Rojnameya Ronahî

KCK’ê: Şoreşa Rojava mîrateya hevpar a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û bal kişand ser Peymana Lozanê. KCK’ê got: “Divê hemû hêzên welatparêz li dora Şoreşa Rojava, yekîtiya neteweyî pêk bînin.”

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava pêngaveke dîrokî hat avêtin û Şoreşa Rojava ku yek ji pêşketinên herî girîng a dîrokê ye, pêk hat. 11 sal li ser vê geşedana dîrokî derbas bûn. 11 sal in Şoreşa Rojava êrîşkariya qirker, mêtinger, paşverû û faşîst têk dibe; hîna jî hêviya jiyana wekhevî, azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Em Şoreşa Rojava pîroz dikin ku 11 sal li dijî her cûre êrîşkariyan li ber xwe dide û wan êrîşan pûç dike. Em vê geşedana dîrokî silav dikin. Em vê şoreşa mezin li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê, jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Di şexsê şehîdên vê şoreşa mezin de, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan, dubare dikin. Şoreşa Rojava mîrateya hevpar a gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, jinan, gelên cîhanê yên bindest û her kesê ku têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê dide ye. Parçeyekî têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ye û pêngaveke mezin e ku li ser vî bingehî hatiye avêtin.

Şoreşa Rojava di encama têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de pêk hatiye. Ev şoreş destpêkê bi saya xebat û keda Rêber Apo ya bi dehan salan, pêk hatiye. Rêber Apo bi xebatên xwe bingehê fikrî û rêxistinî ya vê şoreşê avêtiye. Şoreşa Rojava li ser bingehê fikir, paradîgma û xebatên Rêber Apo pêş ketiye. Em Şoreşa Rojava li Rêber Apo pîroz dikin û spasiya wî dikin ku geşedaneke wisa dîrokî pêk aniye.

Şoreşa Rojava; xwe dispêre berhamiyên têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê ya dîroka mirovahiyê û ders ji şoreşên beriya xwe derxistiye û wisa pêk hatiye. Rêber Apo, pêşketina dîrokî ya mirovahiyê ji nû ve dest girt û ferqa di navbera sîstema dewletê ya mêtinger û sîstema civakî ya li ser esasê jiyana wekhevî, azadî û demokratîk daniye holê. Rêber Apo paradîgmayek nû danî holê ku şoreş li ser bingehê azadiyê pêş bikevin. Şoreşên berê ji ber ku serî li rêbazên amûrên sîstema dewletparêz didan, negihiştin encamên ku dixwestin û ji aliyê sîstema dewletparêz ve hatin daqurtin. Rêber Apo têgihiştina sosyalîzmê ya ji dervey dewletê, li ser bingehê fikrî û rêxistinê pêş xist. Tişta ku Şoreşa Rojava cuda kir, têgihiştina sosyalîzmê ye ku Rêber Apo ew têgihiştin ji dervey dewletê pêş xist. Şoreşa Rojava li ser esasê vê têgihiştinê pêş ketiye û gelek gavên girîng hatin avêtin. Ev yek ji aliyê têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ve pêşketinek gelek girîng e.

Şoreşa Rojava bi nêzîkatiyek pir bi heq, weke şoreşa jinê tê dîtin û tê anîna ziman. Yek ji taybetmendiyên herî girîng a Şoreşa Rojava ew e ku xwe dispêre têgihiştina azadîxwaziya jinê. Ev yek taybetmendiya bingehîn e ku Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda dike. Ev di heman demê de tê wateya hêzeke gelekî mezin. Ji ber ku endama bingehîn a jiyana civakî, jin e. Di vî warî de dema Şoreşa Rojava tê gotin, rastiya bingehîn a were fêmkirin ew e ku li dijî zihniyeta mêrserwer e û xwe dispêre azadiya jinê. Ji xwe rolê diyarker a jinê û pêşengiya jinê di avabûna Şoreşa Rojava de heye. Ji ber vê taybetmendiya xwe Şoreşa Rojava bala jinên Rojhilata Navîn û jinên hemû cîhanê û hemû kesên di lêgerîna azadiyê de dikêşe. Şoreşa Rojava weke hêviyê tê dîtin.

Gelê Rojava û hêzên şoreşger çeteyên faşîst ên paşverû yên DAIŞ’ê têk birin û hemû cîhan ji xeteriyeke mezin rizgar kirin. Bêguman li dijî faşîzma DAIŞ’ê bi berdêla zêdeyî yanzdeh hezar şehîdan şer kir û ev şer bi ser ket. Lê her çiqas ev rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn jî dewlet bi awayekî adil tevnagerin. Berovajî vê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku çeteyên DAÎŞ’ê xwedî dike, di serî de li dijî Rojava û gelan komkujî û qirkirinan pêk tîne, ti helwest nayê girtin û ev êrîşkarî tê erêkirin û destekkirin. Di civîna NATO’yê ya li Lîvanyayê de lihevkirin û biryarên ku li dijî Kurdan û Rojava hatin girtin, ev polîtîkayên dewletan ên berjewendîperest û durû bi awayekî zelal derxist holê. Ev biryar û lihevkirin tê wateya xizmetkirina polîtîkayên li ser qirkirina Kurdan û şirîkê qirkirina Kurdane.

Nêzîkatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê Kurd û Rojava teqez nayê qebûlkirin. Şoreşa Rojava mirovahî li hemberî DAIŞ’ê parast û di vê dozê de bi hezaran şehîd dan. Divê dev ji vê helwesta li hemberî gelê Kurd û Rojava bê berdan, piştgirî neyê dayîna dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dewletê bi rê ve dibe; Zihniyeteke wê ya dijberiya Kurdan heye û hemû têkiliyên xwe bi hestên dijberiya Kurdan ava dike. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk bi vî rengî nêzîk dibe, nabe ti hêz û sazî wisa nêz bibe û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser dijminatiya Kurdan ava bike.

Planên dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ya ji bo Şoreşa Rojava û sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn. Li dijî vê êrîş, dagirkerî û êrîşên qirkirinê, divê di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêzên şoreşger re li ber xwe bidin û van êrîşan bişkînin. Ji bo vê jî divê hemû lêhûrbûna xwe bide berxwedanê, amadekariyên şer ên berfireh bike û xwe bigihîne asteke ku her cure êrîşan bişkîne. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz li her derê bi gelê Rojava re di nava piştevanî û têkoşîneke aktîf de bin. Divê ciwan, jin, gel, hemû beşên şoreşger, sosyalîst, pêşverû û dostên li çar aliyên cîhanê bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin, li dijî têkiliyên ku dewlet bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li dijî gelê Kurd û Rojava ketine nav liv û tevgerê berteknîşan bidin û bikin ku dewlet paşde gav bavêjin. Ger bi vî rengî berxwedan û têkoşîneke topyekûn pêş bikeve, êrîşên li dijî Rojava dikarin vala bên derxistin û xeterî jî ji holê bê rakirin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û di salvegera 11’emîn a şoreşê de em hemû kesên ku dilê wan bi Şoreşa Rojava re lêdide û bi taybet Rojava û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”