Rojnameya Ronahî

Ji Derziya Dijmin Pirtir Şûjina Xwe Bibînin

Fener…

Idrîs Henan

Piştî civîna welatên NATO`yê û taybet helwestên bi nêzîkatiyên faşîzma Tirk re derketine, diyar dibe ku rejîma li Tirkiyê zivirîneke siyasî ya ber bi çav jiyan dike. Daxuyaniyên aliyên pêwendîdar ên navneteweyî yên piştî zelalbûna helwesta Tirkiyê ji Siwêd, Ukranya û Rûsyayê re, baş destnîşan dikin ka berê siyaseta faşîst a Tirk ber bi ku ve çûye.

Êrîşên bi çekên kîmyewî û nûklerî, taybet piştî civîna lûtkeya NATO`yê, paralelî sedsaliya Lozanê, êrêşên li ser hev ên bi balefirên bê mirov li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, eşkere dikin ku hegemonî li ber itîfaqeke nû ya fena Lozanê ye ku dixwaze careke din narvîna gelê Kurd di nava dagirkerên Kurdistanê de berbelav û qir bike. Weke sedsala derbasbûyî ku bi qirkirina Ermenan tacîdar bûye, vê sedsalê jî dixwazin Kurdan bi derbekê ji holê rakin û tune bikin. Ji bona vê yekê jî dewleta Tirk a faşîst erkdar bûye, him ji aliyê NATO û him ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke nobedarê qirkirina gelan li herêmê hatiye ser kar. Lew re; ji nû ve bûye desthilatdar û celebên mîkanîzmayên qirkirin û îmhakirinê lê zêdekirin.

Eger îro faşîzma Tirk û tevayî dagirkerên Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd qir dikin, ew hêza xwe ji îmakanên NATO û Yekîtiya Ewropayê digirin. Piştgiriyeke perjewendîperest e ku ti pîvanên mirovayiyê nas nake. Lew re jî; çi destwerdanên li îradeya gelan hatiye kirin, bê deng mane û di paş perdeyan de perspektîva cînosîdê didin.

Tişta pêwîste were fêmkirin ku di rastiya cînosîda em qalê dikin de, qirkirina çandî navend e. Bê guman nikarin tevayî Kurdistanê û Kurdan aliyê fîzîkî ve tune bikin, lê dikarin bi qirkirina çandî re civakê hilweşînin. Eger êrişeke leşkerî karibe çend kesan bi yek derbê bikuje, qirkirina çandî dikare bi yek derbê bi milyonan mirov ji nav bibe. Rengê wê yê herî xirab jî oto-qirkirina çandî, otoasîmîlasyon e.

Îroj faşîzma Tirk dixwaze bi van îmkanên teknelojî û mekanîzmeyên ezmûna DYE û YE qirkirina Kurdan temam bike û muhra xwe li bin peymaneke nû ya Lozanê bixe. Divê em şûjina xwe bi qasî derziya xelkê jî bibînin! Eger faşîzm zemîna qirkirinê li ser pişta NATO û YE ava dike, beşa mezin a avakeran jî dijminê hundirîn e. Lew re pîwste em ji berê hestiyartir bin, taybet pêşengên civakê rewşenbîr, hunermend, nivîskar û akademisyen ku rola mezin a berxwedana li hemberî qirkirina çandî li ser pişta wan e. Divê bi xemsarî, sadebûn û seranseriya xwe em nebin hevkarên qirkirina li serê Kurdan tê maşendin. Ji stranekê heya fêrbûna tîpeke zimanê Kurdî were, divê hemû li ser bingeha parastina hebûna razber û şênber a gelê Kurd be.

Ji ber vê jî kongreya 4 rojan a li ber avahiya Peymana Lozanê hatiye lidarxistin, ew lihevkirina Tirk û NATO`yê ya qirkirinê Kurd vala derxist û îradeya azadiyê tivî kir. Lew re; îroj li çiyayên Kurdistanê darbên herî giran li dagirkeriya Tirk a bi hişmendiya Lozanê hatiye strandin dikevin û hemû hewldanên profakatîf ên têkbirina projeyên demokrasiyê yên bi pêşengiya Kurd, ji nav hatin birin. Îro jî hêza komploger a Lozanê li ber gelekî rêxistinkirî xwedî raman û felsefeya jiyan nû ye ku hemû dunyayê dihewîne nava xwe. Lew re, vîna bi vê paradîgmayê hatiye afirandin, ji vir û pê ve jî, nikare were tunekirin. Xwedîderketina Kurd li çanda xwe û parastina nirxên bi şoreşê re hatine nûjenkirin, erkekî bingehîn ê Kurdan e. Çi parvekirin û lihevkirinek nû li dunyayê nikare bê vîna Kurd bijî.