Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

29/07/2023
in NÛÇE
A A
11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê ragehand ku di çalakiyên gerîla de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn, herwiha kamereyeke mobesse û konek hatin îmhakirin û derb li konekî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyên xwe didomînin û artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran dixwe û wiha dewam kir: “Di çalakiyên hêzên me de ku bi cesaret û biryardariyeke mezin didomînin, 11 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Sîstemeke kameraya mobesse û konek hatin îmhakirin û derb li konekî hate xistin .Di 28’ê Tîrmehê di saet 06.40’an de dema ku li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Di 28’ê Tîrmehê di saet 07.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li konekî dagirkeran û sîstemeke kameraya mobesse hate xistin. Sîstema kameraya mobesseyê hate îmhakirin û li kon hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin. Di 28’ê Tîrmehê di saet 12.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li çeperê dagirkeran hate xistin û 2 dagirkerên di hundirê çeper de hatin cezakirin. Di 28’ê Tîrmehê di saet 13.10’an de bi çekên giran li konên dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev kon hate îmhakirin û 2 dagirkerên di hundir de hatin cezakirin Di 28’ê Tîrmehê di saet 13.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê bi çekên giran li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin. Di 28’ê Tîrmehê di saet 15.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman wextî de bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek din jî hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin. Di 28’ê Tîrmehê ji saet 19.10’an heta 19.20’an li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî diketin nava tevgerê û hewl didan bi cih bibin, hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin. Di 29’ê ê Tîrmehê ji saet 01.10’an heta 02.30’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopterek kete nava tevgerê. 2 caran bi çekên giran mudaxeleyî van helîkopteran hate kirin.”

 

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

HPG’ê da xuyakirin ku di 27 û 28’ê Tîrmehê de qada Golka ya Metînayê carekê, qadên Gundê Girê, Gundê Sêdarê û Gundê Seravê yê herêma Garê 4 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Herwiha da zanîn ku Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi dehan car bi topan hatin bombekirin.

Navenda Ragehandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniya xwe wiha qedand: “PDK’ê têkildarî mirina Mihemed Mîrze ku roja 23’ê Tîrmehê ew bûyer qewimî bû, daxuyaniyek da û Tevgera me berpirsyar nîşan da. Weke HPG’ê ti eleqeya me bi bûyerek wisa re tune ye. Li gel ku ti belgeyek piştrast kirî li holê nîne, hewl tê dayîn vê bûyerê bi Tevgera me ve bidin girêdan û ev rewş bi zanabûn tê kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.