Rojnameya Ronahî

Bi xeyalên xwe cîhaneke dewlemend diafirîne

Welîd Murad bi baldarî û hostayî ku ruh dihereke navê, li ser kaxizeke spî ya hişk tabloyeke bedew xêz dike ku çîrok, çand û mîrasê vedibêje. Tabloyên xwe xêz dike mîna ku têde dijî. Bedena wî li vire lê giyanê wî li wire. Dema rîşa wî dest bi wênesaziyê dike, ew jî pêre diçe cîhaneke din, bi wê cîhaneke paralel lê bêbextî kêmtir, xêz dike. Dibe hin caran jî tabloyên wî, tehliya li welatê wî heye nîşan bidin ku ji bo nifşên bê bibin belge û dîrok.

Welîd Mûrad (53) şêwekarekî ji Qamişloyê ye.  Ev 27 salin dest bi şêwekariyê kiriye. Di wê rêwîtiyê de bi hezaran tablo xêz kirin. Bi wan çîrokên cuda yên çand, mîrasa herêm û welatê xwe, şehîdên ku di oxira rûmeta axa xwe de canê xwe feda kirin, vegotin.

Murad bi rûyekî li ken behsa dîroka xwe ya hunerî dike mîna ku behsa serdemeke berdewam a huner û danê dike ku bi wî bi nivîsarên li ser dîwaran  û wêneyên zarokatiyê yên ji fîlmên kartonî girtine, dest pêkirin.

Murad wiha axivî:“Di biçûkahiya xwe de beriya ku vê behreyê di xwe de kifş bikim, tevî dayika xwe em diçûn cem cîran, dost û xizmên xwe. Hemû rûdiniştin û behsa mijarên cuda dikirin. Çavê min li wêneyên li ser dîwêr û neqşeyên li ser perdeyan bû. Mîna perdeyên Mem û Zîn yan jî tabloyên berê wek Şahmaran, Fatma Mexribiye yên di her maleke kurd de hebûn. Ew wêne bala min dikişandin. Di detayên wan de digeriyam. Dema vedigeriyam malê, bilez diçûm û min lênûska xêzkirinê dianî. Tişta ji wan wêne û neqşan dihat bîra min, min hewl dida xêz bikim ta ku fêrî wênesaziyê bûm û min hîn zêdetir jê hez kir.”

Xilaskirina bilez a tabloyan

Murad gotinên bavê xwe yên di derbarê behreya wî de bi bîr xistin û got: “Bavê min, min teşwîq nedikir. Her tim digot, ev xiştbişitê tu çêdikî bê feyda ne. Digot biçe bi xwendinê û dibistana xwe re eleqedar bibe. Lê ruxmî wê jî, min bi awayekî veşartî wênesazî domand. Hinek caran jî min li ser dîwaran xêz dikir. Heta ku di dawiyê de ketim peymangeha hunerê. Li wir mamosteyên min piştgiriya behreya min kir. Her tim digotin, berhemên min bi hostayî ne û ji temenê min mezintirin. Ew jî dehfek da min ku behreya xwe bêtir pêş bixim û bigihijin vê astê.”

Murad di nav dostên xwe de tê naskirin ku destê wî di xêzkirina tabloyan de sivike. Her tabloyek çiqas dijwar be û hûrgulî tê de pir bin lê tenê di 3 rojan de xilas dike. Pirî caran rengên zeyîtî bi kar tîne. Ji ber ku mina Murad gotiye, temenê van rengan dirêje.

Herî zêde di saetekê yan jî du saetan tabloya bi komirê yan jî bi pênivîsa zirêç xêz dike. Bê westan xêz dike. Piraniya dema xwe di xêzkirinê de derbas dike.

Li gorî ûslûbê dibistana realîst wênyên xwe xêz dike. Xwediyên vê uslubê bawer dikin ku divê bi rastiyê re mijûl bibin. Biyî ku bi ûslûbekê xerîb balê bikişînin ser mijarên ku dixwazin ragihînin civatê. Ev di tabloyên Murad bi awayekî zelal xuya dibin.

Têkildarî wê Murad got: “Ez ji tiştên diyar û zelal hez dikim. Ez hez dikim ku şênî wêneyên min bibînin û jê yekser fêm bikin. Ez hebim tune bim wateya wê nas bikin.”

Wêneyên şehîdan

Murad gelek mijaran xêz dike. Lê herî zêde wêneyên şehîdan xêz dike û di vê derbarê de got:“Bi dilê zarokekî bi welatparêziyê û danê dagirtî bi hosteyî min wêneyên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê xêz dikirin. Ji bo wê, ew hîn jî wan xêz dike da ku di bîra me de bimînin û bi me re bin. Bi saya wan em gihiştin vê rojê û me ev destkeftiyên han bi dest xistin. Ji bo min gelek girînge ez heqî şehîd û xwîna wan bidimê ku di oxira pêkanîna jiyaneke bi rûmet de dane.”

Murad balkişand ser pêşketina hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zêdebûna hejmara wênesazan li herêmê sal bi sal ku di pêşangeha şêwekariyê ya dawîn de 109 wênesaz amade bûn. Lê beriya 8 salan 50 bû.

Welîd Murad di dawiyê de got:“Bi rastî tabloyên xweşik û balkêş hebûn. Di nav me de ruhê hevrikiyê afirand û pêşangeheke serkeftî berhem da. Derfeteke xweşik bû ji bo me, ku hevdu û behreyên hevdu jî nas bikin. Ji bo me, pêşangeh dewat e ku tabloyên herî bedew tê de pêşan bidin.”