Rojnameya Ronahî

Şoreşê rê vekir

Endama xebata sînemayê Sevînaz Evdikê, da zanîn ku li Rojava xebatên sînemayê roj bi roj pêşdikevin. Herweha bi Şoreşa Rojava rê derfet ji bona wan vebû û bi riya vê yekê gelek berhemên hunerî di warê sînemayê de afirandin.

Sînemeya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re dest pê kir. Pêwîstî pê heye ku em çîroka derhêner û sînemavanekê vebêjin. Sevînaz Evdikê di 1992’yan de li Serêkaniyê ji dayik dibe. Di nav malbateke welatparêz û hezkiriyên hunera Kurdî de mezin dibe. Di 16-17 saliya xwe de diçe Dêrazorê û li zanîngehê beşa zarokên pêşdibistanê dixwîne. Paşê dest ji xwendina zanîngehê ku gihîştibû sala çaremîn berdide û sala 2012’an derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Serpêhatiya sînemayê ya sînemavan Sevînaz Evdikê, sala 2012’an li Amedê dest pê dike û bi serpêhatiyên curbicur her ku diçe bêhtir xurt dibe.

Sevînaz Evdikê gavên destpêkê yên sînemayê bi van hevokan derdibire; “Diya min nexweş ketibû, ji bo em wê bibin nexweşxaneyê, em çûn Bakûr. Min ev çûyîn ji xwe re vegerand fersendekê da ku xewnên xwe yên ji zaroktiyê ve yê di dilê min de bûn, pêk bînim. Di sala 2012’an de min berê xwe da Akademiya Cegerxwîn, min sînema xwend û sala 2015’an min xwendina xwe bi dawî kir û kurtefilmek bi navê ‘Zayîn’ ji bo projeya derçûnê amade kir. Kurtefilmê min behsa dayikeke ducanî û bavê wê dike, wekî ku şerê gul û bombeyan bû. Ruxmî ku kêşan û montaja wê du rojan dirêj kir jî di akademiyê de kurtefilmê herî serketî hat hilbijartin. Nêzî 8 mehan, min di gelek xebatên sînemayê de cih girt, ji çêkirina film, rêzefilm heta kurtefilman.

Piştî akademiyê vedigere Serêkaniyê

Rêwîtiya min li wir diqede û di dawiya 2015’an de dîsa vedigerim hembêza welat, Serêkaniyê. Di destpêka 2016’an de ligel Komîna Film a Rojava heya 2023’an xebat kir. Destpêka 2023’an min dest bi xebateke nû kir. Ev xebat Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager bû. Rast e navend li Rojava ye lê belê di bin sîwana wê de xebat ji bo jinan dibin.”

Zextên rejîma Beesê ya li ser malbatê

Malbata Sevînaz Evdikê malbateke hunerhez e. Ji lewma jî tim bûye hedefa rejîma Beesê. Sevînaz Evdikê got, “Zextên rejîma Beesê li dijî malbatê ji ber hezkirin û xebatên hunerî, her li pêş bû. Wê demê neçar mam dest bi xwendina zanîngehê beşa perwerdeyê bikim. Lê min rojekê jî jê hez nekir. Tevî ku ber bi pêvajoya dawî ya derçûnê ve diçûm, min dest jê berda, min dizanîbû ku ev ne tişta ez dixwazim e. Înîsiyatîfên ji bo bajêr hebûn, di 16 saliya xwe de xwendekarên min ên 30-35 salî yên zimanê Kurdî hebûn. Berî ku li dibistanê fêrî zimanê Erebî bibim, min zimanê Kurdî dixwend.”

Kolektîfa Kezî ji bo sînemavanên jin e 

Sevînaz Evdikê hewl dide bibe derhêner û li Rojava filman çêke. Wê da zanîn ku li Rojava sînema her bi pêş diveke û got, li Rojava filman çêdike û dixwaze bibe pispor di qada xwe de û wiha dirêjî da gotinên xwe:”Hezkiriyên sînemayê hebûn lê derfet tinebûn, kesên ku ev xebat dikirin, dihatin binçavkirin. Bi taybetî ji bo jinan gaveke mezin bû, bi hebûna dewletê ne mumkin bû xebateke wiha bi pêş bikeve. Ji bo mêran gaveke zehmet lê ji jinan re di asteke ne mumkin de bû. Lê şoreşê rê vekir, ti rojnamevaniyê dikî ez jî filman çêdikim û gelek jin xebatên cur be cur dikin. Jinan di warê sînemayê de xwest xwe bi pêş bixin, lê yên ku dikarîbûn rê dewam kirin, hinek ji ber pirsgirêkên malbatî û hişmendiya civakî li cihekî sekinîn, lê mêr jî bûn sedem ku gelek jin gavan bi paş ve biavêjin, hewldan çêbûn. Jinan gelek xebat dan meşandin, berhemên bi nirx derketin holê û projeyên nû jî hatin destpêkirin. Şoreşê derfet ava kir ku ez filman çêkim, ne tenê ez, gelek jinên sînemavan. Bi Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemavan em hewl didin zemînê fêrkirinê, ku jin hîn bêhtir xwe di nav xebatên şoreşê de bibînin, ava bikin.”

Em jin bingehê şoreşê ne

Sevînaz Evdikê da zanîn ku piştî şoreşê li Rojava bi dehan kurtefim, metrajdirêj û belgefilm hatine çêkirin û ev berhem di festîvalên navneteweyî de hatine nîşandan. Her wiha wan bi van berhemên xwe gelek xelat jî wergirtine. Sevînaz Evdikê vê rewş jî wiha dinirxîne: “Di salên dawî de Rojava gavên mezin avêtin. Bi vê yekê, em dikarin bibêjin, sînemaya Kurdî ji pêvajoya zayînê derbasî pêvajoya estetîk, naverok, çîrok û lîstikvaniyeke xurt bûye. Her wiha, di warê senaryoyê de jî bipêşketineke baş heye.” Sevînaz Evdikê herî dawî got, ew xwe  mîna parçeyekî şoreşê  dibîne û got, “Jinên ku di dilê wan de hestên hezkirinê ji bo sînemayê hene, bila werin. Bi rastî jî ez serbilind im, ji ber ku jinek im ji Rojava, jinek û parçeyekî ji vê şoreşê me. Serbilind im bi serpêhatiyên şehîdên weke Arîn, Barîn û Nûjiyanê. Pir kêfxweş im ku min ew nas kirine. Ruhê wan yê fedayî, her tim hêz û qewet daye min.” NÛJÎNHA