Rojnameya Ronahî

’Heta azadiya Rêber Ocalan wê têkoşîna hiqûqî dewam bike’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Bi armanca têkbirna tecrîda li ser Rêber Ocalan Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocelan Ya Sûriyê û Insiyatîfa Parêzerên Sûryayê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan daxuyaniyek da.

Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocelan Ya Sûriyê û Insiyatîfa Parêzerên Sûryayê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan têkildarî tecrîd û gefên  ku li ser Rêber Ocalan tên kirin, îro li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî  ya bajarê  Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyaniya jî wiha bû:

“Ji sala 1999’an û vir ve Rêber Abdullah Ocalan di encama dadgehkirineke ne rewa de li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Di nava şert û mercên nemirovî û dijzagonî de dijî, ji ber ku ji dema ku ji Naîrobiya paytexta Kenyayê hatiye revandin, dewleta Tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî binpê dike.

Di van salên dawîn de dewleta Tirk tecrîdeke pir tund li ser rêbertî ferz kirîye; ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar kirîye, ango ew di nava tarîtîyeke bêhempa de hiştîye ku hevdîtina wî ya dawîn bi parêzerê wî re di tebaxa 2019an de pêk hat û têkiliya wî ya dawîn bi malbata wî re jî di adara 2021an de pêk hat. Ji bîlî ku ji hêla tendirustî ve jî bêdengîyekê nîşan dide ku tu kes li ser wî tu agahîyan bi dest nexe. Tişta ku ji hêla dewleta Tirk ve der tê; binpêkirineke derbarê zagona wê a niştîmanî ye û ya navdewletî ye. Li alîyekî din ew tecrîda li ser Rêbertî dikeve warê êşkenceya derûnî li gorî zagona cîhanî a mafên mirovan a di sala 1938’an ji madeya pêncan hat ragihandin, herwiha li gorî hevpeymana navdewletî a mafên sivîl û siyasî di sala 1966’an di madeya heftan de hat ragijhandin, ji bilî hevpeymanên din ên navdewletî yên girêdayî mafên mirovên di zindanan de.

Di dema dawîn de hatiye piştrastkirin ku dewleta Tirk rê da derbasbûna hin nameyên ji bo rêbertî hatine şandin ku bigihêjin, ew name jî di naveroka xwe de gefa kuştina wî ya bi jehrê radighînin, lê belê hat diyarkirin ku ew bê navê şander an jî alîyên ku li paş wî disekinin de ne.

Gihandina nameyên bi vî rengî ji bo Rêbertî û bi tecrîda girankirî ya li ser wî re ku di demên dawî de bi cezayên dîsîplînê yên dewleta Tirk li ser Rêbertî dimeşîne, nîşaneya wê yekê ye ku jiyana Rêbertî di metirsiyê de ye. Em vê yekê wiha rave dikin ku dewleta Tirk piştî ku cezayê îdamê bi cezayê muebbetê yê giran guhert, bi her awayî dixwaze dawî li jiyana Rêbertî bîne. Nemaze ku dewleta Tirk di şexsê Rêbertî de pirsgirêka Kurd armanc girt û nameyên gefxwarinê hevdemî sedsaliya Peymana Lozanê ya xerab û berdewamiya desthilatdariya Erdogan a ji bo serdema nû ya Serokkomariyê ne.

Tevî ku kımîteya Dijêşkenceyê CPT di rapora xwe ya sala 2019an de ev tecrîda dijî rêbertî şermezar kir û ew bi êşkenceya derûnî û nêzîkhatina dijmirovî bi nav kir, lê belê dewleta Tirk tu pabendî bi perspektîfên CPTê nekir, Her wiha CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildar ji bo rakirina tecrîdê û ji bo Rêbertî ji mafê hêviyê sûd werbigire û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, ti gavekî pratîkî neavêtin.

Em wekî Isiyatîfa parêzerên Sûryayê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan û Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya fîzîkî ya Sûriyê bi tundî van nêzîkatinên dijmiro

vî û dijzagonî ên dewleta Turk şermezar dikin û tirsa xwe bo çarenûsa Rêbertî nîşan didin. Ji ber wê em daxwaza xwe bo serîlêdana rêbertî û hevdîtina pê re tekez dikin û em ê têkoşîna xwe ya mafnasîyê berdewam bikin ta ku Rêbertî azadîyê bi dest bixe û li alîyekî din jî em bang li Civaka Navdewletî bi hemû sazîyên wê ên têkildar ve dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser Rêbertî rake û wî azad berde.”

Piştî ku daxuyanî jî hat dayîn. Ensiyatîfê  nameyek ji sikretêrê giştî yê Neteweyê Yekbûyî (NY) Entoniyo Gontêrs  şand.

Girêdayî vê daxuyaniyê hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cezîrê Nisrîn U

sman û endamê Insiyatîfa Parêzerên Sûryayê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan parêzer Xalid Umer ji Rojnameya me re axivîn.

 Xalid Umer da zanîn ku  kiriyarên ku dwleta Tirk ya faşist di şexsê Rrêber Ocalan de dike bi taybet gefdana kuştinê û hewildana jehrkirina bedena Rêbert yên ku tên kirin jî metrsîdar in. Herwiha diyar jir ku ev kiriyar  dermirovî û  li dijî  zagonên dadweriyê yên mafê mirovan ne.

Herwiha Nisrîn Usman jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan binpêkirina mafê rewan yê mirovahiyê ye û got, em bi vê daxuyaniyê  hemû kiryarên dewlta Tirk ya faşist  şermezariya xwe bi tundî tînin ziman û bi berxwedan û têkoşîna gelê azdîxwaz hêviya xwe bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî xurt dikin.