Rojnameya Ronahî

Rexneya wêjeyî

Kemal Necim

Di pêvajoya deh salên dawiyê de, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê derfeta derbirîn û nivîsîna wêjeyê û weşana berhemên wêjeyê fereh bû, her wiha piştî ku pir saziyên têkildarî kar û barên wêjeyê hatine avakirin û heme bêje rojane çalakiyên wêjeyî têne lidarxistin. Êdî hijmara kesên ku bi wê qadê re mijûl dibin zêde bûye, her wiha hijmara deq û berhemên wêjeyî yên mîna helbest, çîrok û roman û Hwd jî zêde bûye. Bi van zêdebûn û pêşketinan re mîjarên mîna; ka asta van berheman çiqas baş e, wêjeya bi zimanê Kurdî li vê erdnîgariyê di çi astê de ye? Têne gotûbêjkirin.

Di nav van gotûbêjan berê nivîskar û xwendevanan jî diçe bi ser rexeneya wêjeyî. Ango pirseke wiha tê pirsîn; ka gelo rexneya wêjeyî li ba me heye lê na, rexnegirên wêjeyê hene lê na? eger hebin jî gelo dikarin wî barê nirxandin û rexnekirinê hilgirin, yan dikarin bibin navbênkar di navbera deqa nivîsandî û xwendevanan de?

Bê guman pêşketin an paşketina rexneya wêjeyî jî girêdayî pêşketin û paşketina derbirîna wêjeyî bi xwe ye. Heman sedemên ku hiştine wêjeya Kurdî hinekî li gorî ya cîhanê kêm û dereng bimîne, wiha jî hiştine ku qada rexneya wêjeyî jî kêm û dereng bimîne.

Rexneya wêjeyî qadeke zanistê ye, sanista xwendin û ravekirin û pîvandin û nirxandina berhema wêjeyî ye. Karê rexnegiran ne ew e ku bêje ev berhem baş e yan xerab e. lê belê karê wî berhemê bide ber pîvanên rexnegiriyê da ku berhemê rave bike û bibe navbênkar di navbera berhema nivîsandî û xwêneran de. Her wiha ew dibe alîkar ku yê xwêner zanibe berhemê bixwîne û çêjê jê bigire.

Ev zanist  an ev pîşe, alavên wê hene. Yê rexnegir pêwîste xwediyê wan alavan be her wiha pêwîste di bikaranîna alavên xwe de hosta be. Dîsa pêwîste haj alavên xwe hebe û li gorî demê û pêvajoyê alavên xwe nû bike, biguhere û pêş bixe, yanî ewê nikaribe bi alavên kevin û bîr û boçûnên kevin rexnegiriyê bike. Çawa li cîhanê bi demê re pir dibistan û mezheb û ekolên wêjeyê derketine û hatine guhertin û pêre pir cureyên derbirîna wêjeyî yên nû derketine, wiha jî pêwîste rexnegir jî li gorî van guherîn û pêşketinan boçûn û alavên xwe biguhere û nû bike.

Li aliyekî din, rexneya wêjeyî berpirsyarî ye. Rexnegir ne tenê berhemên wêjeyî dixwîne û dinirixîne, lê belê ew berpirsyarê nivîsîn û belgekirina çalakiya wêjeyê ya welatê xwe yan zimanê xwe ye. Eger em îro dîroka wêjeya cîhanê dixwînin û dizanin ka wêjeya Fransî yan a Erebî di kîjan pêvajoyan re derbas bûye, û çend ekolên wêjeyê derketine û kîjan wêjevanî serkêşiya kîjan ekolê kiriye. Ev hemû ne bi destê dîrokzanan hatiye kirin, ev bi destê rexnegirên wêjeyî hatiye nivîsîn û bûye dîrok. Ango rexnegir li bendê namîne ku yekî nivîskar berhema xwe bide dest û jê bixwaze ku bixwîne û binirixîne. Yê rexnegir berpirsyar e ku bigere, lêkolîn bike, bipirse ka kîjan wêjevanî çi nivîsî, ka kîjan berhema nû ya helbestê yan çîrokê yan romanê hatiye weşandin, di naveroka van berheman de çi cureyên wêjeyê hene, çi ezmûn û hewldanên nû hene, her wiha ew berpirsyar e ku van dîtin û xwendinên xwe bike nivîs û bike dîrok. Wiha di pêşreojê de eger nifşekî Kurdan hat û xwest zanibe ka dîroka qada wêjeya Kurdî çiye, dê li van berheman veger, ji bilî wilo dê wêjeya Kurdî tar û mar bibe û winda bibe.