Rojnameya Ronahî

Malbatên şehîdan piştgirî didin dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê

Birûc Resûl/Qamişlo

Malbatên şehîdan li bajarê Qamilo piştgirî didin biryara Rêveberiya Xweser a dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî  rabe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Hezîranê de, biryar da ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku di destê wê de girtî ne werin darizandin. Rêveberiya Xweser gelek caran daxwaz ji civaka navdewletî kiriye, ku erkên xwe ji bo dîtina çareyan ji dosyeya endamên DAIŞ`ê yên girtî re bi cih bîne.

Di vê çarçoveyê de, malbatên şehîdan daxwazên xwe ji bo bilezkirina dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê ku bûne sedema wêrankirina Sûriyê û kiryarên terorîstî yên hovane li dijî sivîlan kirine.

Fatima Hesen Elcasim dayika şehîd Fêsel Elcerbû`i di sala 2016`an de, li navçeya Şedadê ya girêdayê bajarê Hesekê hat şehîd xistin û hevjîna şehîd De`ar Elcerbû`i di sala 2017`an de, li gundê Tilbirak a girêdayê bajarê Qamişlo hat şehîd xistin, axivî û got:” Em ji destpêkê ve li benda vê biryarê bûn û çavê me li civaka navdewletî bû, ku vî karî bi cih bînin. Lê weke her car civaka navdewletî li beramberî vê yekê erkê xwe pêkneanî. Lê çawe ku gelên bakur û rojhilatê sûriyê bi Rêveberiya xwe ya xweser li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Îro jî gelê bakurd û rojhilatê sûriyê bi biryare ku çeteyên DAIŞ’ê dadgehbike.

 

Tirkiyê naxwaze DAIŞ’ were dadgehkirin

Fatima Elcasim berdewamî da axaftina xwe û got: “Em piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser dikin û em bang li civaka navdewletî dikin ku piştgirî bidin vê pêngavê. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser a biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê re, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê zêdetirkirin.  Sedemê van êrîşan jî ew e, ku dagirkerên tirk naxwazin ku çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û bi vê darizandinê re naxwaze ku rastiya peywendiyên wan û çeteyên DAIŞ’ê ji raya giştî re hîn zêde işkere bibe.

Fatima Hesen Elcasim di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Em malbatên şehîdan, piştgiriya Rêveberiya xweser heya dawiyê dikin. Herwiha ji mafê malbatên şehîdan e ku cihê xwe di nava darizandina çeteyên DAIŞ`ê de bigre. Fatima da zanîn ku rêveberiya Xweser a ji bo pêkanîna edaletê bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê wê ve hatine girtin, bilind nirxand û bang li civaka navneteweyî kirin ku destekê bidin û beşdarî vê dadgehê bibin.”

 

Eyda Xelîl dayika şehîd Orha Qamişlo ku di şerê navçeya Til Hemîs a girêdayê bajarê Qamşlo de hat şehîd xistin, diyar kir ku gelek caran daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên din hatiye kirin ku pêwîstiya çareserkirina vê pirsgirêkê bi avakirina dadgeheke navdewletî, rêveberiya xweser biryara xwe ya destpêkirina darizandina çeteyên DAIŞ`ê di 10`ê Hezîranê de ragihand û li ser vê bingehê amadekariyên pêkanîna vê biryarê di demeke nêz de tên kirin.

 

Divê civaka navneteweyî beşdarî dadgehan bibe

Ayda bal kişand ser wê yekê ku divê ev dadgeh bi giştî be û bi weşaneke zindî ji medyayê re bên nîşandan, da ku hemû cîhan şahidiya edaletê bike û got:” Biryare dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê biryarekî herî rast û edalete. Lê bile her dewlete xwe berpirsiyar bibîne û beşdarî vê dadgihê bibe, herwiha heya niha tu dewlet xwe berpirsiyar ne dîtiya. Ev yek jî tê wateya ne qebûlkirina wan ji dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê re. Li gorî ku tê xuyakirin ku desteka gelek dewletan ji çeteyên DAIŞ`ê re heye.”

Ayda di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev pêngava yekemîn e, ji bo pêkanîna edaletê ji bo malbatên şehîdan ên ku bi destê çeteyan şehîd bûne. Her wiha bang li kesên ku di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî de cih digirin kir ku cezayên herî giran li dijî hemû kesên ku destên wan di xwîna zarokên wan de heye û daxwaz kir ku ev dadgeh bên eşkerekirin da ku her kes dadmendiyê bibîne. Derengketina civaka navdewletî û nexwestina welatan ji girtina welatiyên xwe yên girtî di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, tirsek mezin heya bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve. Ji ber ku dadgehkirina çetyên DAIŞ`ê, eşkerekirina hevkariya dewleta tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re ji  her kesî re işkere dibe.

Ayda Xelîl axavtina xwe wiha bi dawî kir û got:” banga me ji bo rêveberiya xweser heye, ku hemû çeteyên ku destê wan ketî nava xwîna gelan li bakur û rojhilatê sûriyê wrin dadgehkirin. Dadgehkirina çeteyan ji milê gel û Rêveberiya Xweser ve biryar û gaveke herî rast e. Di dawiyê de bang me ji  civaka navneteweyî jî heya ku piştgiriyê bidin vê pêngavê û beşdarî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bibin.