Rojnameya Ronahî

Nameya Demokratîkirina Rojhilata Navîn bihevre serbixin

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di sala 2015’an de, Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk, gelek kar û xebat, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn da meşandin. Herwiha hewildanên çaresriyê ji Rojhilata Navîn re berdewame.

Di sala 2005an de bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên Rojhilata navîn û dîtina rêyên çareseriyê û avakirina hizrên hevbeş di nava gelê Kurd û Ereb de, Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk li Bexdadê dest bi kar û xebatên xwe kirin, çapkirina Kovarê bi rengê demsalan bû, her ji 3’ê mehan carekê tê amedekirin û çapkirin. Herwiha ji bo rexnekirina sîstema desthilatdarî û mêtingeriya Kapîtalîzmê di civaka Rojhilata Navîn de, kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk ji 2015 an ve li Rojava tê amedekirin, li welatên Îraq, Misir û Sûriyê jî tê çapkirin.

Derbarê pêşketin, kar, xebat û rola kovarê de, Çavdêrê Giştî yê kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Ziyad Mihemed  ji rojnameya me re axivî.

Ziyad Mihemed diyar kir ku kovara Rojhilata Navîn xwedî dîrokekî nêzî bîst salan e, ku ev kovar li ser pêşniyar û daxwaza Rêber Apo hatiye damezrandin û wiha got: “Di Salên 2000’î de pêşinyara damezrandina kovarê hat kirin, di sala 2001’an de amedekariyên wê hatin temam kirin û yekem hejimar di Reşemiya 2002`an de li Libnanê hat çapkirin, lê ji ber hin şertên ku li pêşiya kar û xebata kovarê derketin, li Libinanê hat rawistandin, piştire li bajarê Mûsilê hejmara 2’an hat destpêkirin, li wir jî hejmarek tenê derket û hat rawestandin, piştre di konfiransa Ragihandinê ya di sala 2005 an de hatî li darxistin de, careke din biryara vekirina kovarê hat dayîn. Ji sala 2005’an de bingeha kovarê bê navber dest bi kar û xebata kovarê kir. Di 2005`an de bi nave Kovara Rojhilata Navîn A Demokratîk dest bi kar hate kirin û hejmara yekê ji kovarê di Cotmeha 2005 an de, ji nû ve hat çapkirin. Li Bexdadê girêdayî saziya zanistên civakî a Abdullah Ocalan yekem hejmara kovarê hat çapkirin û belavkirin.

Li Îraqê girtina kovarê bertekek ji Rewşenbîr û Nivîskaran re çêkir

Çavdêrê Giştî yê kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Ziyad Mihemed di berdawamiya axaftina xwe de wiha got:”Di sala 2006’an de ji ber zextên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Îraqê, bi sedema ku saziyek bi fikirê Rêber Apo bi awayekî fermî heye, biryara girtina wê ji dewleta Îraqê re kir. Dewleta Îraq neçar ma ku Saziya kovarê bigire, herwiha girtina kovara Rojhilata navîn a Demokratî bertekek li cem damezrînerê kovarê, Rewşenbîr û Nivîskaran, çi li Îraqê û çi li derveyî Îraqê çêkir. Tevî ku saziya zanistên civakî a Abdullah Ocalan hat girtin jî, lê kar û xebata kovarê nehate rawestandin. Ev yek nêzî salekê dewam kir, herî dawî xebatên çapkirina kovarê ji Bexdad hat Silêmaniyê li wir çapkirina kovarê berdewam kir, dema ku li Silêmaniyê kovar dihat çapkirin ji Sûriyê re jî dihat şandin. ”

Ziyad Mihemed da xuyakirin ku ji sala 2015’an de kovara Rojhilata Navîn a demokratîk, li Rojava kar û xebatê çapkirina kovarê dike û got:” Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk niha li Rojava tê amadekirin, û li welatên Îraq, Misir û Sûriyê tê çapkirin û belavkirin. Lê li ser daxwaza Rewşenbîr, Nivîskar û xwendevanan hin hejmarê kovarê car caran ji welatê derve re jî mîna Ewropa û hin welatên Araban re jî mîna Cezayêr û Lîbiya re jî hatin şandin.”

Bi hevgirtina gelan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dibin

Ziyad Mihemed axvtina xwe wiha bi dawî kir; Armanc ji avakirina kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk, ew e, ku ev kovar bibe pirek di navbera gelên herêmê de û bi taybetî di navbera gelê Kurd û gelê Arab de. Armanc ew e, ku zihniyetekî hevbeş di nav gelên herêmê de ava bike, fikir û ramanên jiyana hevbeş û biratiya gelan çê bike, gelan nêzî hev bike, ramanên nijadperestî, desthilatdarî, newekhevî û hemû cureyên tundrewiyê rexne dike û hewl dide şoreşekî zihnî ava bike. Zemîna demokratîzekirina rojhilata navîn ava bike û got:”Armanca bingehîn ji kovara rojhilata Navîn a Demokratîk hevgirtina gelê kurd û Ereb e. Ji bo ku pirsgirêkên Sîstema Kapîtalîzim avakiribûn tevî Sîstema nijadperest, yên ku di nava civakan de, siyaseta dijminatî û qirkirina hev ku dimeşandin, ji hizira Rojhilata Navîn rakin. Herwiha Şoreşên ku li ser rûye erdê tên çêkirin encamên şoreşên zihnîne, heger ramanên demokratîk û bi hevre wekhev û bi dadwerî jiyan kirin di hizira civaka Rojhilata Navîn de hevgirtî be, wê ev guhertin li ser rûyê erdê jî pêk bê. Daxwaza me ji hemû xwendevan û gelan ew e, ku bi hevgirtina yek hizirê pirsgirêkên Rojhilata navîn careser bikin û ji bo rojhilata navîn a demokratîk bi hevre bi xebitin.”