Rojnameya Ronahî

Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa sinc û çanda resen e

Ronaz Silêman/Qamişlo 

 Şoreşa 19`ê Tîrmehê derfetekî mezin ji Çand û Hunera kurdan re da avakirin, ku hunera kurdan ya ber bi qirkirinê ve diçû, ji nû ve vejîn kir. Herwiha bi şoreşê re jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, di aliyê çandî de jî pêngavên mezin avêtin û karîbûn bibin vedenga Şoreşa 19`ê Tîrmehê.

Di şoreşên gelan de çand û huner qadeke girîng a têkoşînê ye, li Rojava jî tevgera çand û hunerê  roleke mezin di şoreşê de lîst û bala hemû pêkhateyên civakê kişand.

Çand û Huner bi pêşketina şoreşê re bi pêş ket ku rewşa gelên herêmê vedibêje, şoreşê rave dike, bûyerên wê belge dike, êşên wê tîne ziman û şehîdên wê bi bîr tîne. Her wiha roleke mezin di parastina coşa şoreşê de lîst. Wêneyek li ser têkoşîn û rizgariyê pêşkêş kir ku armanca herî bilind a ku şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser bingeha wê dest pê kiriye.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya yê piştî şoreşa Rojava gavên girîng avêtin, bi armanca pêşxistina çand û hunerê, herwiha avakirina pirekê ku hunera kalsîk bi ya nûjen girê bide, gelek kar û xebat da meşandin.

Derbarê pêşketin, kar û xebat û rola çand û hunerê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, endamê Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê a Mezopotamiyayê a bajarê Qamişlo  Serhed Zana û Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fewaza Mihemed ji rojnameya me re axivîn.

‘Xebatên Şoreşa Rojava di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin’

Serhed Zana diyar kir ku şoreş bi xwe re zemîn û cih ava dike, welatekî azad be kar û xebatê çand û hunerê bêtir pêş dikeve û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê derfeteke mezin ji kar û xebatê Çand û hunerê re da avakirin, şoreş bi xwe re zemîn û cih ava dik, welatekî azad be kar û xebatê çand û hunerê bêtir wê pêş bikeve. Herwiha Rojava jî niha dibe modêlek ji bo giştî kurdistanê û tevahî herêmê. Tevî êrîşên domdar yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku li ser herêmê tên kirin, ku armanca van êrîşan qirkirna çanda kurdan û rakirina fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku li cîhanê tevahî hatiye belavkirin, lê Tevgera Çand û Hunerê pêş ket û gelek kar û xebatên girîn da meşandin. Rêber Apo ji hunermenda re dibêje; ew çavê herî mezin e ku beriya gelê xwe bi êşa welatê xwe dizane û bi riya hunerê derdixe.  Xebatên Şoreşa 19`ê Tîrmerê di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin.”

Avakirina projeya Netewa Demokratîk e

Zana di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, ji bo avakirina Netewa Demokratîke  Tevgera Çand û Hunerê gelek xebat dan meşandin û wiha got: “Neteweyên Sûriyan, Asorî, Çerkezî û Ereb jî cihê xwe di nava tevgera Çand û hunerê de girtin. Tevgera Çand û Hunerê,  Desteya Çandê û Hîlala Zêrîn di nav hevsengiyekê de, gelek xebatên girîng dan meşandin.  Çanda ku ber bi qirkirinê ve diçû bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re ji nû ve xwe ava kir. Hîn jî hunera şoreşê tam nehatiye avakirin, ji ber ku hunermend li gorî pêwistiyên civakê armancan ava dike,  gava ku em hunermend pênase bikin  pêşengê pêşenga ye, pêşengê şoreşgera ye, hunermend ne tenê di milê hunerî de dixebite, bi şoreşger û leşker re jî tekoşîn dike. Ji hunermend re heman demê dibêjin Hozan kesê ku xwe û civaka xwe nasdike di şexsê xwe de civakê dadihurîne û pêwîstî çi be li gor wan pêwistiyan jî hizira xwe pêk tîne.”

 ‘Hunermend ava nebe huner jî ava nabe’

Serhed Zana ragihand ku niha ew hewl didin ku di pêşerojê de Akadimiyên hunerê vekin û wiha domand: “Di felsefeya hunerê de eger hunermend ava nebe huner jî ava nabe, ji bo wê pêwîste ku hunermend bên avakirin, ji bo vê yekê em hewl didin Akadimiyên çandî li tevahî bajaran vekin. Herwiha komên destpêkê yên kurdistanê ku di sala 83`an de mîna koma Botan û Agirî ku bi destê Rêbertî hatine avakirin, bone pêşeng  ji çand û hunera tevahiya Kurdistanê.  Ji despêka şoreşa 19`ê Tîrmehê û heta niha destkeftiyên mezin di warê hunerê de hatine bidestxistin,  mîna Rêzefilmê Evîna kurd, Tava Sor, Fîlmê kobanê ku li kobanê hat kişandin, ev pir girîng bû û gelek kilîb, berhem, Fistîvlên û lîstokên hêja hatin çêkirin, ev hemû pêşketinên mezin ji hunera kurdî re ye. Bi 100`an Sitiran, Fîlim Belgefîlim, Şano, Fistîval, Wênesazî  û hwd…hatin sazkirin. Vê yekê hişt ku hunermedên derveyî Rojava werin Rojava, ev jî  hemû deskefteyên Şoreşê 19`ê Tîrmehê ne.”

 ‘Huner ji bo civakê ye û civak jî wê hunerê dipijirîn e’

Endamê Rêveberiya Tevgera Çanda û Hunerê a Demokratî a Mezopotamiya yê  Serhed Zana axvitina xwe wiha qedand: “Hunerên ku beriya sedê salan hatibûn çêkirên pirek di navbera wê bi ya nûjen re çêbibû.  Lê di vê Sedsalê de valahiyek di çanda me de hatibû çêkirin,  ji bo vê yekê hêviyên me ewe ku  em vê pira di navbera hunerê de bighînin hev. Rastiya ku civak jiyan dike huner derdixe holê.  Şoreşê isbat kir ku huner ji bo civakê ye, civak jî wê hunerê dipijirîne.”

Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fewza Mihemed  jî derbarê kar û xebatên Hîlala Zêrîn yê di şoreşa Rojava de û wiha got: “Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jinan di tevahiya qadên jiyanê de gavên mezin avêtin. Tevgera Hîlala Zêrîn a ku ji aliyê pêşengên jin ve kar û xebata wê tê meşandin, çand û hunera kurdan ji qirkirnê rizgar kirin. Bi kar û xebata xwe ya giranbuha xwe ji her milî ve isbat kirin û bi gelek berhemên xwe yên resen li ser civakê bandoreke mezin avakirin û bûne çavkaniya coş û kelecanê. Jinên kurd li hemberî tevahiya zehmetî û astengiyan li ber xwe didin û bûne pêşeng û sembol ji jinên cîhanê re.”

Jinan di 19`ê Tîrmehê de deskefteyên mezin pêk anîn

Fewza Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got:” Beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê jiyana jinê ji aliyê malbat ê ve dihate qeyd û bend kirin. Ji ber sedema çanda civakê ya ku hişmendiya Bavik Salarî û çanda bav û kalan li ser jinê dihate meşandin, jin di rewşeke pir xirab de jiyan dikir. Jin di bin navê irf û adetên civakê bibû qurbana hişmendiya paşverû û mîna ku qedera jinê be ev yek li ser wê dihate ferzkirin. Li hemberî vê yekê jin bi tekoşîn û hewldanên xwe yên bê navber xwedî li dîrok û çanda resen derket û pêşxist. Jin bi hêz û vîna xwe ev kar û xebat pêşxist û ev yek jî mîna destkeftinên şoreşa 19`êTîtmehê mirov dikare bigre dest. Bi kar û xebatên ku jin dide meşandin û ji nûve avadike û diafirîne, dibe xwedî nasname û baweriya xwe bi xwe hîn xurtir dibe û baweriya civakê jî qezenc dike. Jinên çanda Hîlala Zêrîn ji 19`ê Tîrmehê û heta niha bi tekoşîn û hewldanên xwe destkefteyên mezin di hemû aliyên jiyanê de pêkanîne û bûne pêşengê civakê û muhra xwe li dîrokê xistin.”

Jin li çanda xwe xwedî derdikeve û diparêze

Fewza Mihemed berdewamî da axftina xwe û got:”Beriya şoreşa Rojava, jinên ku ji hêla malbat û hevjînê xwe ve rastî şidet dihatin û neheqî li ser wan dihate meşandin. Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve û bi vekirina Navenda Çanda Hîlala Zêrîn perwerdeyên çandî ji temenê 6 salî heta dengbêjên bi temen mezin hatin destpêkirin û di vî warî de gelek pêşketin pêkhatin û encamên baş jî hatin girtin. Jin di nava komên govend, muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî û nivîskariyê de cihê xwe digre û roj bi roj di kar û xebata xwe de pêşdikeve. Herwiha di 19`ê Tîrmehê de jinên kurd ji hemû milî ve û bi taybet jî di warê pêşxistina çanda resen erkê xwe bi cih aniye. ”

Jin pêşenga çand û jiyanê ye’  

Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriy Fewza Mihemed axvtina xwe wiha bi dawî kir: Beriya 5000` sal hunermendên jin hebûn, lê di bin zagonên civakê de hatibûn bê bandor kirin û piştguh kirin. Lê  jin bi tekoşîna xwe ku di 19`ê Tîrmehê de gavên mezin li ser erdê avêtin. Îro jî em encama van gavan dibînin ku jin di hemû qadan de cihê xwe digirn û xwedî û bi erkê xwe yê pêşengiyê radibin. Herwiha çanda jin a Hîlala Zêrîn bi tekoşîna xwe hêza jinê di riya çandê de derxist holê û tacîdar kir. Em bi navê hemû xebatkarên Hîlala Zêrîn Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahî jinên cîhanê bi taybet jî, li Rêber Apo pîroz dikin û hêviya me ji hemû jinên cîhanê ew e, ku em li çanda xwe xwedî derkevin û biparêzin.”