Rojnameya Ronahî

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ked û afrandinê ye’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Xebatên şaredariyên herêma Cizîrê bi destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, xebatên bingehîn bûn. Têkildarî kar û xebatên şaredariyan li herêma Cizîrê, Bêrîvan Umer da zanîn ku damezirandina şaredariyan ji ber rewşeke awarte bû û niha kar û xebat birêxistinkirî dimeşin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kir, xebatên şaredartiya gel ku yek ji lingên esasî yên vê sîstemê ne jî, roj bi roj berfirehtir bûn. Şaredariyên gel  ji bo rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyê chêreng ji civakê re,  xebatan rojane yên girîng  dan meşandin. Karên ku dike jî weke karê şopandin û çakkirina rewşa paqijî û ava bajaran û pê ve girêdayî xebata navçe û komînên gundan. Di heman demê de şaredarî bilindkirina asta ekolojî, çêkirin û sazkirina rê û kolanan jî dixe nav pilanên xwe de.

Yek ji bajarên herê mezin yên Rojavayê Kurdisatnê jî, bajarê Qamişlo ye, şaredariya bajarê Qamişlo di 10`ê Kanûna 2012`an de bû xebata yekê li ser asta Rojava. Êdî bi demê re şaredariya navçeya Amûdê, Hesekê û hemû navçeyên herêma Cizîrê hatin damezrandin û xebat hatin meşandin.

Herwisa di 18`ê gulana 2013`an de Konfransa Damezrandinê ya şaredariyên bajar û navçeyên Rojava hat lidarxistin. Di encamê de jî gelek şaredarî hatin damezrandin. Di heman demê de jî bi 10`an biryarên girêdayî sîstema xebatê û rêziknameya her şaredariyekê hat sazkirin.

Yek ji van biriyaran avakirina Akadimiya Perwerdeyî ji bo perwerdekirina endamên şaredariyan bû. Di heman demê de navên gund, navçe û bajarên kurdan yên ku rêjîmê guhendibûn zimanê erebî, bi biriyara vê konfransê vegeriyan koka xwe. Li aliyekî din jî, pêkanîna lêkolînên derbarê çavkanî û cihên berhemdayînê li herênma Cizîrê jî, ji biriyarên Konfransa Damezrandinê bû. Ji bilî van biriyaran gelek biriyarên din jî hatin giritin.

Di dema niha de hejmara şaredariyên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê 132 şaredarî ne, yên herêma Cizîrê dighêjin 57 şaredariyan, herwiha 5 hezar û 172 karmend di van şaredariyan de kar û xebatên cuda dikin. Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê li ser tevahiya kar û xebatên rêxistinî yên van şaredariyan disekine.

Herwiha 13 komîte, nivîsgeh û rêveberî dikevin bin sîwana şaredariyên herêma Cizîrê, weke Gerînendeya Avê, Komîteya Jenetoran, Nivîsgeha Jinê û… hwd.

Têkildarî xebatên şaredariyên herêma Cizîrê bi pêşveçûna Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, cîgira hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer ji Rojnameya “Ronahî” re axivî.

‘Kar û xebatên Şaredariyan ji bajarê Qamişlo’

Bêrîvan Umer dazanîn ku damezrandina şaredariyan li herêma Cizîrê, ji bo welatiyan bi awayekî awarte bû û wiha anî ziman: “Bi destpêkirina kîrza Sûriyê re êdî rêjîma Sûriyê karê hemû saziyên xwe da rawestandin. Di heman demê de rewşa herêma Cizîrê weke ya hemû herêmên din bû. Wê demê navçe û bajarên me ber bi rewşeke pir lawaz ve çû, gelek çop li kolanan avêtî bû û gel ji hemû pêdiviyên jiyanê hatibû mehrûmkirin. Lê bi gavên destpêkê yê Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, ev rewş weke xwe nema. Me kar û xebatên xwe ji bajarê Qamişlo dest pê kirin. Destpêkê nêzî 7 komîte li Qamişlo hatin damezrandin. Herwiha damezrandina van komîteyan ji ber rewşeke awarte bû ku bi riya wan jî pêdiviyên gel, ji bo wan hatin bidestxistin. Bi domana demê re ev komîteyên li Qamişlo tev bûn şaredariyek. Di heman demê de jî şaredariyên hemû navçe û bajarên herêma Cizîrê û herêmên din hatin damezrandin. Piştî Rêveberiya Xweser hate damezrandin şaredarî li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin damezrandin.”

‘Şaredarî ji bona xizmeta gel hatin avakirin’

Bêrîvan diyar kir ku kar û xebatên şaredariyên herêma Cizîrê ji bo gelê wê ye û wiha domand: “Me weke Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê ji destpêka damezrandina şaredariyên herêma xwe, heya roja îro hertim xebat ji bo gel kiriye. Bi armanca pêkanîna pêdiviyên gelên herêmê yên xizmetguzarî, çakkirina rewşa ekolojî û paqijkirina bajar û navçeyan, me gelek piroje birine serî. Herwiha şaredariyên hemû bajar û navçeyan li gor derfet û şiyana xwe pirsgirêkên mezin çareserkirin. Wekî din jî kar û xebatên rojane weke paqijiyê, hewildana peydakirina avê ji bo gel bi awayekî durist û çakkirina rewşa ekolojî û xizmetguzarî berdewam e. Lê di heman demê de herêma Cizîrê rastî pirsgirêkan jî dibe, weke pirsgirêka avê ya bajarê Hesekê ye. Ev pirsgirêk ji dema ku dagirkeriya Tirk herêma Serê Kaniyê dagir kir û ava meheta Elok li ser Hesekê Qut kir. Dagirkeriya Tirkiyê ava ku tê bajêr bi carekê de qut kir. Ji bo ku pirsgirêka ava bajarê Hesekê bi carekê de çareser bibe, me dest bi pirojeya çareseriyê kir û niha em li ser kar dikin. Hertim jî ji bo çakkrina rewşa xizmetguzariyan li tevaya herêma Cizîrê xebata me ji bo gel ranaweste.”