Rojnameya Ronahî

Komkujî nikarin vîna gelan bişkînin

 Ronaz Silêman/Qamişlo

7 sal di ser komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo re derbas bûn,  lê hîn jî êşa  komkujiyê di dilê malbatê qurbaniyan de ye û nehatiye jibîrkirin. Malbatên şehîdên komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo dan zanîn ku têkoşîna gelên herêmê û berxwedanan zarokên Rojava, plan û armancên çeteyan vala derxistin.

Di 27’ê Tîrmeha 2016’an de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, kemyoneke bombarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê bi teqîneke dijwar bajêr hejand û zêdeyî  50 kesî şehîd bûn ku têde Zarok,ciwan, kal û pîr hebûn.Herwiha 177 kes birîndar bûn, piştî lêgerînan jî nasnameya hin kesên qurbaniya komkujiyê windayî man.

Derbarê salvegera 7`an a komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, malbatên qurbaniyan  ji rojnameya me re axivîn.

Bedriya Ezîz Osman dayîka Şehîd Mihsin Osê derbarê komkujiya ku bi xwe re jiyana kurê wê yê bi temenê 29 salî bi dawî kir wiha got: “Kurê min li firoşgeheke  mobîliya ku li taxa Xerbî ye kar dikir, di sibeha kumkujiyê de çû ser karê xwe, piştî derbasbûna demeke kurt ji çûyîna wî ya ser kar, dengê teqîneke dijiwar li bajar hat bihîstin. Agahî hat belavkirin ku komkujiyek li taxa Xerbî pêk hat, di encama wê teqînê de kurê min jiyanan xwe ji dest da.”

‘Komkujiyê dilê welatiyan birîn kir’

Dedriya Osman axvitina xwe wiha qedand: “Tevî derbasbûna  roj, meh û salan jî, êşa qurbaniyên komkujiyê ji dilê me derneket, herwiha ev komkujî bû birîneke bê derman ku ji bîra xelkên Qamişlo qet naçe. Komkujiya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat,  bû sedema êşekê di dilê bi 100`an malbatan de, destê me ji zarokê me kirin, dilê welatiyên Qamişlo bi ewrekî reş nuxmand. ”

‘Armanca komkujiya Qamişlo têkbirina vîna gel bû’

Welatiyê bi navê Şêrewan Şêxo ku xwşka wî û du zarokên wê jî di komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de şehîd bibû, êşa dilê xwe wiha anî ziman: “Xweşika min Emîra Şêxo û zarokên wê Kasro, Peljîn di komkujiyê de Şehîd bûn. Armanca çeteyên DAIŞ`ê ji pêkanîna komkujiya taxa Xerbî, têkbirina vîna gelên herêmê bû.”

‘Planên faşîzmê bi hevgirtina gelên herêmê têk çû’

Şêrwan Şêxo di dawiya axaftina xwe de, banga yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Pêwîste gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî komkujiyên ku tên kirin, bê hêz nebin.Herwiha bi hevgirtina gelan û saya têkoşîna keç û xortên me, tevahiya pilanên dagirkeriyê û çeteyan têk çûn.  Ji bo wê pêwîste gel û hêzên leşkerî bi hev re xaka welat ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên qirêj biparêzin. Tevahiya pilanên li dijî gelên herêmê wê bi yekrêzî û hevgirtina gelên herêmê, wê têk biçe.”

Welatiyê bi navê Seyid Şikrî ku dayîka wî di komkujiya taxa Xerbî de jiyana xwe ji dest dabû wiha got: “Dayika min ji bo dermankirna diranê xwe çûbû cem Bijîşkê diranan li taxa Xerbî, nêzî seat 9’an de dengê teqînekê mezin hat bihîstin. Di nava teqînê de dayika min jî Şehîd bû. Rola dayika min di civakê de hebû dermanê xwezayî çêdikirin û gelek nexweş li ser destê wê dihatin dermankirin. ”

‘Yekîtiya gelan bersiva herî xurt li dijî komkujiyê bû’

Seyid Şikrî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev komkujî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat, daxwaza wan qirkirina gelê kurd bû. Ji ber  çeteyên DAIŞ`ê jî hevkarê dewleta tirk a dagirker re, ji aliyê dewleta tirk ve derbasî xaka Rojava dibin û planên dagirkeriyê dimeşînin.”