelê Kurd, bi biryarekî navdewletî hate erêkirin. Bi rêberiya Mistoyê kor û Ismetê kehr, serdemekî nû di erdnigariya me de hate destpêkirin. Cîhana dewletan çarenûsa gelê me, dan destê Tirk, Ereb û Farisên nîjadperest. Ev desthelatperestên herêmî jî, Ji bo desthelata xwe, qirkirina cîranên xwe yên bi hezarê salan yên Kurd, dan pêşiya xwe û dest bi qirkirinê kirin. Welatekî bi 10 hezaran sal navê wê heye û gelekî  resen di dîroka mirovahîyê de xwedan rol û mîsyone, ji bo rakirina wan ji holê, ev peyman hate pêşxistin. Bi vê peymanê di serî de derguşa Olan, Mezheban û bihevre jiyanê hate hilweşandin. Qaşo navê vê  peymanêjî, peymana aşitiyêye. Lê vê peymanê, ji bilî xwînrejandinê, malwêraniyê û tunekirinê tu çareserîkî bi xwe re neanî.

Bi peymana Lozanê re şerê tunekirina kurdan dest pê kir. Dijî van qirkirinan, serhildan û berxwedan jî pêşketin.

Berzencî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Ihsan Nurî paşa, Qadî Mihemed û bi 10’an serhildan çêbun. Tenê kurdan li çar perçeyên Kurdistanê zêdetirî milyonekî şehîd dan. Dagirkerên Kurdistanê jî û bi piştgirtina dewletên cîhanî jî bi ser neketin. Ji bo têkbirina kurdan wan jî bi 100 hezaran leşker wendahî dan, bi tirliyonan pere dan, lê rexmî hemû hevkariyan jî ew bi ser neketin.

Îsal di Lozanê de kurdan mohra xwe li dîrokê dan. Ji hemû perçeyên Kurdistanê, ji hemû Olên Kurdistanê, ji hemû lehceyên kurdan, Asurî/suryani, Ermenî jî di vê konferansêde amade bûn.

Piştî sed salî kurdan û Kurdistaniyan bang li hemû cîhanê kirin û gotin bi peymanên we em naqedin û hûn nikarin me tune bikin.

Zêdetirî 600 delgeyên ku ji nûnerên çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat amade bûn. Di heman rojên konferansê de meşeke mezin ya Kurdistaniyan jî pêkhat.

Divê were zanîn rexmî hemû piştgirtinên navdewletî jî, peymana Lozanê bi ser neket, berovajî wê têk çû.

Di Konferansê de axeftvanan bi yek dengî, gotin ‘Ne Kurd ne jî KurdIstan namirin’. Wek di Marşa me ya neteweyî de hatiye gotin: “Kes nebê Kurd dimire, Kurd jîn dibe”.

Serokê Şaredariya Lozanê jî tevlî Konferansê bû û peyamên sererastkirina Lozanê dan.

Dijminên kurdan, raste we Kurd parçe kirin; lê tekoşîna kurdan ya yekitî û serkeftinê neha mezintire.

kurdan rexmî hemû kêmasiyên xwe, îtifaqa xwe bi giranî ava kirine. Kurdan bi tekoşîna xwe peymana Lozanê dirandin û avêtin ser sergoyê. Neha dem hatiye ku kurd û Kurdistanî bê kêmasî bigihêjin hemû mafên xwe.

Divê ew desthelatên ku Kurdistan perçe kirin vê rastiyê bibînin û bi daxuyaniyan xwe ji peymana Lozanê paşve bikşînin. Di serî de Ingilistan û Fransa wiha bikin û karibin gunehên xwe daweşînin.