Monday, June 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîste em beşdarî danîna destûrê bibin

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Pêwîste em beşdarî danîna destûrê bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêzên Siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD’ê derbarê îdiayên danûstaninên bi rêjîmê re û destûra nû de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Heta niha ti hevdîtin pêk nehatine. Îdiayên ku tên kirin bi armanca derxistina tevliheviyê ye.” Hêzên siyasî dan zanîn ku yên teror li Sûriyê têk biriye mafê wane ku beşdarî danîna destûreke nû bibin.

Hêzên Siyasî yên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD’ê destnîşan kirin ku heta niha tu danûstandinên wan bi rêjîma Sûriyê re çênebûne û diyar ku îdayên têne kirin, bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gelê Bakurê Sûriyê de pêk tê û destnîşan kirin ku hêzên teror têk birin, mafê wan e ku beşdarî amadekariya destûrê bibin.
Hêzên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi rihê berpirsyariya netewî ya dikeve ser milê me, wekî hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyê, me gelek insîyatîf û nexşerê ji bo bidawîkirina aloziyê pêşkêş kirin. Lê rêjîma Sûriyê û opozîsyona derve bi înada xwe û hevgirtina xwe ya bi hêzên derve re ku piştgiriya xwe ji wan girtine û bikaranîna çekan bû sedema kûrbûna aloziyê. Ev yek jî bû sedema ku kareseta mirovî bi serê gelê Sûriyê de were. Ev yek bû sedema ku binesaziya herêmê were rûxandin û derî ji çeteyên wekî DAIŞ, Nusra û gelek komên din ên tundrew re were vekirin. Sûriye bi vê yekê bû meydana şerê hêzên herêmî û navdewletî.
Bi baweriya me ku çareseriya siyasî tekane rêya bidawîkirina aloziyê ye, piştgiriya me ji hemû insiyatîfên navdewletî re û di serî de daxuyaniya Cinêv-1, Biryara Konseya Ewlekariyê-2254 û hemû biryarên girêdayî aloziya Sûriyê hebû. Tevî heta niha em ji wan civînan hatin dûrxistin, ji rihê berpirsyariyê ya bilind û ji bo bidawîkirina aloziya ku gelekî kûr bûye, me ragihand ku em ji hemû xebatên danûstandinan ên ji bo çareseriya siyasî re amade ne.
Ji ber çareseriya siyasî bê Danûstendina Niştimanî ya Sûrî-Sûrî ya bi sponsoriya navdewletî, wê pêk neyê. Ew tekane rêya çareseriya aloziya heyî ye. Hêzên rêjîma Sûriyê û ragihandina wan ev ragihandin û însiyatîfa me ya heyî bi derxistina îdiayan bi kar anîn. Ji bo vê yekê hin mijar bi zanebûn xistin rojevê û gotin ku bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re li hev kiriye. Rêjîm bi vê yekê dixwaze tevliheviyê di nav gelê me yê Bakurê Sûriyê de derxe û baweriya gel a bi rêveberiyê lewaz bike.
Em hêzên siyasî yên di damezirandina Rêveberiya Xweser de cih girt û Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dikin ku heta vê kêliyê bi rêjîma Sûriyê re tu danûstandin pêk nehatine, tişta tê belavkirin jî ji rastiyê dûr e. Lê di heman demê de em ji dansûtandinan bi hemû aliyê Sûriyê ji bo çareseriyê û bidawîkirina aloziya heyî û avakirina Sûriya demokratîk a nenavendî re amade ne.
Di heman demê de em ji Neteweyên Yekbûyî û hikumetên bibandor ku rola wan di bidawîkirina aloziya Sûriyê de hebe û bi taybet Amerîka û Rûsya daxwaz dikin ku rola xwe pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Projeya Xana Sewalan a Girê Siwar hat tolaqkirin
NÛÇE

Projeya Xana Sewalan a Girê Siwar hat tolaqkirin

14/06/2026
Rojnameya Ronahî sersaxiyê ji bo malbat û hevalên rojnamevan Duaa Silo dixwaze
NÛÇE

Rojnameya Ronahî sersaxiyê ji bo malbat û hevalên rojnamevan Duaa Silo dixwaze

14/06/2026
11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê
CIVAK Û JIYAN

11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê

14/06/2026
PIŞTÎ 8 SALAN JI DAGIRKERIYÊ; HÊVIYA VEGERÊ
HAJMARA PDF

PIŞTÎ 8 SALAN JI DAGIRKERIYÊ; HÊVIYA VEGERÊ

14/06/2026
Yekemîn Festîvala Şano a zarokan li Rojava wê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Yekemîn Festîvala Şano a zarokan li Rojava wê were lidarxistin

14/06/2026
5 daristanên baranê yên herî mezin di cîhanê de
CîHAN

5 daristanên baranê yên herî mezin di cîhanê de

14/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.