Rojnameya Ronahî

Zîn Henan: Parastina Nirxên Şoreşê Erka Ciwana Ye

Ciwanên rêxistinkirî bingeha avakirina civakeke exlaqî û polîtîk in, bi van gotinan endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ya EFrîn û Şehbayê Zîn Henen behsa girîngiya rola ciwanan di şoreşê de kir, her wiha anî ziman ku ciwanên Apoyî mîrasê tevgera azadiyê ne.

Zana Roj/ Şehba

Ciwan nûnerê hêz û îradeya civakê ne, pêşxistina ciwanan bi civakeke exlaqî û polîtîk ve pêkan e. Li ser vê esasê pêwîste bi hişmendiya Netewa Demokratîk civakeke xwedî exlaq û polîtîk bê avakirin. Ciwan nûnerê bingeh û nasnameya civakê ne, ji ber vê yekê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi hêmanên şoreşgertî û azadiyê tên perwerdekirin. Di têgihîştina rastiya dijmin û naskirina dîroka xwe de bûne pêşeng. Li ser van bingehan di oxira azadiyê de bi bedelên gelek giran xwe kirine fedayê gel.

Çawa ku tekoşîna Tevgera Azadiyê bi ciwanên Apoyî yên ku ji felsefeya Rêber Ocalan re bûn qehreman hat destpêkirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger di şoreşa Rojava de ji avakirina komên  yekemîn yên Yekîniyên Parastina Gel YPG bigire û heyanî avakirina sîstema Rêveberiya Xweser cihê xwe tê de girtin. Li ser esasê Paradîgmeya Netewa Demokratîk cihê xwe di tavahî qadên civakê de girtin bi vê mabestê ciwanên Apoyî tavahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hembêz kirin û bo Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyê.

Têkildarî rêxistinbûna ciwanan di şoreşa Rojava de her wiha rol û misyona ciwan û jinên ciwan di pêvajoya heyî de, endama Kordînasyona Ciwanên Şoreşger yê Efrîn û Şehba Zîn Henan ji rojnameya me re axivî.

`Şoreşa 19 ê Tîrmehê mîrasê Berxwedaniya zindana ye`

Zînê de destpêkê de azî ziman ku şoreşa 19 ê Tîrmehê yek ji mîraseyên berxwedaniya 14 ê Tîrmehê û wiha got: “Li ser xeta berxwedaniya ku di zîndanan de hatiye pêşxistin, Şoreşa Rojava îlhama xwe ji berxwedaniya 14 ê Tîrmehê wergirtiye, berxwedaniya ku di zîndana Amedê de hatiye raberkirin bû bingeh ji berdewamkirina tekoşîna Tevgera Azadiyê yê ku bi baweriya xwe ji dozê re bûye mênak ji tavahî tevgerên şoreşger yên cîhanê re. Şoreşa 19’ê Tîrmehê yek ji wan mîrasa ye, bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan ya demokrasî û azadiya gelan hat destpêkirin û gelek destkeftî bidest xist. ”

`Ciwanan guhartin û veguhartinên cidî avakirin`

Zîn diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava û heyanî niha tevgera ciwanan guhartin û veguhartinên cidî dan pêşxistin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de roleke sereke ya ciwan û jinên ciwan hebû. Ciwan û jinên ciwan di tavahî qadên civakî û leşkerî de xwe bi rêxistin kirin. Her wiha ev şoreş ji bo me bû wesîleya ku em xwe nasbikin, erk û misyona li ser mile me çiye û em çawa li gorî pêvajo û rastiya xwe tevbigerin, hat nasîn. Bi qasî ku zihniyeta malbat, civak û dewletê li ser ciwanan bandor kiribû, me nedizanî hêz û enerjiya me heyanî kîjan astê ye. Ew hêza ciwanan ya herikbar hatibû xetimandin. Dewletê bi polîtîkeyên herî zirav siyaseta xwe bi taybet li ser ciwanan dida meşandin. Ji lewra ew hêza veşartî ya ku ciwan dikarin pêşengtiyê ji civakê re bikin ne pêkan bû. Ji ber vê de şoreşa Rojava de rêxistina ciwanan guhartinên cidî di aliyê hişmendî û kesayet de dan avakirin. Di van rastiyan de xwe kurkirin bû sedem ku ciwan bi rihekî fedayîtî nêz pêvajoyê bibin û bigihînin asta şehadetê. Bî guman ev bû bingeh ku ciwan bi hêz û zanebûna xwe pêşengtiyê bikin û di astên herî bilin de cih bigirin”.

`Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  navenda xebatê me ye`

Zînê anî ziman ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me seferberî da ye îlankirin û wiha domand: “Dijminê faşîst bi girtina Rêber Apo xwest îradeya tevgera Apoyî bide rûxandin. Lê bi girtina Rêbertî re asta tekoşîna gel û tevgera Azadiyê zêdetir û mezintir bû. Îdeolojî û felsefeya Rêbertî xistin meryetê û li ser wê bingehê tekoşîn tê domandin. Bi girankirina tecrîda li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de careke din dijmin dixwaze tavahiya gelê Kurd bixe nava tecrîdê, herwiha  dixwaze destkeftiyên gel yên heyî werin tepisandin. Lê belê ev yek di roja îro de ne pêkan e û êdî gel li hember tavahî cureyên êrîşan têkoşînê dike. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger jî me ev soz daya heyanî ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger nebe wê rihetî nîn be. Li ser vî esasî bi hemleya “Cenga azadiyê bi ser bixe Rêber APO azad bike” me seferberî li tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da îlankirin. Tavahî xebatên ku em didin meşandin yekemîn ji  bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rbertî ye. Bê guman gelek hemleyên din jî hatin destpêkirin, her wiha çalakiyên berfireh jî hatin lidar xistin. Ji destpêka şoreşê ve tavahî çalakî û xebatên ku dihatin kirin di serî de ji bo Rêber Apo bûn.”

`Li hember polîtîkeyên dijim divê ciwan bên perwerdekirin`

Zînê anî ziman ku dijim li hember ciwan û jinên ciwan siyaseteke taybet dide meşandin û wiha domand: “Dijmin li hember gelê kurd siyasetên qirkirin û asîmîlasyonê dide meşandin. Ji bo Kurdan ji hole rabike bi tavahî cureyên teknîka pêşketî êrîşî Gerîla û gel dike. Bi salane vê yekê dide meşandin, lê ji ber ku dijmin nagihêje tu encaman dest bi polîtîkeyên helandina cewherî kiriye. Li car perçeyên Kurdistanê dijmin polîtîkeyên gelek zirav li ser ciwanan orgenîze dike. Bi xetên şerê taybet yên ku mirov hêdî hêdî ji cewherê wî dûr dixîne bi awayekî giran û zane dide meşandin. Ji ber vê armancê ew e ku civaka Kurd bi demê re bê helandin, ew jî tenê bi riya nifşên pêşerojê tê pêkanîn. Lewra bi meşandina polîtîkeyên zirav asîmîlekirina ciwan û jin armanc dike. Bi taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijmin valakirina herêmê ji ciwanan armanc dike û ji bo wê tavahî derfetan dide vekirin. Bi riya xapandina ciwanan her wiha teşwîqkirina ciwanan bi derketina ji welat, xetên zirav yên şerê taybet dide meşandin. Her wiha bi belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de, rê li ber zehmetiyên gelek mezin vedike. Li hember van polîtîkeyan tevgera ciwana û jinên ciwan di nava lêgerîn û xebatên mezin de ne. Her wiha bi riya perwerdekirina ciwanan em dixwazin tavahî jin û ciwanan şiyar bikin da ku ji siyaseta dijmin re nebin qurbanî.”

`Prastina nirxên şoreşê erka me ye`

Zînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi silogana “Bi rihê Apoyî xwe nû bike, canga azadiyê ser bixe” ewê şoreşê biparêzin û wiha got:”Di pêvajoya pêşiya me de erk û berpirsyartiya me girantire. Ji bo ciwanan û jinên ciwan divê ked û xebatekî daha zêdetir û berfirehtir ku em xwe bigihînin tavahî ciwanên Sûriyê bê meşandin. Li hember pêvajoyê û ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava, bi silogana ciwana ya “Bi rihê Apoyî xwe nû bike û cenga azadiyê ser bixe” em soza xwe ji bo tavahê gelê Kurd û Şehîdan nû dikin.”