Rojnameya Ronahî

Çîroka mezinahiya gelan

Asya Tirk, Thomas Elman, Diyako Kurd bûn. Ya ku hersê gihand hev, cewhera mirovahiyê bû. Çîroka wan çîroka mezinahiya gelan e.

Yek ji Ordûyê bi rê ket, yek ji Maînbûrgê, yek jî ji Sineyê. Asya, Thomas û Diyako li çiyayên Kurdistanê gihîştin hev.

Kadriye Tetîk bi nasnav Asya beriya ku dest bi rêwîtiya xwe ya li çiyayên Kurdistanê bike li Zanîngeha Samsûnê hewl dida bibe mamoste. Di demekê de ku mamostetî li Tirkiyeyê qet ne populer bû, xwendina li ser mamostetiyê weke rêyek ji bo bicihanîna armancên xwe yên azadiyê dîtibû. Asya baweriya xwe bi wê anî bû ku civakîbûna azad bi afirandina kesayetên azad dibe û difikirî ku rêya vê yekê jî perwerde ye. Hîn zarok bû, fikrê azad nas kir û haya xwe ji rola kesayet a di guherîna civakî de çêbû. Di demeke kurt de fêhm kir ku di nava sîstemê de bi hewldanên şexsî yan jî reforman encamek nikare bê bidestxistin. Asya dest bi lêgerîna têkoşîna radîkal kir û çareserî jî di nava fikrê sosyalîzmê de dît. Asya li bexçeyên findeqan ên Derya Reş ked nas kir, kedxwarî jî di şexsê kiryarên li dijî Kurdan de fêhm kir. Biçûkxistina wan Kurdan ku li qemyonan dihatin bicihkirin û ji bo karkirinê dibirin bexçeyên findeqan dît û di dilê xwe de li hemberî Kurdan xwe timî deyndar hîs dikir.

Lewma bi rengekî veşartî hevaltî bi Kurdan re kir. Asya di vê hevaltiyê de gihîşt rastiyeke girîng. Kurd berevajî propagandaya aqlê faşîst ê dewleta Tirk ê 50 salan, Kurd ‘terorîst’ nîne. Fêhm kiribû ku Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş ne ji ber ku sosyalîst bûn, lê belê ji ber ku neteweperestiya şoven a Tirk deşîfre kiribûn hatibûn darvekirin. Gava destpêkê ya Asya, bi kedê bûbû. Di oxira vî nirxê bilind, xwe ji têkoşînê neda alî. Bi xwe dîtibû ku gelê Kurd gelê herî kedkar e.

Haya xwe ji neheqiyê hebû

Haya xwe jê hebû ku neheqiyek tê kirin. Sûcdariya ‘terorîst’ a li dijî Kurdan dihate kirin, wê nikarîbûya pêşî li Asya bigirta. Piştî ku dewleta Tirk piştgirî da DAIŞ’ê ji bo li Rojava têkoşîna destanî ya Kurdan bişikîne, sebra Asya êdî fûriya. Ewqas êdî ji bo wê zêde bû, li dijî dewleta faşîst a Tirk ji bo şer bike, derbasî Rojava bû. Felsefeya azadiyê ya Kurdan ku ji vê derê li cîhanê belav kir, ji nêz ve nas kir û têgihişt ku terorîstê esasî dewlet bi xwe ye. Asya jiyaneke ji rêzê qebûl nekir û derbasî çiyê bû, bû endameke hêzên taybet. Asya têkoşîna xwe di nava şert û mercên awarte de meşand, tevlî çalakiya Xakurkê bû ku 18 dagirker lê hatin cezakirin.

Ji bo Thomas rê diyar bû

Thomas Johann Spîess bi nasnav Azad, şerma Nazî ya ku mîna kabûsekê bi ser gelê Elman ve ketibû, dît û di dilê xwe de tovên azadiyê çand. Netewe dewlet baş nirxand, dît ku hêrsa qezencê ya sermayeyê mirovan çawa bi hev dide qirkirin, dike mîna robotan. Pîşesaziya çekan a Elman, çavkaniyên xwezayî yên dihatin talankirin û civaka mîlîtarîst bû sedem ku Azad berê xwe bide utopya jiyana nû. Azad gelekî dixwend. Hewldana Elmanyayê ya ji bo serkêşiya ji bazara biçekbûnê, kir ku Azad bikeve nava fikrên kûr. Elmanya çekên ku hildiberan ji ku re difirot, çekên Elmanyayê li hemberî kê dihatin bikaranîn; ev hemû ew pirsên jiyanî bû ku rêya azadiyê ya Azad diyar kirin. Dema ku bihîst tanka Elman Leopard destpêkê li dijî Kurdan hate ceribandin, her wiha bi lêkolînan fêhm kir ku çekên kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn ji aliyê şîrketên Elman ve ji bo Tirkiyeyê têne peydakirin, ji bo Azad rêya ku tê de bimeşe êdî diyar bûbû.

Azad ji Rêbertî hîn bû ku li dijî mîlîtarîzma faşîst bi xwerêxistinî, bi hêza xwe şer dikare bê kirin. Amûra azadiyê ya Azad wê ne tundiya xwe dispêre dewletê bûya. Wî xweparastina civakê pejirand û cihê xwe di nava refên PKK’ê de girt. Dema ku tevlî nava refên PKK’ê bû pirsgirêka ziman hinekî kişandibe jî di demeke kurt de bi baldariyeke mezin hînî Kurdî bû.

Azad ê li baskê êrîşê

Azad ku di zilm û zordariya li ser gelê Kurd de para Ewropayê dît, ne weke Ewropiyekî, lê belê weke mirovekî cîhanî fikirî, hîs kir û di nava têkoşîna PKK’ê de serketineke mezin nîşan da. Di dema bêçalakîtiyê de jî li ser çiyayên Kurdistanê balafir kêm nedibûn. Azad weke şervanekî azadiyê tevî Asya û Diyako tevlî baskê êrîşê bû. Xwegihandina hev a Tirkekê, Elmanekî û Kurdekî gelekî bi wate bû. Ew ji bo afirandina wê wateyê bi rê ketibûn. Wê rojê li Xakurkê mil bi mil li ber xwe dan û gotin, ‘Bijî biratiya gelan’.

Diyako yê dayika xwe

Dayika wî bi navê ‘Diyako’ bang lê dikir. Navê xwe yê li nava PKK’ê Koçer Medya bû. Diyako tê wateya dayika çiya. Çarenûsa Diyako jî di navê wî de veşartî bû. Di vê demê de ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedide, Diyako li çiyê tevî şervanên azadiyê yên jin li çeperên azadiyê cih girtibû. Bi têkoşîneke ku hêjayî navê xwe bû, vediguherand dayika çiyayan. Dibe ku ji aliyê zayendiya biyolojîk ve pênasekirina vê yekê di cih de nîne, lê belê ji bo şehîdekî Kurdistanê wateya zayendiya biyolojîk nedima. Ji xwe eger ew leheng tevî nîşaneya biratiya gelan Asya û Thomas li çiyê ketibe çeperê, hingî ew pênase lê tê.

Mediyekî hemdem bû

Koçer Medya navê wî yê li nava PKK’ê bû. Dema ku ev nav li xwe kir, mîna ku ruhê şervanên qedîm ên Medê hîs kiribû. Medya konsensuseke gelan bû, li dijî împaratoriyên ku zext li gelan dikir şer kiribû û ew împaratorî têk biribû. Koçer jî weke Mediyekî hemdem derketibû ser dika dîrokê. Eger dîrok xwe dubare dike, hingî berxwedana Mediyên vê serdemê ku cîhan rakiriye ser piyan, tevî gelên Tirk, Ewropî û Kurdistanî mizgîniya serdemeke nû dide. Naxwe Asya Tirk a ji Ordûyê, Thomas ê Elman ji Maînbûrgê û Diyako yê Kurd ji Sineyê bi çi rengî dikare bê pênasekirin ku li hev kom bûn û di dilê me de hêviyek çandin?

Ew mirovên leheng bûn ku ji bo armancên xwe şer kirin. Bi mîrateya azadiyê bûn hêvî ji siberojê re.