Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ji nû ve avakirinê ye

18/07/2023
in NÛÇE
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ji nû ve avakirinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî salvegera 19’ê Tirmehê pîroz kir û bang li jinan kir ku her jinek ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide dakeve qadan û destkeftiyên şoreşê misoger bikin.

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

Daxuyaniya ku hate dayîn wiha ye:

“Em bi rihê şehîdîn şoreşê, Avşîn, Arîn, Barîn, Zehra, Jiyan Tolhildan,Yusra, Rîhan û bi sedan şehîdên ku nikarin navên wan li vir deynin, li Rêber Apo, şehîdan, gelê me yê welatparêz, berxwedanvanên zîndanan, gerîlayên serê çiyê, gelên demokrat, azadîxwaz pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdên şoreşê ditewînin û heta dawiyê em ê li mîrasê wan xwedîderkevin û di rêya wan de bimeşin.

‘Şoreşa jin, jiyan û hebûnê bû’

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî, azadî û wekheviyê ye, şoreşa ji nû ve avakirinê ye. Şoreşa jin, jiyan û hebûnê ye. Şoreşa Rojava, Şoreşa azadkirina jiyanê a demokrasî û adaletê ye. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ve di pêşengtiya jin de ji nû ve jiyan hat afirandin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek ji nû ve avabû, şoreşa 19’ê Tîrmehê şerê azadî, wekhevî û hebûnê bû. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re rihê 14’ê Tîrmehê ji nû ve zindîbû û xwedî li mîrasê berxwedana wan derketin bû. Nûjenkirina rihê Kemal û Xeyriyan bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê darbeyekî mezin a li dijî hişmendiya zilamê desthilatdar ê 5 hezar salan bû. Di pêşengtiya jinan de, rêxistinekî Terorîst a wekî DAIŞ’ê ya hov ku çi artêşan xwe li bernedigirt, hat şikandin û tovê jiyanekî nû hate avêtin.

‘Pêta agirê şoreşa Rojava, di sala 2012’an de li Kobanê hat pêxistin’

Bihara Ereban a li Tunusê destpêkirî, piştî desthilatdariya Misir û Lîbyayê hilweşand, derbasî Sûriyê bû. Xwepêşandanên sîvîl ên Adara 2011’an de li Sûriyeyê hatîn li darxistin, her çendî Kurd destpêkê nebibin alî jî lê piştî wê ji ber nêzikatiyên rejîmê yên îsrara di înkar û îmhayê de û nêzikatiyên mixalefeta Sunî ya yekalî û li gorî xwe, hişt ku Kurd xeta sêyem a di pêşengtiya fikir û ramanê Rêper Apo de pêşketî hilbijêrin. PYD’ê bi awayekî çalak nûnertiya xeta sêyem kir. Kurdên ku ji aliyê rejîmê ve bênasname hatîn hiştin, bi awayekî bê sedem di zîndanan de dirizandin, nebûn parçeyekî mixalefeta Sûriyeyê a ku dewleta Tirk ji wan re pêşengtî dikir û di pêşengtiya jinê de, dest biavakirina şoreşê kirin.

 ‘Agirê şoreşê yê destpêkê di pêşengtiya jin de  pêket’

Kurdên Rojava piştî Adara 2012’an bi awayekî vekirî politikaya xeta sêyem parastin. Ji milekê ve her ku diçû li kolanan xwepêşandanên li dijî rejîmê pêşdiketin, ji milekê ve Kurdan jî hêdî hêdî binezasiya Rêveberiya Xweser avêt in. Destpêkê gelê Kobanê yê ji aliyê dewletê ve hatîn bênasnamekirin, axên dewletê ji wan standî desteserkirin. Gelê heremê meclisên gel avakirin û bi vê rêbazî tovê rêveberiya gel reşandin. Di milê tenduristî, perwerde, xizmeta şaredariyan û ewlehiya gel de gelek gavên giring û bikok avêtin. Agirê li Kobanê hatî pêxistin, li Dêrik, Efrîn û Qamişlo hat gurkirin. Kurdan hem xwe birêvedibir, hem jî ewlehiya herema xwe digirtin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû ronahiya azadiyê û hêvî da gelên bindest. Bû neynika îradeya jina azad, da nîşandan ku , jin û gel ne bê alternatîfin, di vê çarçoveyê de jinê jî di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin kir û pêşengtî kir.

‘Destkeftiyên şoreşê misoger bikin’

Em hatine wê astê ku êdî destkeftiyên şoreşê bi hişmendiya jina azad û li gorî xeta şehîdan bi awayekî rast biparêzin û destkeftiyên xwe mezin bikin. Cardin li gorî felsefeya şerê gelê şoreşgerî em ê wekî Kongra Star, her kolan, tax  û bajarên xwe biparêzin. Naveroka karê xwe hîn pirtir tijî û xurt bikin û di xeta sêyem a di pêşengtiya Rêber Apo de pêşketî de îsrar bikin, Heta ku em tecrîta li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Bangawazî dikin ku her jinekî ku dilê wê ji bo azadiyê lê dide dakeve qadan û destkeftiyên şoreşê misoger bike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.