Rojnameya Ronahî

Takekesî hêzeke moralî ye

Rêber Hebûn

Pesindana raperî û şanan pêdiviyeke herî bê sînor e ji hebûn û jîndaran re, ji ber vê yekê dîtina me ji tirsê re  mîna diyarkirina me ji rastiya êşên mirovan û serpêhatiyên wanî têkçûyî, yê ku rengê mirinê li ser wê hatibû danîn, û ji me re mirina gewdehî ne pirsgirêk e yê ku pala xwe dide li ser veguhêztina mirovan ji wêneyekî ta din, bi qasî ku mebesta me bi wê yekê ew bû taliya yên ku xelk dijîn û ew li pêş xewin û kabosên xwe ne û bûyerên yên bûn e sedemekê ji xemsarî û bêzariyê re, tiştê  wan hîştibûn ku wekî miriyan bin, ji ber vê em takekesî dibînin mîna hêzeke moralî û giyanî  pepûkî û xemsarî jêdibe, û ev naye pêkanîn ji derveyî dostaniya yê ku peywiran didin e malbatê, û ev dostaniya wijdanî pêknaye ji bilî dema em bi evîn û zanînê bi heman demê bêne girêdan, û tengbûna rêyên gotûbêjê bi yê din ve bi demê re dihêle tirs binyad bibe û zora hiş û wijdanê bibe, yê em di jêderên êş û derdê dibînin destpêkek ji rizgarbûnê re, berhinde wateyekî ji vê vînê heye a armanca xwe pêkanîna aştîbûna xweser e, li gel wê xwebûn an awaz mîna vegera li henas e di balatir dîmênên xwe de, ji ber tiştekî ji mirina bi pergalê tirsê ve metirsîdartir nîne, ji ber ku pêdiviya xwe bi vînek e moralî bi zorbazî bîrawer heye, ji ber ew ne tenê mirin e, ew raman û berdewamiya jiyanê kuntirol dike û herwiha sirûştiya kiryaran û bersiva kirdeyê yê ku  kiryarê mirov kuntirol dike bi giştî,dema mirin dibe bîrdozî an olekî, û desthilat  li paş wê bi harbûn radiweste û bergiriya wê dike, neperoşkên xwe dixe di hiş û qirikên civakên xwe de bi rêya tirsê, û xortan artêş dike bi rêyên curbicur ta têkevin di zorengên bê dawî armanca wê mayîna ew desthilata pîroz mîna pîrozbûna ol û bîrdoziyê, û li rexê din ji tirsê ew pirsîn dimîne, çima dijîm, ev me dehf dide ku em valahiyê şîrove bikin a ku bedewbûnên jiyanê di hizran de çinî kiribû, û jiyanê bi tevahî dihêle bibe xapandin, berhinde ew zorenga pirreng mirovan dehf dide li meydanên bê jimar, bi hezkirina mirov bi têkçûna din ve girêdayî ye, û ya din di rexê xwe de destikek nahêlîne û bikartîne ji bo kûrkirina wê têkçûnê, ma ev yeka dibe nîşanekî li ser xwesteka mirov ji mirinê re bi rêya belavkirina xwe ji mirinê re, herwiha tiştê ku nakokî û bihevketin ancam dide gerentiyê ceng û pevçûnan, ti jîndar an kevir jê bi ewle nabe, û em çi girêdanê di navbera çanda rojhilatî yê ku bi werîsê bavanî ve qayîm e û di navbera çandeke takekesî guhê xwe nade li ser sirûştiya peywendiyê û pê re jiyan bike eger çawa be nabînin, berhinde em gelek û bi dirêjî li ser derdê ol û netewê diaxivîn û herwiha girêdana kor bi welî, mêrê ol û serwerên siyasî ve, di dema ku em vê yekê li Ewrûpayê nabînin û axaftin li ser mîna bîranîna dîroka kevin e, û ev rewanîbûn yê li pêş wê ew serxwebûn disekine,û ev tundirewî û tirs ji axaftina bi tiştê bi sernavê ol, zayend û siyaset bi hêsanî di civaka sivîlbûyî de belav e, û ev tişta me dibe ku em tirsê têbighin ji dûriyên wê ya felsefî a ponijînî yê ku di xwe de seyrana mirov di nav jiyan û nehêniyên wê û tiştên veşartî de kurtas dike, ji ber ku tirs amana bîr a fireh e û piralî ye di jiyana mirovahiyê û seyrana wê ya zehmet de bi rêya qenalên taliyê  û girtina asoyên çareseriyê, an bi rêya afirandina hêviyekê û kirina wê mîna armancekê bi xwe.