Rojnameya Ronahî

SÎYABEND Û XECÊ

Cîger EFRÎNÎ

 

Rengê tîr di destanên evînê de trajedî ye.Ji xwe trajediya di evînan de hiştî ku ew destan bê mirin û mayînde bibin.Ev rastî bi heqîqeta civakê ya piştgiriyê,mihrîbanî û dilovaniya civakî, ji helê din ve xewjînên(xeyal û daxwazên kesan) kesan ve, ku nigihane û nikarîne bijîn û di hinava wan de maye, bi jînkirin û dilşewatiya bi ser evîndaran ve, ku civak bi wan bûye civak,ve girêdayî ye.

Tişta balkêş ew e ku,di hemû destanên evînên  Kurdan de pêşiya pêşîn mêr dimire û piştre jî jin bi awayekî dawî li jiyana xwe tîne.Mem dimire, Zîn  xwe dikûje, Derwîş dimire Edûlê xwe dikûje,Siyabend dimire û Xecê xwe dikûje.

 

Çima?

Bê guman sedema sereke jin bi evîna xwe ve girêdayi ye û bêyî evîna xwe jiyaneke din  ji xwe re qebûl nake,hebûna xwe di evîna xwe de dibîne. Mêr dikare piştî evîndara wî bimire bi jineke din re bizewice. Lê heman derfetê nade jinê ku bi mêrekî re bizewice. Ango  feodalîta ku di civakê de sedestbû rê ji jinê re digirt.

 

Siyabend û Xecê destanenke evînê ya Kurdan e.

Di nav destanên evînê de ya ku bi têkoşînê welidiye û têkoşîna hebûna xwe daye û bi wê rastiyê  kemiliye û bûye malê civakê bi tenê destana evîna Siyabend û xecê ye.

Gava em hinekî li ser hûr dibin û hinekî rewş û kesayeta Sîyabend û Xecê vedirşînin,em  bi awayekî zelaltir dibînin ku di her hêlê de destana Siyabend û Xecê destaneke civakî,welatparêz û tê de jin bi rengê xwe heye.Lê ji ber rewşa civakî ya feodal di wê de jî rengê  mêr li destanê ketî.

 

Sîyabend sêwî li cem ap û amojina xwe mezin dibe. Xecê xwîşkeke ku bi heft birayên xwe re jiyan dibe li zozanan û bi her awayî rûmeta xwe diparêze,gava Siyabend fêm dike ku Xecê bi dijminê bêyî ku dudilî bibe hema li dijî diminên Wê têdikoşe û hevîrê evîndariya xwe bi têkoşînê distrê,

Ji vir fêm dibe ku Sîyabend kesayeta xwe û rêgeha jiyana xwe bi xwe, bêyî ku xwe bispêre bav, ap, xal an jî hêzekê, vedike. Wekî her tiştî, evîndariya xwe jî bi têkoşîna xwe di dilê Xecê de diçîne. Di jiyana rojana de, li zozanan rastî Xecê hatî, bi çavên serê xwe (ne wekî Memê di xew de)dibine, ango evîndariya wan zaroka têkoşîneke jiyanî ye. Ji hêla din ve Xecê hema dilê xwe radestî Siyabend nake,şertên xwe û rastiya jiyana xwe vedibêje.Hem li hember heft birayan, hem jî li hember Siyabend xwedî sekeneke raste,ne stûxwar e.Di nav destanên Kurdan de mirov  bi tenê şertê evîna rast di kesayeta Siyabend û Xecê de dibîne.Evîn, li ser kesayeteke xwe bi xwe gihandî, bi rastiyên jiyanê ve hatiye keljandin û bi têkoşînê mezin bûye,derdikeve pêşiya me.

 

Sîyabend zordariya ku amojina wî lê dike, qebûl nake

 

Gelek zarok sêwî dimînin.Ev,rastiyeke jiyanê ye.Mixabin,gelek ji wan zarokan li kolanan dimînin û ji bo zikê xwe têr bikin tiştekî ku nakin tuneye û wekî awareyan mezin dibin.Lê di kesayeta Siyabend de awaretî tuneye,tam berevajî wê,kesayeteke bi çand û bi kedê mezin bûye,dev ji xwe berneda ye,çarenûsa xwe bi xwe diyar dike,derdikeve pêşberî me.Diçe li cem hesinkarekî dişuxile û fêrî çêkirin û bi karanîna şûr û  siwarbûna hespê dibe.Yanê serê xwe ji çarenûsa ku jê re ji hêla felekê ve hatiye hûnandin danaxe.Di rêwîtiya jiyana mirov de ya girîng ne tora ku felekê hûnandî ye,ya girîng ew e ku mirov çawa û bi çi awayî hewl daye ku rêya xwe bi xwe veke.Ev e,em dibînin ku Siyabend bi  kedeke mezin xwe fêrî her tişta ku pêwîstiya wî pê heye,dike û li gorî dema xwe,ku di serdemê de fêrbûna bikaranîna şûr,siwarbûna hesp û şerkirin,ji bo mêrekî şertên ku nebe nabe, û Siyabend di demeke kurt de û li gorî temenê xwe pir zû fêr dibe ku, jiyan ne tiştekî hêsan e.Ew,ne wekî Memê bi heqîbeyên dagirtî zêr,zîv û mûcewheran nakeve rê,pênc qûriş di berîka wî de tune ne,Ji her alî ve kurmanc e û xêzane. Zexeliyan di karê xwe de nake.Yanê ne zarokekî çavpehn e, û bêxîretiyê jî layîqî xwe nabîne.Ango Siyabend,xwe bi xwe afirandî û bûye Siyabend,ne kesî ew kirî Siyabend. Siyabend;Zarokê ku kariye kefenê felekê biçirîne û bi xwe xêzên çarenûsa xwe binivisîne.

 

Rê li ber karmendên dewleta Elî Osman ên bacê berhev dikin,digire û ji wan dixwaze ku careke din lingên xwe navêjin hêremê.

Di vir de welatparêziya Siyabend derdikeve pêşiya me.Bi rêgirtina li ber karmendan û ji wan xwestina “careke din wan li vê hêremê nebîne“bi awayekî vegirî sînoran ji wan re diyar dike ku,“ev der welatê  min e“ û divê li gorî wê rastiyê tevbigerin.War;Çiyayê Sîpanê Xelatê,ango Xerzan;Kurdistan e.Di vê xalê de cudahiya Siyabend ji Mem û Derwêşê Evdê derdikeve holê.Ew,ne li dijî êlekê,li dijî dewleta dagirker derdikve;bi temamî karmendên dewleta Elî Osman digire hemberî xwe.Rêgirtina li karmendên dewletê tê çi wate yê baş dizane û dizane ku,bi wê kiryara xwe kefenê mirinê li xwe dike û gengaze ku her kêlî were kuştin.

Siyabend;hem ji boyî evîna xwe û hem jî ji boyî welatê xwe mirinê digire ber çavan!

Wekî ku tê zanîn,destana Memê Alan destaneke ku ji Huriyan ma ye û Ehmed‘ê Xanê li gorî dîtin û felsefa xwe ji nû ve ew destan hûnandiye.Ancex destana Siyabend û Xecê di rastiyê de hatiye jiyankirin …

Pêre û tiştên ku ji karmendan girtine tev li gundiyan belav dike.Alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye,dike.Di vir de jî Siyabend ji Memê Alan cûda dibe;Memê Alan xwedî  heqîbeyên zêr û zîvan e û ji gel,rastiya gel qut e. Încax Siyabend kêliyekê jî ji civakê qut nebûye.

 

Heft birayên Xecê hene!

 

Heft zilam (Bira) bi Xecê nikarin. Xecê jî sêwiye û li cem heft birayan jiyana xwe didomîne.Lê Xecê ne xwe û ne jî giyana xwe radestî “dilovaniya“ birayan nekirî ye.Bi qasî hêza xwe têdikoş e û bi wê têkoşînê bûye xwedî kesayet.Ne wekî Edûlê ye, ku serê xwe ji daxwaza bavê re daxistî û di konan de najî.Ne wekî Zîna Zêdane serî li ber bira danaxe û di qesr û qonaxan de jî najî. Li zozanan dijî. Jiyana li zozanan paqij e û Xecê bi wê paqijiya zozanan giyan û hebûna xwe diparêze . Di hebûnê de paqij e û ji bûyîna xwe tiştekî wenda nake.Ne bi tenê wekî  xwişkekê,wekî dayîkekê jiyan dike.Ev rastiya,giranbûna barê jina Kurd raber dike.Tu jinbî,di hemû serdeman de barê te giran e û divê di bin barê giran de lingên te nericifin.Ne bi tenê lingên te nericifin,her wiha divê kesayeta xwe jî biparêzî. Û heger bibî evîndar (yar),wê demê divê bizanibê ku,piştî mirina evîndar(mêr),tu jî dimirî! Ji lewra an nebî evîndar an jî bi mirina piştî mêr qayîl be!Ya rast, her çiqas pergala Feodalîte derfeta jiyanê ji jina ku ji xortekî re bûye evîndar nade jî,lê jineke ciwan û xweşik heger bixwaze dikare xwe nekuje û di koşeyekê de “bijî“.

Wekî tê zanîn pezkofî bi qiloça xwe li Siyabend dixe û ji jor ve dikeve,Xeçê kêndiran ji heft gundan kom dike,lê nikare Siyabend xelas bike.Porê xwe jî qut dike û bi ser kêndirê ve girê dide,lê dîsa jî. Nagihê Siyabend.Herî dawî xwe diavêje cem Siyabend,destê Wî digire û bi hev re can didin.Qutkirina por xwedî wateyeke girînge di çanda Kurdan de. Jinek zû bi zû porê xwe qut nake.Kofiya serê xwe navêje.Her çi qas encam trajedîkbe jî,evîna xwe bê mirin kirin û heta îro hatiye.

Heger Ehmed‘ê Xanê xwedî agahîba ( Piştî Ehmed‘ê Xanê qewimiye û ji lewra derfeta ku Ehmed‘ê Xanê jê agahdarbe tine ye),wê destana Siyabend û Xecê bihûnanda û ew wekî destana evîna Kurdan pêşkêşî civaka Kurd û mirovahiyê bikiraba.