Rojnameya Ronahî

Ji bo bîranîna Cemîle

Pirtûka çîrokan a bi navê “Berçem” ku Hasan Kiliç ê li Hepsa Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirgayê nivîsandiye, hate çapkirin.

Hasan Kiliç di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Wî “Berçem” bi Kurdî nivîsandiye û pirtûk ji Weşanên Sînê derketiye. Pirtûka çîrokan ji bo bîranîna Cemîle Çagirga ya 10 salî hatiye nivîsandin. Cemîle sala 2015 dema qedexeyên derketine derve ya Cizîrê de hatibû qetilkirin û ji bo ku cenazeyê wê xera nebe bi rojan di sarincê de hatibû parastin. Di pirtûkê de çîroka “Berçem” a li Kurdistanê hatiye dinê û hê ku hînî Kurdî nebûye û bi malbata xwe re diçe Stenbolê û 6 sal şûnde vedigere mala xwe û piştî wê fêrî zimanê kurdî dibe. Besna Acû û Mûstafa Temel jî ji bo çîrokan wêne xêz kirine.

Hasan Kiliç kî ye? 

Hasan Kiliç di sala 1994’an de li gundê Mistefamillik ê navçeya Qosera Mêrdînê hate dine û di sala 2016’an de tev li Yekîneyên Parastinê yên Sivîl (YPS) bûye. Di encama lêketina birûskê de Kiliç bi giranî birîndar dibe û hevalên wî ji bo dermankirina birînên wî ew birine Başûrê Kurdistanê. Li wir hatiye dermankirin. Rewşa Kiliç giran bûye û nekariye bimeşe jî. Li ser vê yekê malbata wî xwestiye Kiliç bîne cem xwe û li wir derman bike. Bes pêşmergeyên PDK’ê Kiliç li deriyê Xabûrê teslîmî Tirkiyeyê dikin. Kiliç piştî binçavkirinê hatiye girtin. Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran a Mêrdînê bi hincetên “Endamtiya Rêxistinê”, “Xerakirina Yekîtî û Temamiya Dewletê” û sedemên wekhev, 3 caran cezayê mûebeda girankirî li Kiliç tê birîn. Kiliç niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê de tê ragirtin û Kiliç li girtîgehên Şirnex, Mêrdîn, Sêwereg û Kayseriyê jî maye.