Rojnameya Ronahî

Ongreya misilmanan hec

Hafiz Ahmet Turhalli

Salê carekî bawermendên ola Îslamê li hev dicivin.

Ev civandin li xaka Suudî Erebîstanê li bajarê Mekkê pêk tê.

Ji çar hêlên cîhanê bawermendên ola Îslamê diherikin ser wê xakê.

Pêxemberê me silavê Xwedê lêbe di jiyana xwede carekî tenê Hec pêk aniye.

Navê heca wî jî heca xatir xwestinêye. Piştî lihevkirina peymana hudeybîyê gotin: tu û hevalên xwe heca xwe bikin û tenê sê rojan li bajarê Mekkeyê bimînin.

Pêxemberê me tenê carek Hec kir û divê hecêde sedu bîst û çar hezar zêdetir hevalên wî gel wî bun.

Di heca xatirxwestinêde ev axaftin kir:

 

Hemdu sipas ji Xwedare, em ji nebaşiyên nefsa xwe û ji kiryarên guneh xwe dispêrin te.

Gelî Mirovan!’

Baş gohdariya min bikin! Ez nizanim gelo carekî din emê livir hevdu bibînin an na?

Gelî Heval û hogiran! Ev rojên we, mehên we çawa pîrozin, ev bajar çawa bajarekî pîroze, canê we, mal û hebunên we namus û rumeta wejî herweha pîroze û ji hemû cureyên êrîşan hatiye parastin.

‘Hevalên min!’ Bê guman winê bigîhîjin Xwedayê xwe. Ew jî ewê we kaşke hesabê. Nebe win piştî min vegerin ser kiryarên nebaş û hun hevdû bikujin!

Vê wesîyeta min kesê livir bira ji kesên ne li virinre bêjin. Dibekû kesên daha baştir van gotinên min tê bigîhîjin hebin.

 

Hevalên min!’ Li ba kê emanetekî heye bira li xwedanê wî vegerîne. Hemu cureyên faîzê hatine rakirin. Xweda weha ferman kiriye. Faîza destpêkê ya min ji holê rakiriye, faîza apê min Ebbase. Lê Pereyên we ên wene, ew mafê weye. Ne zilmê bikin nejî rubiruyê zulmê bimînin.

‘Hevalê min!’ Baldar bin, liser hişmendî ya dema cahiliyê kar nekin, ew adetên cahiliyê hemu di bin piyê mindane. Tolhildan û hevdû kuştin hatiye rakirin. Meşandin û domandina xwîn rêtinê ya despêkê ya kû min rakir, ya nêviyê Abdulmuttalîp Îlyasê kurê Rabîayê ye.

‘Gelî Mirovan!’ Îblîs liser vî xakê hêviya xwe jidest daye, lê win tiştên piçuk ên nebaş bikin jî, ewê Îblîs kêfxweş bibe. Jibo parastina Ola xwe jivan gunehên piçuk jî dur bikevin.

‘Gelî mirovan!’ Mafê Jinan biparêzin û ji Xwedê bitirsin. Ew emanetên Xwedayê mezinin. Mafên wan liser we hene û mafên wejî liser wan hene.

‘Gelî bawermendan!’ Ez jiwere du emanetan dihêlim, win heta li pey van emanetan herin win ji rê dernakevin.  Yek Pirtuka pîroz Qur’ane, ya dîtirjî sunneta mine.

‘Bawermendno!’

Misilman birayê misilmane. Hemu misilman birayê hevdune. Xwîna bira malê bira, ji birare ne helale herame.

‚Gelî mirovan!‘  Xwedayê we yeke. Bavê we yeke. Win hemû zarokên Ademin, Ademjî jî, ji axê ye. Kesê Ereb ji kesê Ecem ne çêtire, kesê çerm sor jî, ji kesê çerm reş ne çêtire. Kesê baş ew kesê ku berpirsiyar tevdigere.

Belê Heca Pêxember liser van axaftinan temam bu. Lê sed heyfû mixabin, Ey Resulê Xwedê, neha ew kesên ku jixwer dibêjin em bawermendin, hevdu dikujin, welatê hevdu dagir dikin, dest dirêjiya rumeta hevdu dikin. Bi taybet Kurd di bin zilmekî girandane. Kes di vê Kongreya Misilmanan Hecê de, wan bibîr jî nayine.