Rojnameya Ronahî

Rêwiyê riya azadiyê…(1)

Fehîma Deştan

Bangewaziya kurdekî azad. Huseyîn Şawîş koçerekî bi bayê bilindiyan re, li seranserî axa Kurdistanê deng û pêjna xwe vedaye. Milîtantî û pêşengtiya demê bêdudilî li hemberî dijbertiya şoreş, kevneperstiyê bi zarekî xweş, uslubekî eyan, sekineke diyar xwe li zehmetiyên jiyanê gebilandiye. Pênûsa xwe kiriye qasidê ruhê nepeniyên hevkariyê. Xwedî dil û mejiyekî  zeryayî bû. Ji teorî û ezmûnên salan bi asoyek dagirtî tevgeriyaye. Aşqê çiya, zevî, deşt, zozan, xweza û bedewiya welatê xwe bû. Meya pêşengtiya demê kişandiye nav cerg û hinavên xwe. Pênûsa xwe hê ji zarokatiyê ve di nav genimê deşta Cizîra Rojava de tamijandiye. Reseniya dîrokê bi bîr û bawerî weke pêlên Dicle herikiye nav civakê. Li dijî hemû zor û zehmetiyan bi dirêjiya têkoşînê re li ber xwe daye. Civakeke azad di xeyal û rastiyê de jiyaye. Lêkolîn û nivîsên xwe spartiye berxwedana milîtanên di çeperên parastina rûmetê de. Bangewaziya gelên bindest li ser asîmanê dilê xwe hunaye. Bi dirêjiya jiyana xwe ya têkoşer re helwesta milîtanekî Apogerî nîşan daye. Qêrîn û wijdanê wekheviyê ji bo dahatuyê bi soz û qesem hildaye ser milan. Helbestên Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran kizirandiye ser mêlakên xwe yên li nav lêgerînê de. Biratî, qencî, merdî, wekhevî bi find û fenerên heqîqetê ronî kiriye.

Navê malê Huseyîn Şawîş e. Navê tevgerê Herekol Dêrik, Îmam, Îmam Husên û Ebû Kawa ye. Di sala 1958’an de li gundê Qereçoxê (Beroj) yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko ji dayîk bûye. Navê dayîkê Xedîca, navê bav Xelîl e. Di nava malbateke welatperwer, xizan bi reng û dengê çanda xwe ya koçeriyê asoya jiyana xwe vedaye. Li gund dibistana seretayî qedandiye, ji bo dibistana navîn derbasî bajarê Dêrika Hemko bûye, dibistana amadayî li bajarê Qamişlo qedandiye. Da ku zankoya zîreatê(çandiniyê) bixwîne berê xwe daye peytexta Sûriyê Şamê. Salên xwendevaniyê li ber dengê tekoşînên rizgariya gelan derbas kiriye. Dijberiya dagirkerî û emperyalîzmê di dil de jiyaye û li ser kûr bûye. Bi wê berteka li dijî mêtingeriyê ketiye nav lêgerînên şoreşgerî. Ji bo tekoşîna rizgariya gelê Kurd, lêgerîneke bêsekin bi ramanên kûr re jiyaye.

Di salên 1980’yê de, li ser teoriya rizgariya gelan, fikirên çepgir û komonîst di lêkolînên xwe de kûr bûye. Weke şoreşgerekî sînornenas bi gotina xwe ya” Li hemberî dagirkerî û emperyalîzmê li ku dibe bila bibe, divê helwest û tekoşîna me bi biryar û çalak be” ketiye nav tevgerê. Li ser rewşa Kurdistan û dagirkirina wê gelekî ponijiye. Ji bo tekoşîna azadiya Kurdistanê tevlî partiya Çepê Sosyalîst bûye. Bizav û tevgerên dijî dagirkeriyê ji nêz ve şopandiye. Bi rêgez û vînekî zelal parastina azadî, adalet, maf û wekheviyê li dijî hemû şêwazê dagirkeriyê rawestiyaye. Parastina azadî, maf û adaletê ji bo gelê xwe hunaye. Li ser rewşa rizgariya Kurdistanê bi hûrgulî hiziriye. Di ramanê xwe de helwest û hestên zelal jiyaye. Her ku ponijîn û fikirên xwe berdaye nav doza Kurdistanê, têkoşîna Partiya Çepê Sosyalîst û partiyên Kurdistanî yên wê demê, ji bo azadiya Kurdistanê kêm dîtiye. Nîqaş û şîrove li ser serpêhatiya dîroka Kurdan û ezmûnên heyî kiriye. Bêsekin û hedar lêgerîna xwe li ser tevgerên azadiyê şopandiye.

Di sala 1982’an de bi nasîna kadroyên PKK’ê têkoşîna azadiyê ji nêz ve şopandiye. Di heman salê de tekoşîna gelê Filîstînê û êrîşên li ser Lubnanê ji nêz ve şopandiye. Tevî hevalên xwe di serî de rêheval Îsamîl û Medenî di nav lêgerîna azadiya doza Kurdistanê de bûye. Ji bo raman û hestên xwe yên azadiyê û welatparêziyê, bi awayekî çalak tevgeriyaye. Wê demê di nav lêgerîna partiyên Kurdan de bûye. Lewra ji avakirina partiyeyekî zêdetir, bi zanebûn û şiyariya doza Kurdistanê re mijûl bûye. Li ser pirtûkên şoreşên cîhanê, riya sosyalîzmê û teoriya rizgariyê nîqaş û lêgerînên xwe xurt kiriye. Di sala 1983’an de hê zêdetir kadroyên tevgera PKK’ê nas kiriye û pirtûkên tevgera azadiyê ku hatibûn wergerandin xwendiye. Di sala 1984’an de bi nîqaşên li ser riya şoreşê, hê zêdetir fikir û ramanên partiyê ji bo doza Kurdan nas kiriye. Bi îdeolojî û ramanên Rêber Apo yên azadiyê bawer bûye. Berxwedan û helwesta milîtanên PKK’ê li zindana Amedê raber kirîn, li ser kesayeta wî bandoreke mezin kiriye. Tevgera PKK’ê rêka herî rast ji bo azadiya Kurdistanê dîtiye. Bîrûbaweriya xwe bi felsefeya Rêber Apo ya azadiyê aniye. Tevgera PKK’ê bersiva demê dîtiye. Bi koma yekemîn a ciwanên Rojava yên xwendekar re tevlî refên PKK’ê bûye. Di serî de weke sampatîzanê PKK’ê di nava xebatên rêxistinî û ciwanên xwendevan, propogandayê de cih girtiye. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê ku li seranserî Kurdistanê dengvedan û hilatina vejînê bû, pêla xwe li Rojavayê Kurdistanê jî xistiye. Weke guloka berfê roj bi roj berfireh bûye û agirê azadiyê geş kiriye. Huseyîn Şawîş jî li qada Rojavayê Kurdistanê di asta milîtanekî rêxistinî de, bi belavkirina danezan, belavokên PKK’ê de bi awayekî çalak xebatê rêxistinî kiriye. Di sala 1985’an de bi pêşketina Eniya Rizgariya Netewa Kurdistanê ERNK’ê re, xebatên rêxistinî li gelek bajarên Rojava meşandiye. Di asta kadroyekî çalak de tevlî refên rêxistinê bûye û kar kiriye.

Di sala 1986’an de tevlî civînên Rêber Apo bûye. Ramanên Rêber Apo ji nêz ve şopandiye. Lewra rêka sereke ji bo tekoşîna Kurdistanê dîtiye. Di heman salê de ji bo dewreyeke perwerdê derbasî akademiya Mahsum Korkmaz bûye. Piştî perwerdê, di asta kadroyekî pêşeng de xebat li Şam, Cizîra Rojavayê Kurdistanê û derbaskirina komên gerîlan a ji çiyan re kiriye.