Rojnameya Ronahî

‘Armanca me belavkirina çanda parastina jîngehê ye’

Cîgera Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizêrê Bêrîvan Omer diyar kir ku armanca wan belavkirina çanda parastin xweza û jîngehê ye û got, pêwîste her mirovek li hemberî parastin jîngehê xwe berpirsyar bibîne û bi erkê xwe rabe.

Navenda nûçeyan/Qamişlo

Kêmbûna rûbera kesk li seranserî cîhanê, pirbûna rêjeya şewatan û di heman demê de jî belavbûna gazên ku ba û xwezayê qirêj dikin, nemaze di bajaran de. Ev hemû jî di encama pirbûna kargehan de ku bê li ziyanên wê yên neyînî li ser xweza û mirovan guhdar bikin, diçin serî. Vê jî bandoreke neyînî li ser jîngehê û pirbûna zindîwarîyê kir û bi dest xwe re bandor li ser hevsengîya jîngehî û tenduristîya giştî kir. Li gor wê jî rêjeya tûşbûna bi nexweşîyên dilî û sîngê, her wiha rêjeya nexweşîya penceşêrê jî bilind bûye û cîhan li ber wê ye ku nexweşîyin nû derkevin.

Tevaya Sûriyayê û bi taybetî herêma bakur û rojhilatê Sûriyayê parçeyek ji vê êşa jîngehê ye ku bûye derdê tevaya cîhanê, nemaze di van salên dawîyê de. Di encama êrîşên dagirkeriyê yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê  jîngeha herêmê wêran bûye. Her wiha seba şewata daristanan û daran, birrîna bi hezaran dar ji aliyên dagirkeriyê ve , kêmbûna çavkanîyên avê û daketina rêjeya ava çeman û gelek sedemên din, li herêma Cizîrê jîngeh wêran bûye. Rêjeya tûşbûna bi nexweşîya penceşêrê li herêma Cizîrê, li gor hevrûkirina bi herêmên din ên Sûriyayê re, rêjeya wê gelek bilind û metirsîdar bûye; Ev rêjeya bilind pir metirsîdar e û berê herêmê ji alîyê jîneghî û tenduristî ve, ber bi rewşeke xirab ve dibe.

Derbarê girîngiya parastina jîngehê de, cîgera hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizêrê û endama Pilatforma Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Omer ji rojnameya me re axivî.

Berîvan diyar kir bi avabûna sîstema dewletê, jîngehê zerarên mezin dîtin û wiha domand: “Beriya ku mirov çêbibin, xweza bi her tişê xwe hebû, şert û mercên xwezayê hişt ku mirov jiyan bikin û bibin beşek ji xwezayê. Herdem hevsengî di navbera xweza û mirovan de hebû, mirov dibû sedma ku xweza geş bibe û li hemberî wê jî xweza bûye sedema dewama jiyana mirovan. Vê rewşê heta demekê dirêj dewam kir. Lê bi avabûna sîsetema dewlet, bandoreke neyênî li xwezayê hat kirin. Li ser zihniyeta ku mirov navende û divê her tişt bikeve xizmeta wî de, xweza dihat qirkirin.”

’Ya girîng guhertina zihniyeta mirov e’

Bêrîvan da zanîn ku di dema niha de, li aliyekî  ji bo parastina xwezayê Rojeke cîhanî hatiye diyarkirin, li aliyê din jî xweza tê talankirin û wiha domand: “Mirov ji bo ku planên xwe yên qezenckirinê pêk bîne, xwezayê talan dike û dibe sedema kêmbûna gazên ku zindî li ser wan jiyan dikin û avhewaya cîhanê dide guhertin. Mirov li aliyekî banga parastina jîngehê dike û li aliyên din jî zerarê dighîne jîngeh û derdorê.  Tevî ku çandina daran beşek ji parastina xwezayê ye, lê beşê herî girîn guhertina zihniyeta mirov e. Li cîhanê gelek partî û sazî li ser bingeha parastina xwezayê hatine damezrandin, lê bi demê re bûne beşek ji desthilatdariyê û li gorî berjewndiyên xwe kar kirine.”

Dirûtiya rêxistinên navneteweyî

Bêrîvan balkişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker yên li hemberî jîngehê û wiha got: “Li herêmên dagirkirî û bi taybet li herêma Efrîn, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane xwezayê talan û qir dike. Ji destpêka dagirkirina Efrîn û heta niha li Efrîn zêdeyê 500 hezar dar ji aliyê çeteyan ve hatine birîn û roj bi roj qutkirina daran dwam dike. Dagirkerî bi her awayî xwzayê talan dike û jîngehê têk dibe. Li hemberî wê jî hêzên navneteweyî, rêxistin û saziyên aleqedar ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Ev yek jî dirûtiya cîhanê derdixe pêş, ev sazî li aliyekî idîa dikin ku ew xwezayê diparêzin û li aliyê din jî li hemberî qirkirina xwezayî çavên xwe digrin.”

’Sala borî 40 hezar dar hatin çandin’

Bêrîvan da zanîn ku ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve, ji bo parastina jîngehê desteyek hat avakirin, tevî rewşa şer jî, xebatên ekolojî dihatin meşandin û wiha pê da çû: “Ji 2016’an de û heta niha xebateke baş hat kirin, tevî ku pirsgirêkên heyî tev nehatin çareserkirin, lê kar û xebatên bibandor hatin kirin, di milê çandina daran de gavên mezin hatin avêtin. di sala borî de 40 hezar dar hatin çandin, herwiha  îsal jî heta niha 30 hezar dar hatine çandin. Di heman çarçoveyê de zagonên parastina jîngehê hatin derxistin.”

‘Pêwîste her kes xwe berpirsyar bibîn e’

Cîgera Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizêrê û endama Pilatforma Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Omer axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo parastina xwezayê me gelek perwede û semîner dane, hersal di dibistanan de jî çalakî û perwrde tên dayîn, li kêleka wê perwerdeyên li ser paqijiyê li sazî, komîn û şaredariyan dewam tê lidarxistin. Armanca me ya sereke ji kampaniyan,  guhertina zihniyetê û pêşxistina parastina jîngehê ye. Divê her kes li hemberî parastina jîngeh û xwezayê xwe berpirsyar bibîne û bi erkê xwe yê exlaqî rabe.”